Bi krîza aborî re li Kurdistanê pirsgirêka debarê her roj girantir dibe. Ne tenê li bajaran, krîz û giraniya jiyanê li gundan jî tê dîtin. Krîzê sewalkarî aniye ber qedandinê. Gundiyên ku bi şîr û goştê sewalên xwedî dikin debara xwe dikin, ji ber bihayê zêde yê êm û talankirina ekolojîk zor û zehmetiyan dikişînin.
HEM LI HEMBERÎ KRÎZA ABORIYÊ HEM JÎ LI DIJÎ TALANKIRINA XWEZAYÊ TÊDIKOŞIN
Yek ji deverên ku ev pirsgirêk lê heye navçeya Pasûr a Amedê ye. Li navçeyê ku ji ber qadeke çiyayî ye derfetên çandiniyê lê kêm in, gundî bi giranî sewalkariyê dikin û bi vî rengî debara xwe dikin. Enver Narînç ku nêzî sih sal in sewalkariyê dike, yek ji wan e.
Enver Narînç ku li gundê Temiran ê ser bi navçeyê dimîne, karê ku bi heywanekî destpê kir bi demê re mezin kir. Narînç ku bi hatineya ji heywanan zarokên xwe mezin kir û debara xwe pê kir, niha ji ber krîza aboriyê û talankirina xwezayê weke berê nikare debara xwe bike. Ji ber zêdebûna bihayê êm heywanên xwe bi zorê xwedî dike û weke berê hatineyê jê nagire, her wiha ji karên lêgerîna li maden û petrolê jî aciz e ku ji par ve li gundê wan tê kirin.
Şîrketa TPIC Anonîm a ser bi Petrolên Tirkiyeyê (TPO) ji par ve li herêmê li petrol û madenê digere. Şîrketê ku li cihekî nêzî Licê şantiye daniye, li pênc navçeyên bajêr karekî berfireh ê lêgerîna li petrolê dimeşîne. Li Pasûrê jî bi hezzaran dar birî ye û ber bi çiyê ve rê çêdike. Şîrket bi dînamîtan madenên li binê erdê tespît dike.
Şîrket ku ji bilî birîna daran karekî nake, tê payin ku piştî qedandina karê xwe yê li Licê berê xwe bide Pasûrê. Ji ber karê lêgerînê jî li gundan bi hezaran dar hatin birîn û çêrgehên heywanan kêm bû. Enver Narînç işaret bi vê yekê kir û fikarên xwe anî ziman ku eger madenek bê tespîtkirin wê qada jiyana xwezayî ya li gundê wan tine bibe.
Enver Narînç anî ziman ku ji ber zêdebûna bihabûnê, krîza aboriyê, projeyên bendav, maden û petrolê yên li herêmê gefê li çavkaniyên debarê û qadên jiyanê dixwin. Narînç ragihand ku sewalkarî êdî nema dikare bê kirin.
Narînç got, “Niha yekane karê min sewalkarî ye. Çêlekan xwedî dikim. Min zarokên xwe hemû bi van heywanan xwedî kir û mezin nkir. Li gorî derfetan me şîrê wan firot û bi wî pereyî jî hewl dan vî karî dewam bikin.”
‘BIHAYÊ ÊM LI GORÎ BERÊ BI DU QATÎ ZÊDE BÛ’
Narînç diyar kir ku herêma ew lê ne ji ber çiyayî ye derfetê çandiniyê lê nîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Yekane derfet sewalkarî ye. Em naxwazin ji vê derê koç bikin û biçin bajaran. Lewma hewl didin bi vî rengî debara xwe bikin. Em gelekî kedê didin, lê belê salên dawî mesrefa sewalkariyê zêde bû. Me berê êm û ka bi erzanî dikirî, lê belê krîza aboriyê weke her tiştî bandor li wê jî kir. Em niha kîloyekî ka bi du qatî biha dikirin.”
‘LÊGERÎNA LI MADENÊ WÊ BI KÊRÎ ME NEYÊ’
Narînç ragihand ku li gel pirsgirêkên aboriyê gef li ser qadên jiyanê heye û bi van gotinan nerazîbûn nîşanî karên lêgerîna maden û petrolê ya li herêmê da: “Li gel bihabûn û vê krîzê, sewalên me û qadên me yên jiyanê di bin gefê de ne. Li herêma me ji par û vir ve lêgerîna li petrol û madenê heye.
Her wiha Bendava Sîlvanê jî li ber gundê me tê çêkirin. Di lêgerîna li petrolê de bi hezaran dar hatin birîn û karên lêgerînê dewam dike. Eger bê dîtin wê hîn bêhtir dar bêne birîn û qirkirinekê bikin. Li gel vê yekê wê yekane çavkaniya me ya debarê jî tine bibe. Em dixwazin ev zerar bê dîtin. Em vê talanê qebûl nakin. Em dixwazin li ser xaka xwe, li nava xwezaya xwe bi rengekî azad bijîn û debara xwe bikin.”

