Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Emîr Kerîmî, bi boneya greva giştî û çalakiyên çaremîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi peyameke bi dîmen spasiya xwe pêşkeşî gelê Kurd kir.
Kerîmî di peyama xwe de got; “Bi boneya salvegera çaremîn a şoreşa dîrokî ya ‘Jin Jiyan Azadî’, li ser navê partiya me û li ser navê Rêveberiya Dewreya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê , ez hemû şehîdên vê şoreşê yên li Rojhilatê Kurdistan û tevayî Îranê şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînim. Ji malbat û xizmên şehîdan re sersaxiyê dixwazim.”
Hevserokê PJAK’ê di dewama peyama xwe de bal kişand ser giringiya hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd û wiha axivî; “Ev yek îspat kir ku gelê Kurd gelekî xwedî rêxistin û îrade ye. Ew gelekî bi hev ve girêdayî ye. Gelê me bi awayekî siyasî difikire û berjewendiyên xwe dizane. Gelê Kurd, gelek ku dê di dema xwe de helwestên gerdûnî nîşan bide, bi wan helwestan hêz û îradeya xwe nîşan bide. Her wiha hêzeke ku bê guman wê bandorê li pêşeroja siyasî ya Îranê bike.”
Hevserokê PJAK’ê Emîr Kerîmî di dawiya peyama xwe de wiha got; “Di bin van şert û mercan de, grev xwedî wateyek mezine û dê bandorek girîng bike. Ji ber vê yekê, em spasiya xwe ji gelê xwe re pêşkêş dikin ku bi helwestek yekgirtî û beşdarbûnek berfireh, piştgiriya xwe ji bo bangewaziyê nîşan da û bi helwestek dîrokî, ruh û ala ‘Jin Jiyan Azadî’ parast. Ala ‘Jin Jiyan Azadî’ wê geş û bilind bimîne.”

