Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşê kanserê nayê dermankirin: Hestî û çerm maye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Lucano bang ji bo azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), şoreşgerên Kurd ên ku beriya 16 salan hatin darvekirin û weke ‘Şehîdên Sêdarê’ tên binav kirin, bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rejima Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel

şoreşgerek Îranî yên bi navê; Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan, li girtîgeha Evîn a Tehranê bi darvekirin. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê Şehîdên Sêdarê bi bîr anî.

Di daxuyaniyaniya PJAK’ê de wiha tê gotin: “Îro 16 sal di ser darvekirina hevalên me yên hêja Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan re derbas dibin. Em bi vê wesîleyê wan bibîrtînin. Ev hevalên me yên şehîd zindîkerên şoreşa gelên Îranê û pêşengên têkoşînê bûn. Bi îradeyek xurt pêşengtî ji vê şoreşê re kirin. Ew di serdemekî de ku rûyê komara îslamî baş nedihat naskirin, bûn têkoşerên berxwedana li dijî rejîma zordar.

Meha Gulanê ji bo tevgera azadixwaz a gelê Kurd meha şehîdan û qehremaniyên şoreşgerî yên Kurdên çavnetirs ên li hemberî rejîmên sitemkar ên li ser Kurdistanê ne. Di vê mehê de dîrokek ji fedakariyên mînak ên wekî; Che Guevara, Deniz Gezmiş, Xesrew Gulsurxî û Keramet Danişiyan şekil girtiye ku mîratgirên wan ên rastîn hevalên wekî; Heqî Karer, Mihemed Karasungur, Îbrahîm Bilgîn, Xelîl Çavgun û Mizgîn in. Rêya wan a bi rûmet ji aliyê hevalên hêja Kemanger, Elemhûlî, Heyderiyan û Wekîlî ve li ser şopa bidestxistina azadiyê ji bo gelê herî bindest, yanî gelê Kurd û gelên dibin zilma Îranê de, hat domandin.

Hevalên me yên hêja û pêşengên rastîn ên têkoşîna gelê me, Ferzad Kamanger, Şirîn Elemholî, Ali Heydaryan û Ferhad Wekîlî, di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma zalim û komkujer ya Îranê ve bi armanca tinekirina têkoşîna rewa ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin darvekirin.

Ev hevalên me, bi îradeya xwe ya polayî rêya asê ya têkoşînê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê vekirin û hêviya asoya azadiyê di paşeroja gelan de zindî kirin.

Îro, tiştê ku di bin navê pêlên şoreşgerî û rêxistinbûna gel de ji bo gihîştina bi azadiyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heye, li ser bingehên xurt ên heman têkoşîna pratîkî, fedakariya mezin û fedaîtiya şehîdên 9’ê Gulanê hatiye avakirin. Îro bi saya şehîdên xwe em gihîştine vê rêça binirx ya azadîxwazî û demokrasîxwaziyê. Wan tovê şêweyekî bêhempa yê şoreşa civakî li dijî rejîma zordar çandin ku paşê me berhema wê di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bi zelalî dît û ev tevgera guhertinxwaz hîn jî berdewame.

Têkoşîna van şehîdan gihandina hewara Kurdan ya bi Îraniyan û cîhanê bû û xistina rojevê ya pirsgirêka Kurd bû ku rejîma Îranê hertim dixwest bide ji bîrkirin. Lê vê rejîmê serî li darvekirinê da. Lê nekarî dengê gelê Kurd bêdeng bike. Ji berku gelê me hewara azadîxwaziyê ya Kemanger û rêhevalên wî bihîst û ji wê demê ve serhildanên demokratîk li seranserî Îranê xurtir bûn û îro jî destkeftiyên wê dibînîn.

Xebata gelan êdî di warê şêwazên nerazîbûn, serhildan û şoreşgeriyê de qonaxek dîrokî bi temamî cûda li pey xwe de hişt. Ji ber vê yekê yekana çeka rejîma Îranê ango sêdare, nekarî bibe asteng li ber lêhiya mezin a gelên ku li ser cadeyan amade bûn. Rejîma Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de bi vê armancê hevalên me bidarvekir daku xeta berxwedanê ya bê hempa a girtiyên siyasî ya di girtîgehan de ku gihiştibû lûtkeyê bişkîne. Lê Kemanger û rêhevalên wî bi fedakirina canê xwe rê bi vê zilmê nedan. Îro jî serhildana gelan li ser rêbaza van şehîdan berdewame.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hevalên şehîd; Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elemhulî û Ferhad Wekîlî bi bîr tîne. Îro ku bi saya şoreşa gelan, Îran li ber xala werçerxaneke dîrokî ye û rejîma Komara Îslamî li ber hilweşandinê ye, rejîm rûbirûyê şerekî wêranker bûye; lê şoreşa gelan xwedî heman hêviya azadiyê, têkoşîna li qadan û kolanan û daxwazên demokratîke ku heta bi dest xistina hemû azadiyên xwe dest ji têkoşînê bernade.

Berxwedana îro ya jinan a di girtîgehan de, berdewamiya berxwedana şehîdên 9’ê Gulanê ye. Meha Gulanê meha şehîdane, lewma em bang li hemû çîn û beşên civakê, bi taybetî demokrat, azadîxwaz, jin, ciwan, karker, rewşenbîr û mamostayan dikin ku bi xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan, bi hevkarî, yekîtî û tifaqa xwe ya herdemî, pêngavên xwe yên demokratîk û rêxistinbûna xwe xurt bikin.

Guman tê de tune ye ku çalakiyên girseyî yên bi dirûşma “Na ji sêdarê re, belê ji demokrasiyê re” wê di encamê de berhemên xwe hebe. Ev pêla darvekirinan ya ku rejîma Îranê di nava şer de daye destpêkirin, nîşaneya têkçûna wê ye û ber bi hilweşînê ve diçe. Careke din em şehîdên 9’ê Gulanê bi bîr tînin û heta azadiya gelan, emê rêya wan bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da
Nûçeya Pişt re Li Egeyê karesata koçberan: Ewlehiya peravê ya Yewnanîstanê berpirsyar hat nîşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Mizgîn yek ji pêşengên hunera şoreşê bû’

Endamê TEV-ÇAND’ê Serhed Zana anî ziman ku hunera şoreşê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Nirxandinên Nêçirvan Barzanî nayên qebûlkirin!

Berdevkiya Çapemeniyê ay Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê got, "Nêçirvan Barzanî li Hewlêrê di civînekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?