Civîna Bilind a Avhewayê ya Gela ku weke alternatîfa Konferansa Aliyan a 31’emîn a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) hate birêxistinkirin, li Navenda Kongreyê ya Mîmar Sînan a Antalyayê destpê kir.
Civîna bilind wê di navbera 14-18’ê Mijdarê de pêk were. Di roja destpêkê de mafên xwezayê, sedemên wêrankirina ekolojîk û rêbazên têkoşîna hevpar hate nirxandin.
Ecehan Balta ku di destpêka civînê de axivî û anî ziman ku krîza avhewayê bandora herî giran li wan gelan dike ku ji krîzê herî kêm berpirsyar in. Ecehan Balta işaret bi lezgîniya terikandina sotemeniya fosîlê kir û destnîşan kir ku divê ji karkeran de derfetên kar ên bi ewle, mafên sendîkayî û tevlîbûna li pêvajoyên biryardanê bên naskirin.
Her wiha anî ziman ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê divê aştiya bi xwezayê re jî bigire nava xwe û bang kir ku çavkanî ji jiyanê re bêne veqetandin, ne ji şer re. Ecehan Balta diyar kir ku hilweşîna li Fîlîstînê ne tenê li ser jiyana mirovan e, her wiha bajar, qadên çandiniyê û çavkaniyên avê jî hatin tinekirin û bal kişand ser girîngiya hevpariya têkşînên li herêmên cuda yên cîhanê.
Di rûniştinan de ku bi sernavê “Ji hilweşîna ekolojîk wêdetir: Mafên Xwezayê û Parastina Jiyanê” hatin lidarxistin, têkiliya gelên xwecihî bi xwezayê re, misogerkirina mafên xwezayê bi rengekî hiqûqî û piştevaniya navneteweyî ya li dijî hilweşîna ekolojîk hate nîqaşkirin.
Seroka Jinan a Konseya Gelên Xwecihî ya GARN’ê Casey Camp Horinek diyar kir ku pêwendiya krîza avhewayê bi mêtingeriyê, zext û serweriya şîrketan û aboriya karbon re heye û got, divê zanebûna kevneşop a gelên xwecihî bê naskirin. Casey Camp Horinek anî ziman ku av, jiyan, xurek û mafên tenduristiyê ji hev cuda nikarin bêne nirxandin û got, “Mafên xwezayê naskirina wan mafan e her tim hebûn lê belê heta niha ji nedîtî ve dihatin.”
Ji Enstîtuya Mafên Mirovan a Hawaii Joshua Cooper jî destnîşan kir ku di têkoşîna avhewayê de divê tecrûbeyên gelên xwecihî esas be. Joshua Cooper bang kir ku têkoşîna li hemberî krîz avhewayê divê ji axaftinan derbasî hevkariyan, ji hevkariyan derbasî koordînasyonê û çalakiyê bibe.
‘TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ JI AŞTIYÊ CUDA NÎNE’
Gulşah Tiriş jî diyar kir ku hilweşîna ekolojîk encamek ji sîstema kapîtalîst e got, divê mafên xwezayê bêne naskirin û qirkirina ekolojîk weke sûc bê dîtin. Her wiha bang kir ku berxwedanên xwecihî veguherin têkoşîneke global û got, “Cîhan mala me ye û agir bi mala me ketiye. Ji bo vemirandina vê şewatê divê mafên xwezayê û mafên Dayika Xakê bêne parastin.”
Nivîskarê rojnameya Yeşîl Bahadir Altan jî anî ziman ku têkoşîna ekolojiyê û têkoşîna gelan a ji bo azadî û wekheviyê nikare ji hev cuda bêne nirxandin. Bahadir Altan ragihand ku enternasyonalîzm û aştî du bingehên têkoşîna ekolojiyê ne û destnîşan kir ku têkoşîna çîna krker û têkoşîna gelên bindest a ji bo wekheviyê hevdu temam dikin. Her wiha diyar kir ku bêyî wekheviyê têkoşîna hevpar a gelan jî nabe û got, naskirina mafê zimanê dayikê ji hêmanên bingehîn ên vê wekheviyê ye.
LI DIJÎ NATO’YÊ BANGA ÇALAKIYA AŞTIYÊ
Altan bal kişand ser civîna NATO’yê ya wê li Îzmîrê bê lidarxistin û diyar kir ku 17’ê Mijdarê wê li dijî NATO’yê beşdarî çalakiyên aştiyê bibin.

