Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Di 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê 1804 caran mafên mirovan hatin binpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’
Kurdistan

‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’

Rîham Hesen diyar kir ku di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de ya li ser Şengalê komkujiyeke mezin hate kirin û diyar kir ku ew ji bo fermîkirina statuya Şengalê û astengkirina fermanên nû têdikoşin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2026 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Her goşeya Şengalê şahidê rojên fermanê ye. Şahidê zarokên ku ji têhna jiyana xwe ji dest dane ye; şahidê lehengtiya ciwanên Êzidî yên li Sîba, Girzerik û cihên din li ber xwe dane ye. Şahidê Êzidiyên ku di germa dijwar a havînê de pêxwas ber bi berpala çiya ve meşiyane ye. Şahidê gerîlayên azadiyê jî ye ku kal û zarok girtin pişta xwe û derxistin lûtkeya çiyayan. Mîna gotina Rîham Hesen; “Xweziya zimanê van keviran heba û ji me re axivîban.” Îro me jî bi Rîham re berê xwe da berpalên Şengalê. Di dema fermanê de gel ji bo rizgar bibe bi saetan, bi rojan têhnî, birçî û pêxwas meşiya û hewl dida xwe bigihîne van berpalan. Di heman demê de ew berpal in ku li çiyê rêyên Qiblet û bakurê Şengalê bi hev ve girê dide.

Rîham dibêje Çiyayê Şengalê ji bo civaka Êzidî her tim stargehek e û diyar dike ku dema ferman destpê kir vê çiyayê; bi darên xwe, şkeftên xwe û avên xwe civak parast. Tevî ku derdora Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû dorpêçkirin, heta roja fermanê jî Rîham bawer nekiriye ku DAÎŞ wê êrîşî Şengalê bike; bawerî bi hêzên heyî aniye. Rîham wan rojan wisa vedibêje: “Rojek beriya fermanê gel di nava dualîteyeke mezin de bû. Li aliyekî cejn hebû û mirovan cejn pîroz dikir; li aliyê din jî li hemberî êrîşeke muhtemel amadekarî dihat kirin. Li Sîba û Girzerikê ciwanan ji bo parastina xwe, nobet digirtin. Nêzî 20 roj beriya fermanê, DAÎŞ bi komên zêde ne qelebalix heta nêzî Girzerik hatibûn û li derfetê êrîşkirinê digeriyan.

Beriya roja fermanê, DAÎŞ’ê di nava piraniya mezin a Sunniyên li Şengalê de jî rêxistinbûna xwe temam kiribû. Fermana 2014’an ne biryara kesekê yan jî tevgerekê bû; encama komployeke navneteweyî bû. Di vê komployê de NATO jî hebû, DYE jî hebû û bi her rengî destek dihat dayîna van hêzan. Lewma li dijî çeteyan yek gule jî nehate avêtin.”

EV ÊRÎŞ LI DIJÎ ÇAND Û BAWERIYA ÊZIDIYAN HATIN KIRIN

Li gorî Rîham dibêje, DAÎŞ’ê amadekariyên êrîşê nêzî 20 roj berê kiribû. Şeva fermanê, derdora saet 02.00-03.00’an dest bi êrîşê kir. Gelê Girzerik heta siharê li ber xwe da. Gelek xizm, şahid û dostên Rîham jî li wir bûn. Mirovên ku wesayîtên wan li navenda Şengalê bûn, xwestin malbatên li gund bêwesayît rizgar bikin. Lê belê nuqteyên kontrolê yên pêşmergeyan pêşiya wan birî û destûr neda ku mirrov biçin gundan û gel rizgar bikin. Bi saya berxwedana li Girzerik gel dem dît ku bireve û berê xwe da berpalên çiya. Rîham diyar dike ku şeva fermanê bêamadekarî bûn û dibêje, “Wê rojê cejna me bû. DAÎŞ’ê ev dizanî û tam wê rojê êrîş kir. Ji ber ku ev ferman li dijî çand û baweriya Êzidiyan hate kirin.”

Heyeteke Êzidiyan ji bo zelalkirina bûyerê diçe hevdîtinê bi rayedarên pêşmergeyan re dike. Heyet wisa dibêje: “Eger tiştek biqewime, em jî dixwazin li cem we şer bikin. Çekên me jî hene, lê ne têrker in. Hinek çek bidin me, em bi hev re şer bikin.” Rayedarê peşmerge jî vê bersivê dide: “Em li vir in, fikaran nekin. Pêwîst nake hûn şer bikin. Herin malên xwe û bi rehetî birazên.” Çekan nadin û li ser vê yekê, çekên gel jî kom dikin. Rîham wisa dewam dike: “Dema DAÎŞ’ê êrîş kir, beriya her kesê pêşmerge reviyan. Ew dîmen ti carê ji hafizaya min jênaçe. Dema me hewl dida ji Şengalê derkevin, pêşmergeyan ji bo revînê bi hev re pêşbirk dikirin. Pêşmergeyên Êzidî yên Şengalî cihên xwe neterikandin. Lê bi temamî pêşmergeyên ji dervey Şengalê hatin, reviyan Zaxo, Başûr. Ew reviyan; tenê gel ma û neçar ma ku bi derfetên xwe li ber xwe bide.”

BI PÊŞENGIYA ŞEHÎD DILŞÊR HEREKOL 12 GERÎLA HATIBÛN ŞENGALÊ

Roja fermanê temamiya gelê li gundan dijî, hatin navenda Şengalê. Beriya DAÎŞ bikeve Şengalê, gelek Sunniyên li Şengalê dest bi dîlgirtina Êzidiyan kirin. Êzidî û Şîayên li Şengalê berê xwe dan çiyê; lê Sunnî neçûn, bi kêfxweşiyeke mezin DAÎŞ pêşwazî kirin. Rîham tiştên wê rojê qewimîne, wisa vedibêje: “Mirov hîs dikir ku sankî bi salan li benda wê rojê bûn. Bi salan Êzidî û Sunniyan bi hev re jiyan kirin; ji hevdû re kirêvtî kirine. Kirêvtî ji bo Êzidiyan girêdaneke pîroz e. Lewma roja fermanê xiyaneta kirêvan pir bi êş bû.”

Roja fermanê Rîham jî bi malbata xwe re berê xwe dide çiyê. Texmîn nakin ku wê evqasê demdirêj li çiyê bimînin; hetta difikirin ku wê heman şevê vegerin. Rîham dibêje, “Malbatên ku dereng ji Şengalê derketin, li destpêka berpalên çiyê hatin girtin. Li wir saloneke dawetê hebû; mirovên digirtin dibirin wê salonê. Jin ji mêran cuda dikirin û dîl digirtin.” Di vê pêvajoyê de DAÎŞ’ê gelek dibistan û salonên dawetê veguherandin navendên komkirina mirovan. Rîham û bi hezaran mirov bêyî ku bizanin wê çi were serê wan bi rojan li van çiyayan û berpalan meşiyan.

Piştî meşa 8 rojan Rîham û malbata wê gihiştin Serdeştê û qasî 5 rojan li wir man. Li wir dibihîzin ku gerîla hatine. Rîham têkildarî hatina gerîlayan van tiştan diyar dike: “Beriya fermanê jî li Şengalê gerîla hebûn. Di meha 6’an de bi pêşengiya Şehîd Dilşêr Herekol 12 gerîla hatin Şengalê, serdana gel kirin û gotibûn, li dijî êrîşeke muhtemel divê baldar bin. Dema me bihîst ku gerîla hatine, em pir kêfxweş bûn. Heta wê deme beşekî mezin ê gel nedizanî ka gerîla kî ne û mirovên çawa ne. Lê bavê min berê bi rêya TEVDA gerîla nas dikirin. Bavê min dema bihîst ew hatine, got, ‘Temam, êdî em rizgar bûn’.”

DEMA KU PÊŞMERGE DIREVIYAN, GERÎLAYAN HEWL DIDA BIGIHIJIN ŞENGALÊ

Gerîlayên Tevgera Azadiyê piştre navbera Şengal û Rojava korîdoreke mirovî vekirin. Rîham destnîşan kir ku ew koridor bi hêsanî nehate vekirin û wiha pêde çû: “Gelek gerîla li wir şehîd bûn. Heta rê vebû û ji Rojava erzaq anîn, zehmetiyên mezin jiyan kirin. Eger şûşeyek avê ya biçûk jî di destê gerîlayan de ba ew venedixwarin; didan dayik û zarokan. Bi ruhekî fedakariyê yê mezin hatibûn. Pêşmerge ji bo ji Şengalê birevin bi hev re pêşbirk dikirin, gerîla ji bo bigihijin Şengalê pêşbirk dikirin. Me jî gelek hestên cuda jiyan dikirin. Heta wê rojê Êzidî timî tenê mabûn. Cara ewilî me hêzek li cem xwe dît ku li me xwedî derket.

Bawerî û hêviya me xurt bû. Ev hêvî û bawerî bû sedem ku em derbasî demeke nû bibin. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêbertî û şervanên azadiyê pêkan bû. Îro ji biçûk heta mezinan, hûn ji kê pirs bikin, wê wisa bêje; ‘eger gerîla neban, em rizgar nedibûn’. Ev rastiyeke ku ti kes nikare înkar bike. Tevî vê jî hin derdor hewl didin vê rastiyê berevajî bikin, hewl didin wisa nîşan bidin mîna ku ev berxwedan bi pêşengiya wan pêk hatiye. Kî çi dibêje bila bêje, êdî em xwedî doza xwe ne. Weke TAJÊ û Meclîsa Gel, ji bo fermîkirina statuya Şengalê em ê her tiştê ji destê me were bikin.”

‘VAN ÊŞAN EZMÛNÊN MEZIN DAN ME’

Rîham bal kişand ku piştî fermanê civaka Êzidî destkeftiyên gelekî girîng bi dest xistine û got ku ev bi hêsanî nehatine bi dest xistin; bi saya xwîn, ked, fedakarî û îradeya civakê hatine qezenckirin û wiha domand, “Şengalê şahidiya êş, zehmetî û karesatên gelekî mezin kir. Ji ber vê van êş û zehmetiyan ezmûnên gelekî mezin dan me. Di heman demê de bûn sedema avabûna îradeyeke xurt. Bi saya vê îradeyê berxwedanek mezin pêş ket û destkeftiyên girîng hatin bi dest xistin. Di vê fermanê de herkesî berpirsiyariya xwe hilda ser milên xwe; jin, ciwan, kal, zarok. Herkesî erka xwe anî cih.

Yek ji van destkeftiyan jî di sala 2015’an de avabûna meclîsan bû. Di 12 salên dawî de civaka Êzidî, cihên ku Hikûmeta Iraqê vala hiştibûn bi rêxistiniya xwe tije kir; ji aboriyê heta perwerde, tenduristî û parastinê di her qadê de saziyên xwe ava kirin. Civaka ku di dîrokê de cara yekem e ne tenê di parastinê de, di her qada jiyanê de xwe rêxistin dike, ji fermanên borî ev ders derxist ku gelê bêparastin nikare hebûna xwe biparêze. Ji ber vê yekê parastinê wek mafê xwe yê herî rewa û tiştekî dest jê nayê berdan dibîne.

Rîham da zanîn ku komployên li dijî Êzidiyan berdewam dikin û destnîşan kir ku civak êdî gihîştiye hişmendiya parastina hebûna xwe û birêvebirina xwe. Rîham, anî ziman ku meclîsan di rawestandina fermanên nû de roleke girîng lîstin û destnîşan kir ku heke ev sazî nebûna Êzidî nedikanîn vegerin Şengalê û nasnameya xwe biparêzin. Rîham, anî ziman ku tevî derfetên kêm jî, bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi perwerdeya ku girtine li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û ew li Şengalê têkbirine.

‘TAJÊ NASNAMEYA BERXWEDANA JINÊN ÊZIDÎ YE’

Rîham Hesen ku îro Berdevka TAJÊ ye, dibêje ku TAJÊ yek ji destkeftiyên herî girîng ên civaka Êzidî ye. Rîham, anî ziman ku jinên Êzidî di dîroka xwe de cara yekem e ku rêxistineke xweser avakirin, hatin ba hev û bûn xwedî îradeya ku biryarên xwe bi xwe digirin. Rîham, da zanîn ku ewil endamên TAJÊ yên di sala 2016’an de hatî avakirin dayik bûn û got ku dayikan ciwanan teşwîqê tevlîbûna berxwedan û hêzên parastinê kiriye û rê li ber jinan vekir. Rîham, diyar dike ku wan li ser fikir û felsefeya Rêbertî xwe rêxistin kirine û got ku di her rewşê de li ber wan tenê du rê hebûn: Ya teslîmiyet ya jî berxwedan û got ku wan berxwedan hilbijartiye.

Di dema fermanê de gelek Êzidî koçî Rojava û Başûr bûn, lê yên li ser çiyê man berxwedan domandin. Rîham, anî ziman ku tevî hejmara wan kêm bû jî, bi saya biryara ku vê komê girt vegera li Şengalê pêkan bû û got, “Piştî vê berxwedanê Şengal ji nû ve hat avakirin, civak vê carê bi îrade û destkeftiyên xwe vegeriya ser axa xwe.”

Rîham destnîşan kir ku ev pêvajo bi bedelên giran hat jiyîn û got ku bi taybetî li dijî jinan şerekî taybet ê dijwar hat meşandin. Rîham, bal kişand ku tevî biçûkxistina keda jinan jî, ew di rêza herî pêş a berxwedan û şer de cih girtin û got, “DAÎŞ’ê dixwest bi rêya jinan civaka Êzidî tune bike, lê bi berxwedana jinan ev plan hat vala derxistin. Ji ber vê yekê jinan di her qadê de rêxistinên xwe ava kirin, biryarên xwe bi xwe girtin û ev yek bêtir hêz da me.”

DAYIKAN BI DESTÊN XWE ÇEPERÊN ŞER ÊN PÊŞMERGAN RÛXANDIN

Rîham hewldana hêzên pêşmerge yên di sala 2017’an de ku xwestin dîsa derbasî Şengalê bibin, êrîşî YJŞ û YBŞ’ê bikin û di navbera Sinûn û Xanesorê de çeperan çêbikin wiha vedibêje, “Li gorî wan civaka Êzidî qels bû û nedikarî xwe biparêze. Di wê demê de yên herî bi hêz li ber wan rawestiyan dîsa dayik û jin bûn. Jinan bi destên xwe çeperên wan ên şer rûxandin. Pêşmergeyên hatibûn di nav matmayînê de man û digotin ‘Me ev çeper bi kepçeyan çêkirin, hûn çawa bi destên xwe dirûxînin?’ Xezebeke gelekî mezin a civakê li hemberî pêşmergan hebû; ji ber ku ev tiştekî hêsan nebû ku bihata bîrkirin.

Di dema fermanê de bi hezaran keç û jinên Êzidî dîl hatin girtin û rastî destdirêjiyê hatin. Civak nikare van tiştan ji bîr bike, efû bike û qebûl bike. Heta ku ev civak hebe dê îxaneta malbata Barzanî ji bîr neke. Çawa ku berxwedana şervanên azadiyê di dîrokê de bê gotin, ê rev û îxaneta pêşmergan jî wiha bê gotin. Şermezariya ser rûyê wan wê ti carî paqij nebe. Heta ku hesab ji wan neyê xwestin, ev hemû wê di bîra civaka Êzidî de bimînin. Heta ku tenê jinek me jî di destê çeteyan de be, ev birîn wê her dem vekirî bimîne.”

GEFA LI SER ŞENGALÊ HÎN JÎ BERDEWAM DIKE

Hê jî nêzî 2 hezar 500 keç û jinên Êzidî di destê DAÎŞ’ê de ne. TAJÊ bi salan e ji bo rizgarkirin û vegerandina van dîlan xebateke dijwar dimeşîne. Heta îro bi saya van xebatan gelek jin hatin rizgarkirin. Rîham bi gotina “Gihîştin û rizgarkirina van dîlan berpirsiyariya me hemûyan e” axaftina xwe wiha bi dawî dike, “Dewleta Iraqê vê meseleyê wek girêkek ewilî nabîne. Di van 12 salan de xwestin ev mijar bê jibîrkirin; lê em ê vê fermanê tu carî ji bîr nekin. Em wek civaka Êzidî ya li Şengalê xwediyê doza xwe ne. Di vê rêyê de bi sedan hevrêyên me şehîd bûn.

Ji bo em xeyal û armancên şehîdên xwe pêk bînin; azadiya xwişk û dayikên xwe pêk bînin û Şengal bibe xwedî statu, wê heta dawiyê têkoşîna me bidome. Eger zimanê van keviran heba, wê hem êşên çêbûne hem jî berxwedana hatî raberkirin pir baştir vegotiban. Îro hîna gefên mezin li ser me hene. Ev ne fermaneke welê bû ku hema qewimî û qediya, êdî bila dubare nebe. Em bi hêza xwe û rêxistinbûna xwe bawer dikin. Îro em di nava pêvajoya entegrasyona demokratîk de ne. Li her dera Rojhilata Navîn guhertinên siyasî û civakî çêdibin. Em jî parçeyekî van guhertinan e. Em ê nehêlin ev guhertin li ser esasê berjewendiyên hêzên desthilatdar şêwe bigirin.

Guhertinên heyî divê ji bo feydeyê civaka me be. Ji bo vê jî divê em pêşengtiyê bikin. Em bi hêvî ne û bawer dikin ku weke civak em ê bihijin armanca xwe ya Şengala azad. Em hêvî dikin ku ev salvegera fermanê bibe wesîleya yekîtiya civaka Êzidî. Berê wisa digotin; ‘eger em nebin yek, em ê yek bi yek tune bibin’. Lê êdî mesele yek bi yek tunebûn nîne; eger em nebin yek em ê bi hev re tune bibin. Ev ferman ji bo me bû darbeyeke pir mezin. Lê em tune nekirin. Tam berevajî, îro bi gavên saxlem em ber bi azadiyê ve dimeşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan
Nûçeya Pişt re Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê ji bo Talat Turkoglu edalet xwestin

Dayikên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn ku beriya 30 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên girtiyan bang kir: Em zarokên xwe dixwazin

Şêniyên Qamişloyê li Çerxerêya Rojava bi daxuyaniyekê daxwaza berdana girtiyan kir û banga li gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

MHP: Pêvajo meseleyeke dewletê ya nayê taloqkirin e

Endamê komîsyona li Meclîsê û Cîgirê Serokatiya Giştî ya MHP’ê Fethî Yildiz ji bo pêvajoyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?