Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nexweşê kanserê nayê dermankirin: Hestî û çerm maye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Lucano bang ji bo azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Di Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd de banga ji bo wergirtina ‘biryarên radîkal’
Jin

Di Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd de banga ji bo wergirtina ‘biryarên radîkal’

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a girtî, peyamek ji Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a 1'emîn re şand û anî ziman ku pêwîstî bi wijdan û edaleta jinê heye. Leyla Guven ji bo wergirtina biryarên radîkal bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a 1’emîn lidar xist.

Konferans bi dirûşma ‘Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin’ pêk hat.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, nameyek ji konferansê re şand.

Peyama Leyla Guven ji aliyê endama TJA’yê Mizgîn Irgat ve hate xwendin.

Leyla Guven diyar kir ku cîhana bi aqlê mêr tê birêvebirin veguheriye girtîgehekê, ku jiyan êdî lê nabe û got, “Eger wê cîhaneke cihê jiyanê bê avakirin, divê civak bi rengekî cuda bê birêvebirin. Bêguman yên ku herî zêde li hemberî rêveberiya heyî ya despotîk, neteweperest û zayendîperest li ber xwe didin, jin in. Demeke dirêj e jin dengê xwe bilind dikin, dixwazin li qadên cemaweriyê hîn bi çalak cih bigirin û aqlê rêveberiyeke demokratîk ava bikin, ji ber ku hêviya civakê jî bi vî rengî ye. Bêguman ev bi hêsanî nabe. Zemîna parlamentê tenê yek ji van e. Her çend Tirkiye dixwaze weke welatên rojavayî bê dîtin jî û destpêkê 18 jin ji parlamentê re hate hilbijartin jî ev rewş bi pêş ve neçû, li paş ma. ‘Siyaseta vîtrînê’ ya sed salî dewam kir, heta ku Tevgera Siyasî ya Kurd biryara temsîliyeta wekhev da. Meclîsa Tirkiyeyê yekemcar bi coş, wêrekî û nasnameya jinê ya Leyla Zana bû xwedî rengekî nû. Jinên Kurd bi berxwedana ku Sakîne Cansiz di êşkenceyê de nîşan da, bi raperîna ku Bêrîvanan pêşengî jê re kirin, bi sekna fedakar a Zîlan, Sema, Bêrîtan û Arînan a li hemberî xiyanetê, li meclîsê bi meş û gotinên Leyla Zana hatin naskirin. Ev kevneşopî bi demê re kêm nebû, berevajî zêde bû û dewam kir.”

PÊWÎSTÎ BI WIJDAN Û EDALETA JINÊ HEYE

Leyla Guven di dewama peyama xwe de ragihand ku li Rojava li ser bingeha şoreşa jinê jiyaneke nû ava dibe û got, “Di wê baweriyê de me ku modela li Rojava li cîhanê wê bibe paradîgmaya jinê ya azadîparêz, demokratîk û ekolojîk. Li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyên jin ên hevalên Leyla Qasim îro jî li nava parlamentê kar dikin û fedakariyeke mezin dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê jinên ku ji bo Komara Kurdistanê têkoşiyan, di şexsê Şîrîn Elemhûlî de li hemberî zextên paşverû yên molayan li zindanan serî natewînin û têne darvekirin. Li cihên bi vî rengî ku ewqasî êş heye, pêwîstî bi wijdan û edaleta jinê heye. Rêya vê jî ew e ku jin li parlamentan û hemû mekanîzmayên biryardayinê cih bigirin. Heta ku li qadên diyarker ên polîtîkayên giştî yên welatan jin nebin xwedî cih, ji bo jinan û civakê tiştekî kêrhatî pêk nayê.

DIVÊ BIRYARÊN RADÎKAL BÊNE WERGIRTIN

Qadên ku jin vala bihêlin wê ji aliyê mêr ên bê wijdan ên desthilatdarîpreest û dijminên îradeya jinê ve bêne dagirtin. Ji ber vê yekê weke jin divê em van qadan dagirin. Ji ber ku li cîhanê hin jin hewl didin sîstemê berevajî bikin. Fîgurên faşîst û nijadperest ên wele Lady Thatcher, Tansû Çîller, Akşener û îro jî Le Pen, Meloni zêde dibin. Ev rewş bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan dikare bê teşhîrkirin û civak van jinên weke mêran nas bike. Me jinên Kurd li parlamentê gelek tişt dît. Niha jî û ji niha û pê ve jî divê em bi pratîka xwe dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk bînin. Bi pêşengiya veguherîna demokratîk re divê em bi biryarên xwe bala civakê bikişînin û dilê civakê rehet bikin. Divê jin piştevaniya hev bikin û biryarên radîkal werbigirin. Mînak, biryareke bi vî rengî dikare bê wergirtin? ‘Yên ku di qeyda wan de tundiya li dijî jin û zarokan hebe, çi bi devkî çi jî bi nivîskî ti carî nikare bibe parlamenter’. Yan jî ‘Kesekî nahêle zarokên keç bixwîne, ti carî nikare bibe parlamenter’.”

Leyla Guven anî ziman ku bi zanistiya Jineolojiyê divê ew hem asta navneteweyî hem jî bi çanda xwe plansaziyan bikin û got, “Em jinên Kurd gelekî bi şens in, ji ber ku hevrêyekî me yê weke Ocalan heye. Wî em bi xwe da naskirin. Ez di wê baweriyê de me ku konferansa we, wê serketî be û rê li ber serdema nû bixe. Di karê we de serketinê dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê CPJ: Şerê Xezeyê ji bo rojnamevanan bû dema herî kujer
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Bila qeyûm bêne vekişandin, hevserokatî bê naskirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK’ê Îqbal Muradî bi bîr anî: Sembola berxwedan û têkoşînê ye

Komîteya Malbatên Şehîdan a PJAK'ê aktîvîstê mafên mirovan û welatparêz Îqbal Muradî di salvegera 7'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê Sarya Erez Dersim bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi tevlîbûna xwe ya bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 9 bajaran wê çalakiyên girseyî werin lidar xistin

Îro wê li 9 bajarên kantonên Cizîrê û Firatê meşên girseyî werin lidar xistin da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?