Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li gelek bajaran daxuyanî da û diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde bêçekbûn bi tenê têr nake û got ku divê ewlehiyên hiqûqî bên dabînkirin û reformên demokratîk bên pêkanîn.
ÎHD’ê xwest ku sepanên qeyûman bi dawî bibin, şaredarên hilbijartî vegerin ser peywirên xwe û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bên cîbicîkirin.
ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş bên berdan, azadiya xwe îfadeyê û rêxistinbûnê di bin ewlehiyê de bê girtin û pirsgirêkên têkildarî ziman, nasname û çanda Kurdî bên çareserkirin.
ÎHD’ê, daxwaz kir ku windakirinên bi zorê û kuştinên faîlên wan nediyar ên di dema borî de qewimîne, bên ronîkirin.
ÎHD’ê di dawiyê de destnîşan kir ku jin, ciwan, civaka sivîl û malbatên mexdûran divê tevlî pêvajoya aştiyê bibin.
ÎHD’ê her wiha teqez kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê rêgezên hiqûqî, reformên demokratîk û hevrûbûnê bi hev re bên meşandin.

