Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir, bi piştgiriya navneteweyî didome. Daxuyanî û nameyên ku di çarçoveya kampanyaya piştgiriyê ya navneteweyî ya ku piştî bangê ji bo rewşenbîran hat destpêkirin û 95 rewşenbîr tevli bûn de bi raya giştî re hatin parvekirin, ev daxuyanî û name wê ji aliyê Daraja Press ve bi zimanê Îngilîzî wekî pirtûkeke elektronîk (e-book) bên weşandin.
Banga bi sernavê “Em guh bidin Ocalan” a ku ji aliyê Gretchen Dutschke ve ku yek ji pêşengên ciwanên 68’ê yên Elman ve ji bo pirtûkê weke pêşgotin hatiye nivîsandin û ji bo Heyeta Îmraliyê re hatiye şandin, bal kişand. Pêşgotina Gretchen Dutschke ya bi navê “Werin em guh bidin Ocalan” wiha ye:
“Di encamê de li cîhana me ya tarî ronahiyek… Banga Ocalan a ji bo yekitiya Tirkiyeyê li ser bingeha aştî, azadî û demokrasiyê bersivê dibîne. Ez jî bi hemû dostên gelê Kurd re hêvî dikim ku ev pêvajo bidome. Bi vî rengî ku di encamê de li Tirkiyeyê demokrasi bê avakirin û gelê Kurd di her warî de bigihîje mafên wekhev.
Ez bi eslê xwe Amerîkî me, îro jî li Almanyayê me. Di sed sala bihurî de ev her du welat in ku belkî mezintirîn wêranî anîne ser jiyana mirovan. Werin em guh bidin Ocalan! Werin em guh bidin tiştên ku ew dibêje! Di encamê de demokrasî, azadî û aştî tenê rêya çareseriyê ye. Erê, em mafên mirovan jî li van zêde bikin. Ji ber ku mixabin demokrasî bi tenê bes nîn e. Îro li Almanyayê her kes, tevî Partiya Nazî AfD jî, xwe wekî demokrat pênase dike. Ji ber vê yekê divê em mafên mirovan jî wekî beşeke nayê veqetandin a demokrasiyê bibînin. Ya ku Kurd dixwazin jî bê guman tam ev e.
Hilbijartinên dawî yên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), li piraniya cîhanê, bi taybetî jî li DYE, Ewropayê di serî de Elmayayê ku rojekê li wir hêviyên serketina demokrasiyê geş bûbûn, li ser demokrasi û mafên mirovan ên ku li ber lingan hatine binpêkirin, belkî hinekî hêviyek da me. Çima ew qas hindik kes li tiştên ku di nava civaka Kurd de diqewimin dinêrin? Gelo bi rastî nikarin bibînin ku çi diqewime? Êdî dema wê hatiye ku çavên xwe vekin û li tiştên ku diqewimin binêrin. Ez careke din destnîşan dikim: Ocalan jî dibêje ku jiyaneke adil ji bo her kesî hem li Tirkiyeyê û hem jî li her derê cîhanê tenê bi demokrasiyê pêkan e. Dema em dibêjin demokrasî, ne mimkun e ku mirov tenê demokrasiya ji bo dewlemend, hêzdar û oligarkan nîn e. Lê ya ku Elmanya dike tam ev e. Tiştê ku li wir girîng e tenê pere ye. Yekane tiştê ku divê hikûmet bixe binê temînatê bê pirsgirêk birêvebirina aboriyê ye. Tiştên ku bi serê mirovan de tên an jî çawa têkçûna hawirdorê ji bo wan ne girîng e.
Li Emerîkayê belkî gel rastî fêm kiriye. Em hîn bi temamî vê nizanin. Di hilbijartinan de hemû sosyal demokrat û pêşverû serketin, lê dîsa jî di nava kêmîneyan de ne. Demokrat ji peyva demokrasiyê hez dikin. Lê belkî ji bo wan jî wekî partiya desthilatdar a Almanyayê CDU, ev peyv tenê ji dirûşmek vala pêk tê. Heta ku bi nirxên bingehîn ên wekî aştî, azadî, berpirsiyarî û mafên mirovan neyê temamkirin, peyva demokrasiyê tu wateya wê nîne. Lê vê yekê nakin. Berevajî vê, ew bixwe van nirxan tune dikin. Min hêvî dikir ku dengê Ocalan û gavên ku wî avêtine bigihîjin derdorên berfireh û gelên din ên bindest jî têbigihîjin ku bidestxistina aştiyê, azadiyê, demokrasiyê, mafên mirovan, jinûve başkirina hawirdorê û xwedîbûna mafên wekhev ên jinan ên ku beşeke girîng a têkoşîna Kurd in, çiqas girîng e.
Bi taybetî min ev ji bo Hamasê hêvî dikir. Eger Hamasê daxuyaniyeke mîna banga Ocalan bikira, wê çi bûba? Belkî vê yekê tevkariyê li çareseriya pirsgirêkên li Îsraîlê nekira, lê belkî jî bikira. Netanyahu êdî ne wekî berê bi hêz e. Bangeke Hamasê ya mîna gotinên Ocalan, dikaribû bîr û baweriya mirovên di nava civaka Îsraîlê de biguheranda û rê li ber veguherîneke ku ber bi aştiyê û gihîştina gelê Filistînê ya bi axa xwe ve vekira.
Min hêvî dikir ku dengê Ocalan bigihîje Elmanyayê jî ku rewş lê heta niha her ku diçe xirabtir dibe. Carekê di nûçeyan de cih girt ku PKK’ê çekên xwe şewitandine, lê paşê ev geşedan hat jibîrkirin. Ev welat ê ku demekê dixwest bi raboriya xwe ya Nazî re hevrûbûnê pêk bîne û wê derbas bike, çawa dibe ku îro heman raboriyê ji nû ve hildiberîne? Ji kerema xwe re, ez careke din dibêjim: Guh bidin Ocalan!
Min hêvî dikir ku çîroka Ocalan, hewldana wî ya ji bo pêkanîna aştî, demokrasi û azadiyê li Tirkiyeyê û misogeriya mafên gelê Kurd, astengiyên hegemonyaya Amerîkî derbas bike û li DYE’yê jî were bihîstin. Di encamê de îro li DYE’yê jî mirovên ji ji civakên cuda ku bi salan hatine vederkirin, dest bi girtina peywirên di nava qadên rêveberiyê de kirin. Mînak, Mamdani yê ku li New Yorkê di jiyana mirovên asayî de guhertinên rasteqîn çêkir. Belkî, banga Ocalan a ku di Sibata 2025’an de kiribû, êdî gihîştibe hin guhan. Mirovên li DYE’yê dibe ku nizanin ev peyama Ocalan e. Lêbelê heke ev peyam belav bibe û bigihîje mirovan, ev jî destpêkek e.
Lê belkî ev hîn jî tenê destpêkek e: Destpêkeke ku li Tirkiyeyê û li wan cihên ku peyama Ocalan lê bersivê dîtiye, li wir geş dibe ku mirov wateya şewitandina çekan û avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha aştî, azadî û mafên mirovan fêm dikin. Bê guman ev ne hêsan e. Em dibînin ku ev yek li Sûriyeyê çiqas dijwar e. Lêbelê bifikirin ku Tirkiye rastiya ku ew dewleteke pirnasnameyî û piralî ye qebûl dike; gel bi hev re di nava aştiyê de, li ser bingeha mafên mirovan ên wekhev û azadiyê dijîn, dewleteke nûjen û ji aliyê ekolojîk ve domdar ku tê de jin xwedî mafên wekhev in, tê avakirin. Yan jî bifikirin ku Sûriye vediguhere welatekî demokratîk ku komên etnîkî yên cuda di nava aştiyê de bi hev re dijîn, her kes xwedî mafên mirovî û azadiyê yên wekhev e, jin gihîştine mafên wekhev, welatekî nûjen û ji aliyê ekolojîk ve domdar e.
Ev herêma ku carekê erdên wê erdnîgariya herî pêşverû ya cîhanê bûn, dikare careke din bibe herêmeke wisa.”
GRETCHEN DUTSCHKE-KLOTZ
Gretchen Dutschke-Klotz, nivîskar û çalakvana siyasî ya Elman-Emerîkî ye ku di 6’ê Adara 1942’yan de ji dayik bûye. Weke hevjîna Rudi Dutschke ku yek ji navên pêşeng ê tevgerên xwendekaran ên salên 1960’î ye hatiye naskirin, lê belê bi xebatên xwe yên li ser tevgera aştiyê, beşdariya demokratîk û veguherîna civakî derketiye pêş. Wê tevkariyê li parastin û arşîvkirina mîrateya siyasî ya nifşê 1968’an kiriye, bi taybetî di avakirina bîra dîrokî ya tevgerên xwendekaran ên li Almanyayê de roleke çalak lîstiye. Nivîs û axaftinên wê balê dikişînin ser mijarên demokrasiya radîkal, berxwedana sivîl û berpirsiyariya civakî.

