Emmanuel Macron dixwaze ku li gel seredaneke fermî ya rojên Duşem û Sêşemê têkiliyên di navbera her du welatan de kûr bike. Seredan di dema ku Ermenistana di bin rêveberiya Nilol Paşinyan de di polîtîkayên derve de li hevsengiyên nû digere de pêk tê.
Li gorî Serokkomariya Fransayê seredan wê di çarçoveya sê mijarên sereke de pêk were: xurtkirina têkiliyên aliyan, nêzîkbûna Ermenistanê ya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) re û piştgirîdayîna pêvajoya aştiya li gel Azerbeycanê.
HEVKARIYA STRATEJÎK Û PARASTINÊ
Tê payîn ku Macron û Paşinyan lihevkirineke hevkariya stratejîk a têkildarî parastinê jî îmze bikin. Di vê çarçoveyê de tê diyarkirin ku Fransayê pergalên radarê dane Ermenistanê û her wiha di sala 2024’an de jî sîparîşa 36 obusên cure Caesar hatiye dayîn.
Lihevkirinên di warê hatûçûnê de jî di rojevê de ne. Rayedarên Fransiz, ji bo Airbusê bal kişandin ser derfetên karî yên potansiyel û diyarkirin ku ew ê piştgiriyê bidin projeya tuneleke girîng a xeta bakur û başûrê welêt.
PÊVAJOYA AŞTIYÊ Û ROLA HERÊMÎ
Lihevkirina aşitiyê ya piştî şer û pevçûnên li ser Çiyayên Karabagê yên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de hate îmzekirin, weke ku li Qefqasyayê deriyên serdemeke nû vekiriye tê nirxandin. Parîs dibêje ku ev pêvajo wê herêmê ji aliyê bazirganî û enerjiya di navbera Ewropa û Asyayê de bibe xaleke derbasbûnê ya girîng.
TÊKILIYÊN LI GEL RÛSYAYÊ
Rêveberiya Paşinyan ji aliyekî ve hewl dide ku têkiliyên xwe yên li gel welatên Rojavayî xurt bike û ji aliyekî ve jî têkiliyên xwe yên li gel Rûsyayê dipraze. Ermenistan hê jî endamê Rêxistina Lihevkirina Ewlehiya Kolektîf e û di sala 2024’an de karên xwe yên di nava vê avaniyê de dabûn sekinandin.
Tê plankirin ku Macron di çarçoveya seredana berbehs de çelengekê deyne li Bîrdariya Komkujiya Ermeniyan a li Erîwanê û seredana muzexaneya Matenadaranê bike. Her wiha wê seredana bajarê Gyumri yê ji ber erdheja sala 1988’an bi wêraniyeke mezin re rû bi rû ma jî were kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Macron beriya niha jî di sala 2018’an de ji bo Civîna Frankofoniyê seredana Ermenistanê kiribû. Ev seredan weke yekem hevdîtina aliyan a fermî tê qebûlkirin.

