Midûriyeta Eminiyetê ya Parîsê guzergeha meşa ku wê 31’ê Cotmehê li dijî bihabûna jiyanê ji aliyê sendîkaya CGT û Êlek Zeran ve hatiba lidarxistin, qedexe kir. Sendîkayê dixwest navbera Qada Bastille û Qada Nation, Êlek Zeran jî dixwest navbera Qada Bastille û Qada Concorde bimeşin.
Midûriyeta Emniyetê bi hinceta parastina sîstema civakî û astengkirina bûyerên muhtemel, xwest ku her du guzergeh di yek xwepêşandanê de bibin yek. Weke alternatîf di navbera deriyên Bagnolet û Charenton de, guzergeheke meşê ya ku di saet 14.00’an de destpê bike, hate pêşniyarkirin.
Sendîkayan nerazîbûn nîşanî biryarê da û ragihand ku ew ê biryarê veguhêzin darazê. Sendîkayan rayedar sûcdar kirin ku hêrsa civakî asteng dikin.
Rêxistinên xwendekaran jî diyar kir ku guzergeha Bastille-Nation bi ewle ye û ew ê ji bo meşa li vir israr bikin.
Wezîrê Karên Hundir Laurent Nunez ragihand ku di xwepêşandanên 31’ê Cotmehê de wê 70 hezar polîs û cenderme bên wezîfedarkirin.
Nunez ev roj ji bo sîstema civakî weke “Pir xeter” pênase kir û îdîa kir ku tedbîrên ewlekariyê mafê xwepêşandanê asteng nakin.
Li aliyê din, li ser medyaya civakî bi sernavê Halloween li seranserî welêt banga protestoyan hate kirin.

