Li Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet, bikaranîna madeyê, çetebûyîn û hewldanên dejenerekirina civakî, ciwan hewl didin rêxistiniya xwe xurtir bikin. Rêxistinên ciwanan diyar dikin ku bi taybetî salên dawî bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayin ku ciwan ji jiyana civakî bêne dûrxistin û li hemberî van polîtîkayên karên xwe yên li qadên çandî, civakî û demokratîk zêde dikin.
Komeleyên ciwanan ên di vê çarçoveyê de li Amedê dest bi kar kirin, dixwazin ciwanan li ser zemîna têkoşîna hevpar bicivînin û li dijî pirsgirêkên civakî bibin xwedî gotin û biryardanê. Bi vê armancê jî li qadên çand, huner, perwerde û sporê karên cuda dimeşînin.
Endamê Komeleya Em ji bo Paşerojê li vê derê ne Semîh Yurek li ser karên li bajêr ji ANF’ê re axivî û qala armanca avabûna komeleyê û pirsgirêkên ciwanan kir.
‘ME XWEST KU PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ YÊN HEYÎ ÇARESER BIKIN’
Yurek ragihand ku pêvajoya damezrandinê ya komeleyê bi lêgerîna çareseriyê ji pirsgirêkên civakî destpê kir û got, “Sedema esasî ya avabûneke civakî çareseriya pirsgirêkên heyî yên civakî ye. Di nava civaka me de, li nava gelê me û di asta sîstemî de pirsgirêkên gelekî cidî hene. Têkildarî van pirsgirêkan hem fikrê me hebûn hem jî derdê me. Heta ku mirov nebin xemxur nikarin derman bibînin. Me jî xwest bibin dermanê vî derdî, qadeke welê ava bikin ku karibin yekser xwe bigihînin ciwanan. Me bi vê armancê GÎB-DER ava kir.
Armanca me ew bû ku pirsgirêkên ku ciwan pê re rû bi rû têne hiştin çareser bikin. Rastiyeke welê niha heye ku bi polîtîkayên şerê taybet hewl tê dayin ku ciwan bêne rizandin. Nedibû ku me tenê li vê temaşe bikira. Ji ber vê jî me GÎB-DER ava kir û hewl dan zemîneke rêxistinbûyî damezrînin ku ciwan karibin xwe bigihînin wê.”
‘CIWANÊN KU DIFIKIRIN HER TIM DIBIN HEDEF’
Yurek anî ziman ku ciwan di herikîna dîrokê de timî li zexta sîstemên serwer rast hatin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Rastiyeke welê heye ku ciwanên dikarin bifikirin zêde xweş nehate dîtin. Ciwan timî ya nû dixwazin. Ji ber xwezaya xwe berê xwe nade ya kevnşeop û statukoparêz. Ji ber vê jî ciwan her tim ji aliyê sîsteman ve weke gefekê hatine dîtin.
Zextên fîzîkî heta astekê dikare bandorê li ciwanan bike. Lê belê armanca esasî ew e ku ciwan ji aliyê fikrî ve bêne bêbandorkirin. Ya ku sîstem dike jî ev e. Dixwazin ciwanan bitevizînin, welê lê bikin ku nefikirin û ji hilberînê qut bikin.”
‘NARKOTÎK YEK JI AMÛRÊN BINGEHÎN ÊN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET E’
Yurek ragihand ku narkotîk yek ji amûrên şênber ên polîtîkayên li dijî ciwanan e û got, “Narkotîk kirin yek ji rêyên esasî yên lawazkirina fikrî ya ciwanan. Mejiyekî hatibe tevizandin û bi madeyê ve hatibe girêdan, nikare hilberînê bike. Ew mejî bi demê re xwe diqedîne, dirizîne.
Piştî sala 2016’an malbat nema ku narkotîk nekete nava wan. Ji ber ku em li qadê ne, vê yekê dikarin bi hêsanî bibêjin. Hat asteke welê ku hin malbatan ji bo zarokên wan madeyên hîn girantir ên narkotîkê bi kar nînin, ji zarokên xwe re digotin ku zerara esrarê hîn kêmtir e. Ev yek asta bêçaretiyê radixe pêş çavan.
Em dibînin ku zarokên kêmî deh salî bi narkotîkê re rû bi rû dimînin. Li parkan em vê yekê dibînin. Beriya bi demeke nêz li pêşiya dibistanan şekirên ku narkotîk tevlî wan hatibû kirin li zarokan hate belavkirin û hin zarok ji ber vê yekê nexweş ketin û rakirin nexweşxaneyê. Ev yek nîşan dide ku rizandin li ser civakê tê ferzkirin.”
‘QUMAR, GIRÊDANAN BI NARKOTÎKÊ Û RIZANDINA CIVAKÎ BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE’
Di dewama axaftina xwe de Yurek anî ziman ku li gel narkotîkê qumar a dîjîtal jî ciwanan dike hedef û bi vî rengî pê de çû: “Girêdan ne tenê bi narkotîkê ve ye. Qumar jî parçeyek ji heman polîtîkayê ye. Ciwanê ku ketiye nava narkotîkê bi demê re ji bo vê fînanse bike berê xwe dide qadên cuda. Dizî, sûc, mekanîzmayê talankirinê yên cuda dikevin dewrê.
Ji aliyekî ve narkotîk, li aliyê din jî qumar a dîjîta ciwanan ji rastiya wan dûr dixînin. Dawiya dawî girê dide, lawaz dike û ciwanan ji jiyana civakî dûr dixîne. Hewl dide ciwantiyeke bi vî rengî biafirîne.”
‘RÊXISTINÎ ÇARESERIYA POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET E’
Yurek destnîşan kir ku mirov hebûneke civakî ye, jehrkuja polîtîkayên şerê taybet jî rêxistinî ye û got, “Mirov zindiyekî civakî ye. Rêya hebûn û azadiya mirov, kombûna li hev e. Mirov ne hebûneke welê ye ku karibe bi tena serê xwe bijî. Em bi civakîbûnê re bûn mirov.
Ji ber vê jî rêya têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet kombûna li hev a ciwan û civakê ye. Divê çanda hevkariyê jinûve bê avakirin. Pêwîste mirov bi hev re bibin xemxurên pirsgirêkên hevpar. Ji aliyê civakî û çandî ve divê jiyana hevpar bê mezinkirin.
Civakeke ku heta bi şaneyên xwe cuda bûye, şensê xwe yê serketinê nîne. Rizandina civakî ya salên dawî nîşaneya herî eşkere ya vê yekê ye. Rêya bidawîkirina vê rewşê jinûve civakîbûn e. Ciwanên rêxistinbûyî û civaka rêxistinbûyî dikare vê pêk bîne.”
‘DI BIN SÎWANA GÎB-DER’Ê DE 8 KOMÎNÊN CUDA HATIN AVAKIRIN’
Yurek diyar kir ku di bin sîwana komeleyê de qadên kar hatin avakirin û got, “Ji tenduristiyê heta bi hiqûqê, ji sporê heta bi dîjîtalê, ji matematîkê heta bi ekolojiyê me 8 komînên cuda ava kirin. Di nava van komînan de hevalên me kar dikin. Komîna me ya sporê li parkên li bajêr çalakiyên sporê lidar dixin. Komîna me ya tenduristiyê karê tenduristiyê dike. Komîna me ya matematîkê wê kursên matematîkê yên bi Kurmancî û Zazakî bide. Kursên me yên ziman wê hebin.
Li qada çand û hunerê wê fîlm bêne nîşandan, muzîk hebe û çalakiyên cuda bêne lidarxistin. Kursên satrançê, perwerdeyên bernameyên robotîk, atolyeyên ewlekariya sîbe wê hebin. Ji 7’ê Hezîranê û pê ve em ê di pratîkê de dest bi kursên xwe bikin. Heta niha pêvajoya qeydkirinê dewam dike.”
‘PÊWÎSTIYA CIWANÊN KURDISTANÊ BI XWEBÛNÊ HEYE’
Yurek destnîşan kir ku pêwîstiya sereke ya ciwanên Kurdistanê hişmendiya “xwebûnê” ye û got, “Divê ciwan bi rengekî rêxistinbûyî li hev bicivin. Sûdwergirtina ji tecrûbeyên cîhanê jî girîng e. Divê bi parastina nirxên xwe, em ya nû biafirînin. Tişta bingehîn a ku pêwîstiya ciwanên Kurdistanê pê heye, xwebûn û mezinkirina jiyana rêxistinbûyî ye. Rêya bidestxistina gerdûnîbûnê jî xwedîderketina li nirxên xwe ye.”

