Tê plankirin ku civîn di çarçoveya civînên 81’emîn ên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de pêk were. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên Fransayê, yek ji xalên girîng ên rojeva karên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê hişê çêkirî be. Fransa ku meha Îlonê erka serokatiya demkî ya Konseya Ewlekariyê bi rê ve dibe, dixwaze rîskên ewlekariyê yên ku sîstemên hişê çêkirî yê herî pêşketî bi xwe re bîne, bê nirxandin. Hefteya asta bilind a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê di navbear 18 û 28’ê Îlonê de be.
Fransa diyar dike ku divê fikarên dibêjin, hişê çêkirî li ser mirovahiyê dikare bibe ‘gefeke hebûneyê’ cidî bê dîtin. Rêveberiya Pasîsê bang dike ku modelên hişê çêkirî beriya ji bo bikaranînê bê pêşkêşkirin divê were nirxandin û piştre bê kontrolkirin, dema ku qezayên cidî yan jî bûyerên ewlekariyê rû dan, di navbera dewletan de agahî bêne parvekirin.
Lê belê ev nêzîkatî li helwesta Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump rast tê. Donald Trump roja Duşemê îdîayên ku dibêjin hişê çêkirî dikare mirovahiyê tine bike weke ‘nerast’ pênase kir.

