Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Rizgar Diyar (Abdullah Karaviş) ê ji Şirnexê, ku şehadeta wî hate ragihandin, di têkoşîna ji bo jiyana demokratîk û azadiya gelê Kurd de, sala 2015’an li Hezexê şehîd bû. Mazlûm Rizgar Diyar ku da ser şopa xizmên xwe yên berê di nava têkoşînê de şehîd bû, heta şehîd bikeve li qadên cuda yên têkoşîna azadiyê wezîfe kir.
Kekê Mazlûm Rizgar Diyar, Hakim Karaviş dîroka têkoşînê ya malbata xwe û mîrateya şehîdan ji ANF’ê re vegot.
‘HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EM DEYNDARÊ KEDA ŞEHÎDAN E’
Hakim Karaviş bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku windahiya malbata wan ne tenê êşek e, di heman demê de berpirsyariya xwedîderketina li mîrateya têkoşînê ya şehîdan e.
Karaviş ragihand ku malbata wan salên dûr û dirêj di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih girt û bi van gotinan anî ziman ku wê heta dawiyê xwedî li keda şehîdan derkevin:
“Em bi rêzdarî bejna xwe li pêşberî şehîdên xwe ditewînin ku di nava têkoşîna azadiyê ya welêt de şehîd bûn. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em deyndarê ked û têkoşîna wan e. Em bi bawerî, rêzdarî û hurmeteke mezin Rêber Apo silav dikin. Bila serê Rêber Apo sax be. Malbata me jî di nava vê têkoşînê de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Ji malbata me kekê min Lezgîn Karaviş (Rizgar) di salên 1990’î de şehîd bû. Lê belê ne cihê gora wî ne jî detayên li ser şehadeta wî diyar bû. Sal di ser re derbas bûn, lê belê hîn jî em bi aqûbeta kekê min nizanin. Ev jî êşeke mezin bû ku bi serê malbatê ve hat.
“Demeke dirêj birayê min ê biçûk Abdullah Karaviş tevlî nava refan bû û têkoşîna şehîdan dewr wergirt. Birayê min jiyana xwe da azadiya gelê Kurd. Têkoşîna kekê xwe û hevrêyên xwe dewr wergirt. Birayekî min ê din jî sala 2015’an di berxwedana bajaran de 13’ê Mijdarê li Hezexê şehîd bû. Piştî bi salan, di sala 2026’an de weke gelek hevrêyên me yên di nava têkoşîna azadiyê de şehadeta wan jî bi fermî hate eşkerekirin.”
‘EM Ê HETA DAWIYA TEMENÊ XWE DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BIN’
Karaviş diyar kir ku malbata wan weke ‘Mala Şêxo’ tê naskirin û heta niha 19 şehîd dane û got, “Em heta dawiya emrê xwe deyndarê vê têkoşînê, xaka Kurdistanê û Rêber Apo ne. Eger ne ji vê têkoşîna Rêber Apo bûya, dibe ku îro haya me ji nasname, ziman û dîroka me ya Kurdan tinebûya. Ji bo me ev têkoşîn ne tenê têkoşîna çekdarî ye. Di heman demê de têkoşîneke welê ye ku jinûve xwedî li nasname, ziman, çand û hebûna gelê xwe derdikevin.”
‘SOZA ŞEHÎDAN JI BO ME WESAYETEK E’
Karaviş ragihand ku têkiliya şehîdan a bi xak û gelên Kurdistanê re ji bo wan girîng e û got, “Digotin, ‘Eger em rojekê şehîd bikevin, li ser kêlê gora me ‘Em deyndarê vî welatî ne’ binivîsînin. Em jî bi heman baweriyê dubare dikin ku em deyndarê vî welatî û Rêber Apo ne. Ji ber ku wan ev xak, ev gel û jiyana azad di ser her tiştî re dîtin. Jiyana xwe ji bo paşeroja gelên xwe feda kirin.
Giriyê piştî wan an jî bîranîna wan têrê nake. Divê mirov xwedî li ked, bawerî û têkoşîna wan derkevin. Weke malbat em hewl didin vê bikin. Xwedîderketina li bîranîna şehîdan, fêhmkirina têkoşîna wan û gihandina ji nifşên nû re ji bo me wezîfeyeke bingehîn e.
Divê ev yek bê zanîn, şehîd ne tenê yên me ne, şehîd yên her kesî ne ku dibêjin ‘Ez Kurd im, mirov im, mafên min hene’ û li ber zext û zilmê radibin.”
Karaviş destnîşan kir ku wê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û got, “Em ê xwedî li emaneta wan derkevin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em zanin ku deyndarê ked û têkoşîna wan e.”

