PYD’ê têkildarî êrîşa duh a li dijî koçberên Girê Spî yên ku vedigeriyan bajarê xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka PYD’ê ya Kobanê Bêrîvan Îsmaîl ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê kesên bûne sedema êrîşa duh a li Girê Spî werin darizandin.
PYD’ê diyar kir: “Hin aliyan xwest di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyan derxin û dema ku koma koçberan gihaşt malên xwe, êrîşên tund di dijî wan û erebeyên wan hatin kirin.”
PYD’ê diyar kir ku berpirsyarî bi tevahî dikeve ser hikumeta veguhêz ji bo parastina sivîlan û milkên wan, rawestandina van êrîşan û pêşîgirtina li ber dubarebûna wan.

