Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’
Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

Di encamnameya Civata Giştî ya Navberê ya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de hate gotin, "Divê partiyên siyasî, sazî, welatparêz û rewşenbîrên Kurd bi vê têgihiştin û berpirsyariyê tevbigerin û Yekîtiya Neteweyî bikin esasî her karî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Parka Rihanê ya li navçeya Rezan a Amedê bi daxuyaniyekê Encamnameya Civata Giştî ya Navberê ku 24’ê Cotmehê hatibû lidarxistin eşkere kir. Li gel hevberdevkên înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, gelek endamên înîsiyatîfê di daxuyaniyê de amade bûn.

Daxuyaniya Dimilkî ji aliyê endamê Sekreteryaya Înîsiyatîfê Mûrat Kan; Kurmanciya wê jî Endama Sekretreteryaya Înîsiyatîfê Songul Korkmaz ve hat xwendin.

Encamnameya înîsiyatîfê wiha ye:

“Di civîna navberê ya Civata Giştî ya ku me pêk anî de, di nirxandinên delegasyona me yên, di derbarê pêvajoyê û nerînên civakê de tespîtên girîng hatin kirin. Gelê Kurd û gelên herêma Rojhilata Navîn di pêvajiyeke dîrokî re derbas dibin.

Li gel pergala serdest, hêzên herêmî û hewldanên netewdewletên statûkoparêz ên belavkirin û astengkirina hebûna gelê kurd û di lêgerîna tunekirina destkeftiyên gelê kurd de ne, berdewam in. Hewldan û qewimînên li Rojava mînakên berbiçav ên van nêrîn û tespîtan in.

Ev pêvajo, ji bo nirxandina van destkeftiyên di destê gelê kurd û gelên herêmê de, ji bo xebûna wan û berdewamiya çand û zimanê wan pêvajoyeke girîng e.

Ji ber ku gelê Kurd di dema parvekirinên emperyalist ên yekemîn û duyemîn de vîna yekîtiyê bi pêş nexist, bi her awayî mafê wî yên neteweyî tune hatin hesibandin û rastî qirkirinên mezin hat. Di vê pêvajoyê de, gelê kurd li gorî biryardariya feraset û nêzîkatiya vîna xwe ya neteweyî dê gelek derfetan bidest bixe û ev helwest û hişmendiya neteweyî, dê derî li ber destketiyên nû vebike.

Hem kojonktûra navneteweyî, hem jî rastiya Rojhilata Navîn, ji bo gelê kurd û gelên herêmê fersendên girîng pêşkêş dike. Bi qasî ku fersendan peşkeş dike, dibe rê li ber gelek xetereyên mezin ên tunebûnê jî vebike. Dive ev rastî jî bi awayekî pêşbîn were nirxandin û dîtin. Lê ya ku encamê diyar bike, dê nêzîkatî û lêgerîna gelê kurd a Yekîtiya Neteweyî be.

Bidestxistina statû û nasnameya xwe, ya gelê kurd di vê helwesta lêgerîna Yekîtiya Neteweyî re derbas dibe. Yekîtiya Neteweyî, ji hemû dem û serdeman zêdetir di rojeva gelê Kurd de ye.

Xebat û hewldanên Yekîtiya Neteweyî yên ji hemû alî û derdorên siyasî ve girîng in, lê hevparkirina vê helwest û hewldana bi ruhê neteweyî, zêdetir bi wate ye. Forûma “MERI” ya ku li bajarê Hewlêrê pêk hat û ew wêneyê yekîtiyê, bêhna hemû kurdan fireh kiriyê û bûye mînakeke erênî ya pêkanbûna Tifaq û Yekîtiya Neteweyî ya gelê Kurd.

Bi qasî têkoşîn û berxwedanên ku di dîroka gelê kurd de pêkhatine, 50 salên dawî yên têkoşîna azadiya gelê kurd jî girîngiya Yekîtiya Neteweyî nîşanî me daye. Vê têkoşîna 50 salên dawî, bi awayekî xwezayî di nava gelê kurd de hestên hevpar ên neteweyî afirandiye. Lê heta ku ev helwesta yekîtiya Neteweyî li çar aliyê Kurdistanê bi awayekî giştî neyê meşandin, dê gihîştina ew hêvî, armanc û hedefa azadiyê û jiyana azad dereng bimîne û bi derengî pêk were. çavdêrî û cerebeyên dîrokê vê rastiyê nîşanê me didin.

Yekîtiya Neteweyî, bi qasî avakirina stratejiya yekîtiyê û parastina destkeftiyan, dê di mayîndebûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî rol û rista xwe bilîze. Piştî şer û pevçûnên 52 salan, bi banga birêz Ocalan a 27ê Sibata 2025an, çekberdana PKKê û di pey re jî vekişîna derveyî sînor a hêzên çekdar, gelek girîng û watedar e. Niha em di wê rewşê de ne ku, me fersendeke dîrokî bidest xistiye.

Eger ev fersend ji dest were berdan, ev yek dê bibe sedem ku gelên herêmê di siberojê de dîsa bi şer, pevçûn û qirkirinan re rû bi rû bimînin. Çawa ku, tu kes û alî di şer de bi ser nakevin, di heman demê şer tê wateya rûxandina xwezayê û wendakirina nirxên hemû mirovahiyê jî.

Bi tenduristî û silametî meşandina vê pêvajoyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Pêkhatina pêwistiya Çarçoweya Zagonî ya ku bi piştgiriyeke mezin li meclisê hat erêkirin, di serî de gelê kud, hemû gelên herêmê bi hêvî û bendewariyeke mezin li bendê ne ku, demek zûtir ev zagon bikevin meriyetê û encamên wê ji aliyê civakê ve werin zanîn û dîtin.

Dîtina weke sermuzakerevan a birêz Ocalan, di şert û mercên wekhev de û bi awayekî azad meşandina pêvajoyê, dê baweriya tevahiya gelên li tirkiyeyê dijîn xurtir bike û encamên erênî bi xwe re bîne.

Gelê Kurd xwediyê wê hişmendiya rêxistinî ye ku dikare Yekîtiya xwe ya Neteweyî pêk bîne. Di serî de Partiyên Siyasî, Peywir û berbirsiyariya ku dikeve ser milê her Rewşenbir, Hunermend û welatparêzên kurd, berhevkirin, komkirin û parastina van destkeftiyên ku di encama têkoşîna bêhempa de hatine bidestxistin e.

Bi qasî avakirina vê feraseta neteweyî, afirandina xwerêxistinkirina bi hestên neteweyî jî ewqas girîng e. Li beşa bakûrê kurdistanê, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk jî, ji bo rol û mîsyoneke bi ruhê neteweyî hatiye fikirîn û damezirandin.

Divê neyê jibîrkirin ku, rêya hebûna gelê kurd, naskirina çand, ziman û nasnameya gelê kurd jî, bi hêzdayîn û xurtkirina lêgerîna vê yekîtiyê ve girêdayî ye.

Heta ku gelê kurd yekîtiya xwe pêk neyne, dê nikaribe vê feraseta statûkoparêz a ku van netewdevletan ava kirine hilweşîne.

Divê neyê jibîrkirin ku, yekîtiya demokratîk jî bi Yekîtiya Neteweyî pêkan e. Pêkhatina Yekîtiya gelê kurd, di heman demê de tê wateya demokratîkbûna tevahiya Rojhilata Navîn.

Yekîtî sedema me ya hebûnê ye û divê sedema hebûna me jî yekîtiya me be. Her wiha yekîtî ji bo me pêdiviyeke jiyanî û jêneger e. Heta ku bi ruh û feraseta neteweyî sazîbûn û sazûmanî neyê avakirin, di sedsala 21emîn de azadiya rasteqîn a gelê kurd jî pêkan nabe.

Peywir û berpirsiyariya pêşikî ya Partiyên Siyasî, alî û derdor, saziyên sivîl û demokratîk, nîşandana helwesta neteweyî û hizmeta ji bo vê hişmendiya neteweyî ye. Pîvana welatparêziyê jî, dûrmayîna ji helwest û nêzîkatiyên astengkirina Yekîtiya Neteweyî ye.

Em hemû xebatên partiyên Siyasî yên ku ji yekîtiya neteweyî re xizmetê dikin dişopînin û girîng dibînin. Em dibînin ku sekna parçabûyî ya alî û derdorên li pêşiya pêvajoyê û yekîtiya neteweyî dibe asteng, gel û civakê dixe nava fikar û metirsiyan.

Ji ber van sedeman, di serî de Partiyên Siyasî, yên li bakûrê Kurdistanê, hemû alî û derdorên welatparêz, ronakbîr û rewşenbîr bi baldarî û bi hişmendî tevbigerin, yekîtiya neteweyî bikin bingeha xebatên xwe û di hemû dem û serdemên têkoşîna aştî û azadiyê de xwediyê vê helwestê û di nava vê hewldanê de bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’
Nûçeya Pişt re Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla Şerzan Gabar şehîd bû

HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir û got, "Hevrêyê me Şerzan ku li Kobanê dest bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Behra Manşê rekor: Di rojekî de 1.194 koçber gihiştin Îngilîstanê

Hejmara koçberên ku ji bo xwe bigihînin Îngilîstanê Behra Manşê derbas kirin, di nava sala…

Ji aliyê Stêrk TV

Çay yan qehwe? Bandorên wan ên li ser tenduristiya hestûyan

Xebatên nû yên zanistî nîşan dan ku vexwarina çay û qehweyê ya bipîvan dikare rîska…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Brezîlyayê hilbijartina krîtîk: Lula yan Bolsonaro wê serbikeve?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?