Li Rojhilata Navîn polîtîkayên şer, dagirkerî û pêlên koçberiya bi zorê yên ku bi salane didomin, jiyana bi milyonan mirovan têk dibe. Kesên ji cihên xwe hatine kirin, ji bo jiyankirinê carma li herêmên nava welêt carna jî ji dervey welêt neçar man ku jiyaneke nû ava bikin. Di vê pêvajoyê de “jiyana koçberiyê” ezmûneke giran a hafizayê, nasname, aîdiyet û rûmeta mirovahiyê dide. Mesûd Omerî yê ji Dirbêsiyê jî, yek ji wan kesan e ku bi rengekî herî giran berdêl daye…
Dewleta Tirk û komên çeteyan dema sala 2018’an Efrîn û sala 2019’an jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, bi sedan sivîl qetil kirin, bi hezaran girtin, revandin û ji cihên wan kirin. Weke parçeyekî polîtîkaya dagirkeriyê, li herêmên dagirkirî rasterast kontrola leşkerî û îdarî ava kirin. Bi qeymeqemên tayînkirî, mekanîzmayên polîs û dadgeriyê ev der girêdayî Enqereyê kirin. Bi taybetî zindan di bin kontrola komên çeteyan de veguherandin navendên êşkenceya sîstematîk. Dizî, talan, revandina mirovan û destdirêjî bi rengekî rûtîn pêk hatin.
Di heman pêvajoyê de Tirkiyeyê bi gotina “vegera bi dilxwazî” di nava sîstemê de êşkence li 10 hezar koçberên Sûriyeyî kir. Kesên xwedî qerta koçberiyê, bi binçavkirinên kêfî û bi zorê hatin dersînorkirin û hatin girtin. Li van zindanan li herêmên cuda yên Tirkiye û Sûriye-Rojava bi dehan kesên hatine revandin û binçavkirin hene. Çete hîna ji malbatên welatiyên ku li vir tên girtin, fîdye dixwazin. Tê diyarkirin ku aqûbeta gelek kesan nayê zanîn û cezayê hepsê yê heta hetayê li hin kesan hatiye birîn.
Zindanên navborî, niha di dema rejîma HTŞ’ê (Heyet Tehrîr el-Şam) de ya ku li Şamê rêveberî desteser kir, jî aktîf e. Têkiliyên qirêj ên navbera dewleta Tirk û HTŞ’ê û manîpulasyonên li ser berdana dîlgirtiyan, hovîtiya li zindanan careke din nîşan dide. Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gelek sivîl û şervanên hatine dîlgirtin yan jî revandin, dibin qurbanê vê tora têkiliyên qirêj.
YÊN BERÊ JÎ HATINE DÎLGIRTIN HENE
29’ê Çileya 2026’an, di çarçoveya peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de, pêvajoya pevguhertina dîlgirtî û girtiyan destpê kir. 10’ê Adarê 100 kes, 19’ê Adarê 300 kes, 11’ê Nîsanê 400 kes, 8’ê Gulanê 232 kes hatin berdan. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên bi bawer bi dest xistine, di nava kesên hatine berdan de gelek kesên ku salên 2018-2019’an di dema dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de hatine dîlgirtin û sala 2023’yan ji bo derbasbûna Ewropayê piştî çûne Tirkiyeyê hatine binçavkirin, hene. Çavkaniyê me got, “Beşekî girîng ê van, kesên ku di şer de hatine dîlgirtin nînin. Sivîlên ku dema dixwestin biçin Ewropayê li Tirkiyeyê hatine girtin jî, ‘weke dîlgirtiyê QSD’î’ tên nîşandan û berdan. Di nava wan de kesên ku ti eleqeya wan bi QSD-YPJ’ê re nîne, hene.”
Ev kes, piştî li zindanên HTŞ’ê tên girtin, bi statuya “dîlgirtiyê QSD’î” tê pevguhertin. Bi vî rengî Tirkiye, kesên ku bi rêya çeteyên xwe girtine yan jî revandine, dewrî HTŞ’ê dike; HTŞ jî wan di çarçoveya peymana bi QSD’ê re de berdide.
Yek ji kesên ku rasterast bûye şahidê vê rastiyê û bi xwe jiyan kiriye jî, Mesûd Ramadan Omerî yê ji Dirbêsiyê ye. Çîroka Mesûd ê ku nêzî 13 sal in li bajarê Mêrdîn ê Bakurê Kurdistanê dijî, Têkiliyên derqanûnî yên navbera HTŞ-Tirkiyeyê û texrîbata giran a ku şer û koçberiya bi zorê li ser mirovan çêkiriye, radixe ber çavan.
Mesûd ê ku sala 2013’an ji Rojava derbasî Bakur bûye, diyar dike ku destpêkê demekî li Lubnanê dimîne, piştre ji bo xwişka xwe bibîne çûye Mêrdînê. Mesûd destnîşan kir ku biryar da li vir jiyanekê ava bike û piştre dizewice. Du zarokên wî çêdibin, yek 10, yek jî 5 salî. Mesûd bi karê qesabtiyê debara malbata xwe dike û diyar dike ku bi “nasnameya parastinê ya demkî” bi salan jiyana xwe didomîne.
Jiyana Mesûd, di saetên siharê de bi serdegirtina polîsan têk diçe. Li gorî vegotina wî, Sibata 2025’an siharê derdora saet 05.00’an polîs li deriyê wî dixin û jê re dibêjin, ‘wê li mal teftîş were kirin’. Di lêgerîna li mal tê kirin de, tevî ku ti nîşaneyên sûc nehatine dîtin jî, dibin qereqolê.
Li gorî agahiyên Mesûd dane, di destpêkê de ji bilî wî 27 kesên Sûriyeyê û Rojavayî yên li heman bajêr û taxê jî hatin binçavkirin. Piştre 10 kesên din anîn û hejmara kesên ku di bin çavan de, bû 37.
Mesûd diyar kir ku ew rojekê di bin çavan de ma û tiştên hatine serê wî bi van gotinan ji ANF’ê re anîn ziman: ‘’Sibehê zû wan ez birim qereqolê. Hin pirs li min kirin. Dema ku min ji wan pirsî bê ka sûcê min çi ye jî îdîayên nerast anîn ziman. Gotin ku ‘Tu îstxbaratê didî Sûriyeyê.’ Min jî got ku bi awayekî teqez ev yek ne rast e. Piştî ku îfadeya min hate standin, ji min re gotin ‘Derheqê te de tiştek tune ye, tu yê sibehî werî berdan.’ Lê belê di nava heman rojê de wan ez birim Îdareya Koçberiyê û wan ez li wir di bin çavan de girtim.
Roja din gotin ‘Werin rêça tiliyên xwe bidin, hûn ê derkevin.’ Lê belê em nehatin berdan; em birin Rihayê. Li wir ji bo kiryarên derbasbûna Sûriyeyê bi darê zorê rêçên tiliyên me girtin. Gotin ‘Vegerin welatê xwe, ger hûn rêça tiliyên xwe nedin em ê we li vir di bin çavan de bigirin’ û zext li me kirin. Her wiha bi kuştinê gef li me xwarin û êdî em jî meçar man ku rêça tiliyên xwe bidin.’’
Mesûd anî ziman ku li vir ji bo îmzekirina belgeya ‘’vegera bi dilxwazî’’ zext li gelek koçberên Sûriyeyî û Rojavayî hate kirin û got: ‘’Qaşo ji bo ku me bişînin welatê me em li otobusan siwar kirin, lê belê MÎT’ê em birin Girê Spî. Kesên ku li wir em teslîm girtin, heqaret li me kirin û em avêtin zindanê. Çar rojan çavên me girtin û her carê em çar kes birin li hin cihan, lê belê me nedizanî bê ka me bi ku ve dibin. Çete bi Erebî, personelên MÎT’ê jî bi Tirkî diaxivîn. Dema ku bi Tirkî diaxivîn min got ku em dubare anîne Tirkiyeyê. Lê belê personelên MÎT’ê ketin lêpirsînê. Têkildarî malbata min pirs li min kirin. Xwestin bizanibin bê ka bavê min çi karî dike. Min jî got ku bavê min dengbêj e. Li ser vê yekê li min pirsîn bê ka ‘Bavê te çima stranên gelêrî dibêje?’ Min êşkenceyên gelekî giran dîtin. Piştre ji min re gotin ‘Here baş bifikire. Em ê piştre dubare te bînin vir.’
DIRANÊN WÎ ŞIKESTIN, LAŞÊ WÎ HATE ŞEWITANDIN, NEYNOKÊN WÎ HATIN KIŞANDIN
Mesûd ê ku li Girê Spî 6 mehan her 3-4 rojan carekê êşkenceyê dibîne, diranên wî yên pêş tên şikandin, bi kolonyayê laşê wî tê şewitandin û di encama van yekan de laşê wî enfeksiyonê digire. Jê re dibêjin ku ‘Neynokên tiliyên piyê te dirêj in’ û bi kelpetanê neynokên wî ji cih derdixin. Mesûd tîne ziman ku ew hê jî wê êşê dikişîne… Mesûd piştre diyar kir ku di vê pêvajoyê de mafê wî yê parêzer nehatiye naskirin, malbata wî jê agahî nestandiye, pêvajoya darazê ya fermî nehatiye birêvebirin û got: ‘’Em dernexistin dadgehê. Dema ku min daxwaza parêzer dikir, henekên xwe li min dikirin. Malbata min ne dizanî bê ka ez sax im yan na.’’
Mesûd ê ku piştî salekê birin Zindana Iqtanê ya li Reqayê ya di bin kontrola HTŞ’ê de, li vir jî gelek caran tê lêpirsîn. Piştî ku li vir nêzîkî du mehan tê ragirtin di çarçoveya qonaxa duyemîn a pevguherîna 300 dilgirtî û girtiyan a peymana 19’ê Adarê navbera QSD û HTŞ’ê tê îmzekirin de tê berdan. Her wiha li gel Mesûd du kesên din jî weke ‘’şervanên QSD’ê’’ tên berdan.
‘BILA TU KES XAKA XWE NETERIKÎNE’
Mesûd Omerî niha li Dirbesiyê ye. Lê belê hevjîn û du zarokên wî li Mêrdînê ne… Mesûd diyar kir ku di encama rojên êşkence û nexweş de ew ji malbata xwe hatiye veqetandin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî dike: ‘’Divê hemû kes li welatê xwe bimîne. Divê însan xaka ku lê mezin dibe, neterikîne. Tiştên ku hatin serê min bila neyên serê tu kesî. Dewletên biyanî êşên mezin dixin ser dilê dayîk û zarokan.’’

