Ji bo vemirandina agirê daristanan ê li Mugla, Îzmîr û Balikesîrê xebat berdewam dikin. Hin agir hatine kontrolkirin, lê bayê xurt xebatên vemirandinê zehmet dike.
Li navçeya Seydikemerê ya Muglayê, agirê ku ji qada çandiniyê derbasî daristanê bûye bi 5 balafiran, 18 helîkopteran û zêdetirî 100 wesayîtên agirkujiyê tê mudaxelekirin. Ji ber agir li 6 taxan nêzî 600 kes ji bo tedbîrê hatin valakirin, her wiha Nexweşxaneya Dewletê ya Seydikemerê hat valakirin û 45 nexweş bo Nexweşxaneya Dewletê ya Fethiyeyê hatin veguhastin. Di agir de 4 mal zirar dîtin û traktorek jî şewitî. Xebatên ji bo agirê daristanê ku li Taxa Yeşiluzumlu ya Fethiyeyê derketibû jî berdewam dikin.
Li Îzmîrê mudaxeleya li dijî agirê ku li qada teraşan a navçeya Dikiliyê derketibû berdewam dike; agirê li Odemiş û Bornovayê hatine kontrolkirin. Li Bornovayê xebatên sarikirinê berdewam dikin û têkildarê sedema derketina şewatê lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Balikesîrê jî ji hewa û ji bejahiyê ve mudaxeleya agirê ku li zozanên Kazdaglari ya li Altınolukê ya navçeya Edremitê dest pê kiribû tê kirin. Ji ber agirê 210 avahî ji bo tedbîrê hatin valakirin. Taxa Tıfıllar a Ayvalikê jî hat valakirin, agir gihîşt goristana gund û hinek gor zirar dîtin. Xebatên vemirandina agirê daristanê ê li navçeya Gomeçê jî berdewam dikin.

