Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî yên berdana wan tê taloqkirin û nayên berdan, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî dan. Endam û rêveberên partiyên sîyasî, nûnerên saziyên civakî, Dayikên Aştiyê, endamên OHD’ê, Hevberdevka Giştî ya HDK’ê Meral Daniş Beştaş û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Mafê tehliyeyê nayê astengkirin, taloqkirina înfazan bi dawî bibe” hate vekirin.
Hevberdevka Giştî ya HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Em dîsa bi daxwaza edaletê li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê ne. Aliyekî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi banga birêz Abdullah Ocalan, gavên rêxistinê û xebatên me heye. Bi salan e em ji bo şer bê rawestandin dixebitin. Aliyekî aştî tê gotin, ‘qanûna çacoveyî’ bi dengekî bilind hate qebûlkirin, lê li aliyê din berdana girtiyan bi awayekî keyfî tê taloqkirin. Ev îşkence ye. Ez li vir bang desthilatdar û Wezareta Dadê dikim; Golo hûn van biryarên taloqkirinê didin? Hin rayêdarên desthilatdarê dibêjin pêvajo dimeşê lê aliyekî din girtiyan dihêlin ber mirinê. Ji bo girtîgeh nebin malên mirinê, em bang dikin. Divê tavilê girtiyên siyasî werin berdan. Ev ne daxwazekî siyasî ye, ev gavekî mirovî ye.”
Hevberdavka MATUHAY-DER’ê ya herêma 3’yemîn a Stenbolê Ozgul Baydogan daxuyaniyê xwend.
Ozgul Baydogan di daxuyaniyê de diyar kir ku Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk nêzîkî du salan in didome û got: “Bi bangewaziya Birêz Abdullah Ocalan re, qonaxeke nû dest pê kiriye û hêviyên aştiyê her ku diçe mezintir dibe. Ev pêvajo ji bo girtiyên siyasî bû sedema hêvî û kelecaneke mezin e. Hêviya girtiyên siyasî ew e ku bi demildest tevlî pêvajoyê bibin û ji bo pêvajoyê bixebitin. Lê belê binpêkirina mafê girtiyan didome. Bi taybetî, mexdûriyeta girtiyên siyasî yên ku dema cezayê wan bi dawî bûne jî berdanên wan tên taloqkirin an jî infaza wan tê şewitandin. Hê jî li Girtîgeha Bolûyê, berdana girtiyan bi awayekî keyfî, gelek caran tê taloqkirin. Hê jî girtiyên nexweş ên li girtîgehên Bolu, Bakirkoy û Duzceyê nehatine berdan. Li girtîgehên Kandira, Çorlu û Tekîrdaxê jî pratîkên keyfî didomin. Dema ku em pratîka girtîgehên li tevahiya herêma Marmarayê û dinêrin, dibînin ku tiştên pêk tên li qanûn û pêvajoyê ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Ozgul Baydogan destnîşan kir ku divê jo bo xurtkirina pêvajoyê gav bên avêtin û wiha axivî: “Lê belê tiştên pêk tên beşdarbûna pêvajoyê ye jî lewaz dike. Ev tevahî tişt nakokiyekê derdixin holê. Siyaseta şerê taybet tenê bi rêbazên leşkerî ve sînordar tune ye. Bi rê û rêbazên xwe dixwazin nirxên exlaqî û îradeya siyasî ya civakê lawaz bikin. Pêwîst e ku binpêkirinên mafan ên ku bi israr di girtîgehan de tên meşandin bi dawî bibe. Tiştên ku diqewimin nîşan didin ku zext û zordestî li girtîgehan her ku diçe girantir dibin. Lê belê, pêvajoyê ku em tê de ne, hewcedariya avakirina rewşeke qanûnî û mirovî derdixe pêş. Ji ber vê yekê, em ji vir bang li Serokomar, Wezareta Dadê û rayêdarên dewletê dikin; Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, hêvî û bawerî di nav hemû gelan de û mezintir dike. Ji bo ku ev hêvî mezintir bibe, divê bêhiqûqî bi dawî bibe; divê hemû girtî azad bibin.”
Çalakî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

