Serokwezîrê Skoçyayê û lîderê Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) John Swinney, Serokwezîrê Gallerê û lîderê Plaid Cymru Rhun ap Iorwerth û Serokwezîra Îrlandaya Bakur Michelle O’Neill di civîna ku li Cardiffê hat lidarxistin de hatin gel hev. Lîdera Sinn Féinê Mary Lou McDonald jî beşdarî lûtkeyê bû.
Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê lîderan ve hat îmzekirin de wiha hat gotin: “Mafê her neteweyekê heye ku bi rêyên demokratîk û li gorî vîna welatiyên xwe paşeroja xwe diyar bike.”
Aliyan teqez kirin ku şert û mercên siyasî û avaniyên destûra bingehîn li her herêmê cuda ne, di mijara diyarkirina paşeroja xwe de biryardariya ku ew ê bi hev re tevbigerin anîn ziman.
Di lûtkeyê de tevî serxwebûnê hevkariya nêzîk a di warê aborî, enerjî, tenduristî û têkiliyên bi Ewropayê re hat rojevê.

