Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK’ê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJ’ê’ kir
Jin

KJK’ê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJ’ê’ kir

Koordînasyona KJK'ê daxuyand ku qebûlnekirina statuya YPJ'ê "êrîşek îdeolojîk" e û banga xwedîderketina kampanyaya ku ji hêla Platforma Çalakiya Hevbeş a Jinan ve ji bo YPJ'ê hatiye destpêkirin kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku xwedîderketin, parastin û mezinkirina YPJ’ê û destkeftiyên wê tê wateya “parastina pêşerojê”.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Bi ser damezrandina YPJ’ê ya ku mohra xwe li şoreşa mezin xist 13 sal derbas bûn. YPJ di 4’ê Nîsana 2013’an de xwe wekî Yekîneyên Parastina Jinan îlan kir, di nava 13 salan de pêşengiya têkoşîna ji bo jiyaneke azad kir û di nav de bi dehan şervanên neteweyên cîhanê yên neternasyonalîst hene bi hezaran şehîd dan. Bi vê wesîleyê em di şexsê Ş. Arîn, Silava, Barîn û Denîz de hemû şehîdên YPJ’ê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya parastina nirxên jiyaneke azad ên ku wan li Rojava afirandine û îlhamê dide jinên li çaraliyê cîhanê, nû dikin.

Ev 13 salan nîşan da ku YPJ ne tenê hêzek leşkerî ye, di heman demê de hêzek parastina jinan e ku ji bo azadî û wekheviya jinan têdikoşe. Damezrandina YPJ’ê rûveçûna şer û jiyana li Rojava û Sûriyeyê guherand û pêşengiya gelek guhertinan kir. YPJ dema ku li dijî DAÎŞ’ê şerê leşkerî dimeşand, di heman demê de  li dijî helwestên zayendperest û nijadperest ên di nav gelê Rojava de jî têkoşiya û bû wesîleya guhertin û veguherînê.

YPJ a ku afirandina jina azad e, ji pêdiviya jinên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryaniyan ji bo parastina li dijî êrîşên çeteyên serdest ên mêran derket holê, jinan di bin yek banî de û ji bo armancek hevpar kir yek. Berxwedan, têkoşîn û bîrdoziya wê ji sînorên Rojava derbas kir, ji bo jinên li çaraliyê cîhanê bû çavkaniya hêvî û îlhamê, ji bo yekîtiya jinan a navneteweyî û Konfederalîzma Jinan a Cîhanê bi ngeheke xurt ava kir. Dîsa bi têkoşîna xwe ya bi rûmet, ew têgînên feodal a di nav gelê Kurd de şikand, li dora keziyan wêneyek xweşik a yekîtiya neteweyî ya demokratîk a ku yek ji hewcedariyên herî bingehîn ên gelê Kurd e xêz kir.

YPJ bi berxwedana xwe ya li dijî DAÎŞ’ê navê xwe li çar aliyên cîhanê belav kir, bi paradîgmaya azadîxwaziya jinan rêya têkoşîna jinan ronî kir. Di vê wateyê de, YPJ bi qasî ji bo jinên Kurd, ji bo jinên li çar aliyên cîhanê jî di dîroka têkoşîn û berxwedanê de cihekî girîng girtiye û mîrateyek mezin afirandiye. Bi têkoşîna li dijî pergala serdestiya mêran, dagirkerî, qirkirin û zilmê hêvî afirandiye.

 

Ji ber ku YPJ ne tenê bûye navê têkoşîn û xweparastina li dijî vê pergala serdestiya mêran, di heman demê de bûye navê jiyanek nû û azad. Tevî xisleta wêranker a şer jî ew bûye navê avakirina jina azad û jiyana azad.

Li xwezayê tu zindî ne bêparastin e, jin di tevahiya dîroka serdestiya mêran de timî ji vî mafî bêpar maye û berdêla vê bi êşên mezin daye. Şerên li Xeze, Ukrayna, Efganistan, Somalî û Îranê mînakên herî dawî yên encamên giran ên ku jinên bêparastin pê re rû bi rû mane ne. Îro tevî ku li Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê şer mezin dibe, berdewam dike û her roj komkujiya jinan zêde dibe, nabe ku ji jinan re bibêjin “bêparastin bimînin” û ev yek tê wateya ku jinan bi awayekî bê çare mehkûmî ber destê serdestan, qatîlan û çeteyan dike.

Di pêvajoyeke wiha de ku entegrasyona di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û Rojava de tê nîqaşkirin, yek ji nîqaşên herî girîng jî derbarê statûya YPJ’ê de ye. Di serdemeke wiha de ku rêxistinbûn û êrîşên çeteyan berdewam dikin û herî zêde jinan dikin hedef, nîqaşkirina statûya YPJ’ê û nepejirandina wê ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve, êrîşa herî mezin a li ser destkeftî û vîna jinê ye. Hikûmeta demkî ya Şamê, bi kabîneya ku ava kiriye û bi pêşnûmezagonên xwe ve bi awayekî pir eşkere nîşan daye ku hikûmeteke çiqas zayendperest e û mafên jinan nas nake; di bin evqas êrîşan de bêparastin mayîna jinan rewşeke nayê pejirandin e.

Nepejirandina statûya YPJ’ê, bêguman êrîşeke îdeolojîk e. Di hemû qadên jiyanê yên wekî parastin, perwerde, tenduristî û aboriyê de xwedîgotin û xwedî vînbûna jinên ku tê payîn serî bitewînin, ne rewşek e ku hikûmeteke wekî HTŞ’ê ya ji hişmendiya DAÎŞ’ê tê xwedîkirin bi hêsanî bipejirîne. Lê belê jin jî diqêrin ku ew ê radestî vê hişmendiyê nebin. Herî dawî, li dijî van êrîşan, di 27’ê Nîsanê de li Rojava Platforma Çalakiyên Hevpar a Jinan, bi armanca piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi daxwaza ku YPJ di nava avabûna wezareta parastinê de cih bigire û statûya wê were naskirin, kampanyayek da destpêkirin. Em jî wekî KJK, vê kampanyaya watedar a ku jinan daye destpêkirin silav dikin. Xwedîderketin, parastin û mezinkirina YPJ û destkeftiyên wê yên ku stûna herî girîng a tespîta Rêber APO ya “Sedsala 21’an dê bibe sedsala jinê” pêk tîne, parastina pêşeroja me ye.

YPJ, xeta sor a hemû jinên evîndarên jiyana azad e. Li ser vê bingehê, ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Ewropayê, ji Şengalê heta Mexmûrê, em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî li jinan dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya hatiye destpêkirin. Sûcên ku çeteyên HTŞ’ê li Rojava, Sûriye û Şengalê li dijî jinan kirine, divê werin belgekirin û bigihin hemû cîhanê û têkoşîna hiqûqî ya vê yekê were meşandin.

Em bang li ciwan, dayik, akademîsyen, hunermend, hiqûqnas, enternasyonalîst û her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û di qadên xwe de bi xebat û çalakiyên cihêreng pirsgirêka xwebûn û xweparastina jinan bêtir xuya bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Ewropa û Kanadayê bo Trump peyama hevpar: ‘Em ne mecbûr in stû xwar bikin’
Nûçeya Pişt re Elmanya banga diyalogê li DYE’yê kir: ‘Divê em biryaran zelal bikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya gerîlayê di êrîşa kîmyewî de şehîd bû hate eşkerekirin

HPG-NRÇ'ê gerîlayê ku li Zapê di êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bû bi hurmet…

Ji aliyê Stêrk TV

Hefteya Lehengiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn

Bi boneya Hefteya Lehengiyê li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Şêx Xezal: Hikûmet civakê ne wekî rewa wekî alavek bazarê dibîne

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara kesên di erdheja Kolombiyayê de mirin gihîşt 224 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?