Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: 8’ê Adarê ruhê demokrasî û azadiyê ye!
Jin

KJK: 8’ê Adarê ruhê demokrasî û azadiyê ye!

KJK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got, “Em soza xwe nû dikin û dibêjin, tarîtiya ku ji hêla serdestî û baviksalarî ve hatî afirandin em ê ji jiyana xwe derxînin û her rojê bikin 8’ê Adarê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2026 Dema xwendinê: 22 dq.
Parvekirin

Koma Jinên Kurdistan (KJK) di daxuyaniya li ser malpera xwe ya înternetê weşandî de, ev tişt diyar kirin:

“8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Navneteweyî, li hemû jinên cîhanê yên ku li mafên xwe yên kedê digerin, li mirovahiyê ku ji bo vê dozê têdikoşe û li jinên Kurd pîroz be! 8’ê Adarê ji bo hemû jinan roja yekîtî û têkoşînê ye. Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurd, em bi rêzdarî li hemberî bîranîna hemû jinên ku ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane ditewînin û em şiyarbûn û çalakiyên bi heybet ên jinan ku, tevî hemû zilm, tundûtûjî û komkujiyan, ku her aliyê jiyanê – li girtîgehan, çiyayan, kolanan, cihên kar, zevî û malan – veguherandine qadeke azadiyê silav dikin. Zêdetirî 40 salan e ku Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê têkoşînek mezin dide da ku îdeolojiya rizgariya jinan kûrtir bike, hêz û hişmendiya xweparastina jinan eşkere bike, temsîliyeta wekhev û azad a jinan di qada siyasî de misoger bike, li dijî zayendperestiyê di hemû warên jiyanê de bi ser bikeve û bi vê yekê azadiya jinan bilezîne. Me her tim bi jinên çar aliyên cîhanê re girîngî û wateyek mezin daye parvekirina encamên ku me di vê rêyê de bi dest xistine. Û niha, bi heyecan, coş û biryardariyek mezin, em armanc dikin ku sedsala 21. wergerînîn serdama azadiya jinan û ji bo pêkanîna şoreşa duyemîn a jin hewldidin di nav tevgera rizgariya jinan a gerdûnî de mîsyona xwe bicîh bînin.

Weke ku hûn ji nêz ve dişopînin, em dinava pêşvêçûnên pir bi lez û awerte de derbazî sala 2026’an bûn. Cîhan bi lez ber bi pergalekî pir bi kutup û parçebûyî ve diçe. Sîstema cîhanî hilweşiyaye. Rêberên populîst û maço berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê li ser hemû nirxên din didin pêş. Cîhana me ji ber pêşbaziya dijminane û têkiliyên desthilatdariyê nema dikare lê bijî. Kapîtalîzm, baviksalarî û desthilatdarî dibin sedema hilweşîna erdê di bin lingên me de. Ji ber van hemû sedeman, sîstema navneteweyî ya li ser bingeha maf û rêzikan li ber hilweşînê ye. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump, bi hemû kiryar û gotinên xwe, mixa dawî li tabûta dewleta neteweyî xistiye. Îro, despot û rêberên populîst û dijminê jinan rêzikên cîhanek di bin hilweşînê de diyar dikin. Mixabin, demokrasî niha nikarin vê meyla zirardar a berdewam jî sînordar bikin. Di vê rewşê de, pirsa sereke ji bo jinan ev e: divê em vê pêvajoyê çawa şîrove bikin û divê em xwe çawa bi cih bikin? Ev pirsa bingehîn e ku divê gel û bi taybetî jî jin, jê re bersivê biafirînin. Bi awayekî zelal derketiye holê ku sîstema navneteweyî, berevajî ya ku tê îdîakirin, çarçoveyek parastinê, hevsengiyê ji bo jiyana gelan pêşkêş nake, lê ew hem sedem û hem jî encama hemû rewşên neyînî ji bo jinan derdixîne holê. Serdema dewleta neteweyî hilweşiyaye û hemû maskeyên xwedayên dewleta neteweyî, digel gelek krîzên ku wan afirandine, ketine.

Di dawiya sedsala 20’an de, bi hilweşîna pergala cîhanî ya du qutup re, lêgerîna Pergala Cîhanî ya Nû dest pê kir. Şerê Yugoslavyayê, Şerê Iraqê, serhildan û şerên ku bi Bihara Ereban re destpê kirin, şerê Rûsya-Ukraynayê, şerê Îsraîl-Xezeyê, û şerên berdewam li hemû beşên Kurdistanê ku ji hêla çar dewletên kolonyal ve hatiye dabeşkirin, ji salên 1990î vir ve zêde û kûrtir bûne. Ev şerên kolonyal ku gerstêrka me wêran kirine, nesekinîne; ew ji hêla hêzên serdest ve bi awayekî sîstematîk têne berdewamkirin. Li şûna ku pirsgirêkên heyî çareser bikin, van şeran ew kûrtir kirine û her tiştê ku aîdî cîhana kevin bû wêran kirine. Wekî ku Gramsci gotiye, “Cîhana kevin dimire, cîhana nû têdikoşe da ku ava bibe; niha dema cinawiran e.” Di demên dawî de, her kes vê rastiyê bilêv dike. Mirovahî niha di serdemek ku hêzdar serdest in de dijî. Dewleta neteweyî, dema ku civakê bi rêya hemwelatîbûnê bi desthilatdariyê ve girê dide, derbeya herî mezin li xwezaya wê ya komunal daye. Her tiştê ku civakekê didomîne û li ser lingan dihêle – qadên wekî aborî, ekolojî, tenduristî, cîhbuyîn, perwerde û parastina cewherî – ji hêla dewletê ve hatiye desteserkirin. Gel, civak û jin bêparastin mane. Hêzên ku divê berpirsiyarê parastina gel bin, yan ji bo desteserkirina erd û dewlemendiya yên din wekî êrîşkar têne seferberkirin, yan jî ji bo şerkirinê dişînin eniya kû êrîşan didin çêkirin.

Tevî ku gerstêrka me demek dirêj e sînyalên SOS dişîne jî, ji ber daxwaza dewlemendbûnê wêrankirina ekolojîk, qirkirin û pêşxistina koçberiya girseyî berdewam dike. Çima ruxmê ku gerstêrka me ji ber îstîsmarê li ber mirinê ye jî, dewlet naxwazin peymanên pêwîst bikin û çima sînorkirinên pêwîst li ser şîrketan nayên ferzkirin? Zanist û teknolojî, ku divê çareseriyan ji bo pirsgirêkên me yên heyî bibînin, lê ew di destên navendên hêzê de vediguherîne çekek cidî û li dijî mirovahiyê têne bikaranîn. Çima xwarin û ava vexwarinê ya me tê jehrîkirin û çima nexweşiyên ku di encamê vê de pêş dikevin nayên astengkirin? Bersiva van hemû pirsan pir hêsan e: da ku hin kes karibin bêhtir qezenc bikin. Xizanî, newekhevî, zexta civakî, otorîterîzm, krîza jîngehê, qirêjî, windabûna biyolojîk û karanîna bêkontrol a teknolojiyê hemû encamên şerên ku ji hêla pergala kapîtalîst ve têne kirin in. Pergala kapîtalîst bi van şeran re armanc dike ku deverên xwe yên pêşbaziyê ewle bike.

Dem hatiye ku em dev ji xepandina ku dewlet di xizmeta gel de ne berdin. Dewletên neteweyî kevirê bingehîn ê pergala kapîtalîst in. Ji bo ku desthilatdariya xwe biparêzin, ew hewceyê gel, karker, bêkar, artêş, madeyên xam, koçber, malbat, teknolojî û îdeolojiyên ku îstîsmarkirinê çêdikin (neteweperestî, fundamentalîzma olî, zayendperestî û zanistperestî) ne. Tu gel, nemaze hêzên derveyî pergalê, nikarin îdîa bikin ku dewletên neteweyî wan temsîl dikin. Gel dizane ku ew di bin desthilatdariyê de tên bindestkirin, îstîsmarkirin û tepeserkirin, lê ew van hemû binpêkirinên mafan ji ber têgihîştina xelet a ku ew bêyî dewletek nikarin bijîn tehemûl-tolere dikin.

Wek jin, dewleta me tune ye; wek karker, dewleta me tune ye; wek koçber, dewleta me tune ye; wek gelên xwecihî, dewleta me tune ye. Dema ku em dibêjim dewleta me tune ye, mebesta me qet dewletek tune ye ku me temsîl bike, berjewendiyên me biparêze û refaha me bide pêşiyê nebû û wê nebe jî. Li seranserê cîhanê, jin hîn jî neçar in ku di her warî de ji bo wekheviyê têbikoşin. Ji ber ku di hemû warên jiyanê de, jin hîn jî bi awayekî sîstematîk rastî şîdeta mêran tên. Jin hîn jî tên biçûkxistin, dagirkirin û objekirin. Kî û çawa tevî ku nîvê nifûsa cîhanê digire nav xwe de vê pergalê didomîne?

Çima serokên dewletan (wek Talîban li Afganistanê, Colanî li Sûriyeyê) bi piştgiriya hêzên biyanî, tevî nerazîbûna mirovên ku li wan welatên de dijîn bi zorê têne ser desthilatdariyê? Û çima rêber an hêzên ku piştgirî û erêkirina gelên digirin têne kuştin, revandin, sûcdarkirin, an jî girtin? Ji ber ku ne îradeyê gelan, berjewendiyên hêzên ku di desthilatdariyê de ne têne esasgirtin.

Gelan kişandine di nav şerên ku ne yên wan in, bûne amûrên têkoşîna desthilatdariyê ya yên din. Çawa dibe ku gel ji bo polîtîkayên ku wan nehilbijartine bedela herî giran didin? Têgihîştina xelet a ku garantîkirina daxwazên rewa yên gel bi destxistina dewletê re gire dide, gelan ji bingehên xwe yên esasî mehrûm kiriye û li şûna wê rê daye kû em hêza desthilatdarî ya yên din ser piyan bigirîn.

Gelo, desthilatdariyan, ev çawa kirin? Wan ev tişt ne tenê bi hêza çors-kaba kirin, bê guman ev jî her tim kêm nebûye. Leşker, polîs, qanûn û medyaya dewletê her gav li dijî komên civakî yên îtaet nakin, nemaze jinan, hatine bikaranîn. Lê ya girîngtir, wan gel û civakan bi rêya îdeolojiyên desthilatdariyê: neteweperestî, olperestî, zanistperestî û olperestî re tevlî vê pergalê kiriye. Ji ber vê zîhniyetê hemû têkoşînên ji bo azadî û wekheviyê derketine holê, nekarîne xwe ji şibandina dijberê xwe biparêzîn. Ne tenê nekarîne xwe ji şibandina dijberên xwe dûr bigirin, bi vê di heman demê de wan xurt kirine. Têkoşînên rizgariya neteweyî û çînî yên sedsalên 19 û 20’an heman tişt jiyan kirin. Hemû navendên têkoşînê yên ku li hemberî vê pergalê ger nikaribin modernîteya xwe ya alternatîf biafirînin, nikarin ji heman çarenûsê jî birevin.

Serdestiya mêran û avahiyên desthilatdariyê, dabeşbûna çînî, mîlîtarîzm û fundamentalîzma olî ku li ser vê bingehê ava bûne, bi hezaran salan e li jinan dixin, dikujin û îstismar dikin. Şaristaniya baviksalar, ku zilm û kedxarî sîstematîze kiriye, îro ji hêla rastiyên ku dişibin hovîtiyê ve tê hejandin. Dosyayên sûc ên Jeffrey Epstein, ku tevahiya mirovahi û jin bi rojan e bi matmayî temaşe dikin, îtîrafa pergala serdestiya mêran bû. Eşkerekirina tecawizkarên ji milyarder û elîtan pêk tên, mirov nikare wekî xirabûnek tenê çend kesan an jî bûyerek îstîsna di nav pergalê de bibîne. Di rastiyê de tecawizkarê rastîn pergala kapîtalîst bi xwe ye, ku ji hêla kodên baviksalar ve form qezenc kiriye.

Belê, xwişkên delal, em tam di wê gavê de ne ku tê gotin, “Yan azadî an barbarîzm!” Pêşniyara ku dibêje azadiya jinan bingeha hemû azadiyan e, ne tenê pêşniyarek teorîk e, lê bingeha hemû azadiyên civakî ye. Koletiya jinan û femînîsîd jî di heman demê de bingeha hemû formên koletiyê û têkoşînên desthilatdariyê ne. Tenê rêya xilasbûna ji hemû xerabiyên ku ji hêla desthilatdariyê ve hatine afirandin û ji pêkanînên barbar ên weke femînîsîd xwe rizgar kirin jî ji azadiya jinê re derbaz dibe. Eger desteserkirina mafan, desteserkirina îradeyê û îstismara kedê ya ku ji hêla pergala baviksalar ve hatiye afirandin ewqas kûr nebûya, mirovahî, bi taybetî jin, piştî eşkerekirina dosyayên Epstein, dê dojeh rakiriba. Pirsgirêk ji skandalek bêhempa wêdetir e. Careke din, em dibînin ku têkiliyên sermayeyê, yên bi torên desthilatdariyê yên serdestiya mêran ve girêdayî, qada hiqûqî veguherandiye qada taybet a mêran.

Torên desthilatdariyê yên ku ji hêla mêran ve serdest in, sûcdaran diparêzin, şahidiyên qurbaniyan bêqîmet dikin û wan nedîtî dikin. Tundûtûjî di hemû pergalên baviksalar de diyardeyek avahîsaziyê ye. Îro, şeytanîkirina J. Epstein dibe ku bibe sedema veşartina çanda mêr û têkiliyên desthilatdariyê yên ku ew wehşet gengaz kirine. Weke jin, pêşî divê em bi lêpirsînkirina pergala ku bûye sedema barbariyeke ewqas mezin re dest bi tekoşînê bikin. Doza J. Epstein wêneyek xerabiya mêran a rêxistinkirî ye. Rastiya dîrokî ya yamyamtî (mirovxwerî), barbarîzm û nêçîrvaniyê tam jî xwe di tora sûc a ku ji hêla Epstein ve hatî afirandin de aniye ziman. Ev ne mînakek îstîsnayî ya pergala mêrsaler e. Girava sûcê ya Epstein bi xwe nîzama kapîtalîst e. Em li seranserê cîhanê, kêlî bi kêlî şahidiyê dikin hevgirtina sermaye û desthilatdariya mêran çendî dikarîn xirabiyan berbelavî cîhanê bikin. Mînakên vê xirabiyê di her deverên dinyayê de dibînin. Ger em bêyî armanckirin, guhertin û têkbirina nîzama mêran a ku îstîsmar gengaz dike bijîn û nêzîkî tiştan bibin, dibe ku her eşkerekirin bibe rojev, lê pergal dê li cihê xwe de bimîne.

Rizgariya jinan tê wateya meşandina têkoşînek pir mezin û pir radîkal. Ji ber van pirsgirêkên ku me nirxandine, weke jin, divê em xwe ji her tiştê ku bi desthilatdariyê ve girêdayî ye – zîhniyet, çand, şêwaza jiyanê û amûrên wê – paqij bikin. Weke din, em nikarin xwe ji rewşa qurbaniyê ya vê pergala cinawir rizgar bikin. Divê em niha têkoşîna xwe pêş bixin, ne têkoşîna yên din. Ji bo vê armancê, divê em paradîgmaya xwe, sazî, pergala alternatîf û çanda xwe biafirînin ku bi riya wê em bikarin xwe, civaka xwe, axên xwe (cihên jiyana xwe), xwezaya xwe û keda xwe pêş bixin û biparêzin. Her wiha ji bo şêwazek jiyanek alternatîf, ku dij jehra hemû şêweyên desthilatdariyê ye were pêşxitin, jin divê ji têkoşîna ku tê dayîn re pêşengiyê bikin.

Ji ber ku sîstema kapîtalîst li ser îstismara jinan hatiye damezrandin – ji ber vê yekê, îstismara jinan stûna herî girîng a pergalê ye. Ji bo hilweşandina vê stûna herî girîng a pergalê em divê ji têkoşînên alternatîf re pêşengtî bikin.

Ji ber ku têkoşîna jinan a herî dirêj û gerdûnî ye. Polîtîkbûna jinan, girîngiya xwe ya gerdûnî li pêş e, ew dê têgihîştinên kûr û çareseriyên radîkal ji bo mafên mirovan, mafên civakî û çandî, pirsgirêkên jîngehê, mafên zarokan, tenduristî û pirsgirêkên perwerdehiyê pêşkêş bike. Ji ber ku jin di heman demê de hêza motor a sosyalîzmê ye jî. Pirsgirêka jinan ji rastiya çîn û neteweyî girîngtir e. Ew hem ji hêla dîrokî ve hem jî ji hêla civakî ve berfireh e. Ew ji siyaseta ku bi navê çîn û neteweyê tê meşandin hêjatir û berfirehtir e. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku têkoşîna komunalîst dê bi naskirin û derbaskirina rastiya ku jin çîna herî nizm in û bi tevahî ji civakê hatine dûrxistin, serkeftina ku heq dike bi dest bixe û em dibêjin ku jin pêşenga avakirina Sosyalîzma Demokratîk in! Ti tekoşînekî sosyalîst a ku di ceribandina rizgariya jinan de sernekeve nikare encamekî heq dike bi dest bixîne. Ezmûnên dîrokî ev rastî eşkere kiriye.

Li hemberî pêkanînên sîstema baviksalar a barbar ku jiyana hemû zindiyan dijwar dike, divê jin wekî hêzekî derkevin holê ku herî zêde aştî û demokrasiyê bi awayekî berbiçav bide pêş. Yên ku xwînrijandinê jî rawestîne û hemû barbariyên ku ji hêla eqlê mêr ve hatine afirandin sînordar bikin em jin in. Divê jin li her derê parêzvanî û mîlîtaniya aştî û demokrasiyê bikin; ger em jin vêya nekîn ji ber şerên deshilatdarî ya mêran wê ti stargehên aram nemînin ji bo me.

Serhildana li dijî hişmendî û sîstema serdest a mêran bê gûman bedelên mezin hewce dike; ew rêxistinek mezin, têkoşînek kûr û hewldanên xweparastinê hewce dike û li me ferz dike. Weke ku dîsa hate dîtin, li hemû herêmên ku krîz lê heye û di pêvajoyên hilweşandina rejîmên otorîter de, jin di çalakiyên girseyî de dînamîka herî radîkal bûne. Lê di heman demê de maf, hebûn, deng û destkeftiyên wan li ser maseya danûstandinan- muzakereyan de têne paşguhkirin. Li her deverê, divê em statuya jinan weke mijarek stratejîk bînin rojevê. Bi hesasiyet û zanîstiya ku em bi hev re qezenc dikin û bi hev re winda dikin, divê em guh bidin berxwedan û nerazîbûnên jinan ên kû li çar aliyê cîhanê zêde dibin. Divê em hevgirtinê bigihînin astek ku ji hemû sînorên ji hêla desthilatdaran ve hatine danîn derbas dike. Divê em êş, kêfxweşî, serkeftin û destkeftiyên xwişkên xwe weke mîrateya xwe bibînin û qebûl bikin. Di vê berbanga dîrokê de, pir girîng e ku em li ser asteke gerdûnî xwe birêxistin bikin û li dijî pergala cîhanê ya zayendperest, baviksalar û kapîtalîst li ser asta gerdûnî pergalek azad û wekhev ji bo jinan ava bikin. Ji bo vê armancê, divê em tifaqên jinan ên demokratîk pêş bixin.

Divê em stratejî, rêbaz û perspektîfên têkoşînê yên guncaw li gorî şert, taybetmendî û pêdiviyên sedsala 21’an pêş bixin. Di bingeh de, divê em bi hev re bernameyeke rizgariya jinan a sedsala 21’an biafirînin. Di asta gerdûnî de zêdebûna êrîşên li dijî jinan rasterast bi têkiliya ku di navbera pergala cîhana kapîtalîst a baviksalar û rizgariya jinan de re girêdayî ye. Divê em têkiliya di navbera tecawizên girseyî yên li Asyayê û şîdeta cinsî ya li Dewletên Yekbûyî de bibînin. Divê em bi berfirehî li ser kuştinên jinan ên mîna femînîsîd li Emerîkaya Latîn û revandin û kolekirina jin û keçan ji hêla komên olî li Efrîka û Rojhilata Navîn di nava yekparêbunê de bigirin dest.

Divê em bilindbûna rejîmên faşîst-dijmînê jinê, li gel desteserkirina mafên jinan ên bi têkoşînê hatine bidestxistin binirxînin. Û divê em bi zelalî fêm bikin ku ev şerê ku ji hêla pergala baviksalar ve di asta gerdûnî de tê meşandin armanc dike ku lêgerîn û têkoşîna bilindbûyî ya ji bo rizgariya jinan bitepisîne. Ji ber ku pergala serdest a mêran ti dem qasî vê demê tengav nebûye, bingehên wê ewqas ne hejiyaye. Û şert û mercên ku jin azadiya xwe mîsoger bikin qet ewqas gihîştî nebûne. Îmkanên bidestxistina duyemîn şoreşa mezin a jinan di dîrokê de qet ewqas mezin nebûne. Ji ber vê yekê, em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Derfetên mezin hene, lê xeter jî mezin e. Bi rastî di vê qonaxa dîrokî de xeta têkoşîna hevgirtî wê me bide qezenckirin. Û parastin li hemberî tundî, mirin, kedxwarî û bêdadiya mêr encax bi têkoşîna hevbeş dibe. Bi enerjiya ku em ji dirûşma ‘jin jiyan azadî’ digirin re wek jinên Kurd, 116. Roja Jinên Kedkar a Navneteweyî bi vî rengî û bi van hestan bi bîr tînin. Bi vê nameya kurt re, me xwest ku raman û daxwazên xwe yên di derbarê vê pêvajoyê de bi xwişkên xwe yên delal û rêxistinên jinan re parve bikin. Bi vê boneyê, em 116’emîn Roja Jinên Kedkar a Navneteweyî li we hemûyan pîroz dikin. Bi hêz û ronahiya têkoşîna me ya hevpar a jinan re, em soza xwe nû dikin û dibêjin tarîtiya ku ji hêla serdestî û baviksalarî ve hatî afirandin em ê ji jiyana xwe derxînin û her rojê bikin 8’ê Adarê. Bila her rojekî we mîna 8 adarê xweş be, dagirtî bi hêvî û ronahî be.

Ji Roza heya Sara silav ji tevahî sembolên me yên berxwedanê re!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin
Nûçeya Pişt re Gerîlayên jin 8’ê Adarê pîroz kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên Rojava wê li Ewropayê bêne temsîlkirin

Encamnameya Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Dijwar Qamişlo hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dijwar Qamişlo yê di 3’yê Tebaxê de şehîd bûbû, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Hîna me gav û îradeyeke hêjayî bangê nedîtiye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî 2 meh li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?