Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a li Başûrê Kurdistanê bi boneya 28’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêber Apo hatibû kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî ramanwerê Kurd Rêber Apo, ne tenê rûdaneke siyasî yan jî derbeyeke li dijî rêxistineke siyasî bû, berevajî vê êrişeke sîstematîk û cîhanbînî ya desthilatdariya hegemonîk a kapîtalîst û dewleta faşîst bû ku li dijî vîna azadîxwaz a mirovahiyê û hewldanek ji bo desteserkirina biryara azad a neteweya Kurd bû.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Rêber Ocalan wekî afirînerê felsefeya civaka demokratîk, bi xwendina heqîqeta dîrokî û pêşbîniyên xwe yên diyalektîkî yên li ser aloziyên cîhana hevçerx, zindana Îmraliyê ji cihê cezakirinê guhertiye û kiriye navendeke ramanî û zanistî ji bo avakirina dadperwerî û aştiyê. Ev berxwedana Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê, mirovahî ji binpêkirina modernîteya kapîtalîst û qeydên dewlet-neteweya klasîk rizgar kir û gihand asteke bilindtir a xwebirêvebirinê.
Di heman demê de, tevî ku 27 salin di girtîgehê de ye û di bin tecrîd û êşkenceya derûnî de ye, ne tenê vîna ramanî ya Ocalan nehatiye şikandin, belku desthilatdarî ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve jî rastî îflaseke piralî hatiye.
Em wek ‘Komîteya Azadiya Ocalan’, di vê rojê de dubare dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya vê ramanwerê mezin, emê bê navber xebat û çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha em tekezî li ser pûçkirina komployan dikin û bang li gelê Kurd û hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku refên xebata xwe ya sivîl û fikrî yek bikin. Çareseriya rastîn bi serxistina pêvajoya aştiyê, projeya Konfederalîzma Demokratîk û avakirina komareke demokratîk pêkane. Paradîgmaya Rêber Ocalan jî dibe nexşerêyeke giştî ji bo rizgariya neteweya Kurd û hemû gelên herêmê.”

