Li taxa Xiwêranê ya Hesekê, di êrişa provokatîf de zerar li milkên taybet û cemaweriyê hate kirin û êriş li sembolên Kurdan hate kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo êriş negihêje bakurê Hesekê dest lê wedan û tedbîrên ewlekariyê wergirtin.
Roja Pêncşemê li Qada Aştiyê ya bajarê Hesekê dema ku parêzgar û rûspiyên Hesekê xwest ala Sûriyeyê rakin, xwepêşandan çêbû û tabelaya navê qadê bi zimanê Kurdî, Suryanî û Erebî li ser hatibû nivîsandin, çirandin.

