Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Em ê wan di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Em ê wan di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin

Kesên di Komkujiya Gar a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li bîranînê axivî û got, “Em ê van canên xwe ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê wan di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAÎŞ’ê li Qada Gara Trenê ya Enqereyê bi bombeyan êrîşî Mitînga Aştiyê kir. Di êrîşê de 103 kes hatin qetilkirin. Bi boneya salvegera 9’emîn a komkujiyê, li qada komkujiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Malbatên qurbaniyan, kesên di komkujiyê de birîndar bûn û gelek kes tev li bûn. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, EMEP, Halkevlerî, CHP, KESK, ÎHD, gelek rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî tev li bûn.

Girse, ji Stasyona Metroyê ya Ulusê heta Qada Garê meşiya. Di meşê de pankarta “Em ê Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekin” hate hilgirtin. Piştre jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin rêz hate girtin. Bi domdarî navên 103 kesan hatin xwendin. Di bîranînê de gelek caran dirûşma “Roj dê were, dewran dê biguhere, kujer dê hesabê bidin gel” hate berzkirin.

Avahîsaz Metîn Yurdanur ku bîrdariya li qadê çêkiriye di bîranê de wiha got: “Min 45 sal berê li Qada Garê ya Enqereyê ev bîrdarî çêkir. Bi navê din, peykerê Xoce Nasreddîn. Li gorî rexnegirên hunerê ev yek berhemeke sereke ye. Ev bîrdarî, di 10’ê Cotmeha 2015’an saet di 10.04’ê de di nava xwînê de ma. Çav û rûyê Xoce Nasreddîn ên ku 30 sal bûn rûyê her kesî dikenand, di nava xwînê de man. Bi salan piştî wê bîrdariyê, bîrdariyeke din li vir zêde bû. Ev bîrdarî ‘Qêrîna Dayikan’ e. Ji ber ku avên ji jor diherikin, dê bibin rondikên çavên dayikan. Dê qêrîna dayikan li hemû cîhanê belav bibe. Di vê navberê de mamosteya Veyselê 9 salî, Sabahat Xanimê got; ‘Îcar ez ê niha aştiyê çawa ji zarokan re vebêjim.’ Mamoste Sabahat, hûn ê aştiyê mîna di vê bîrdariyê de vebêjin; jineke ku di hembêza wê de mirin heye lê li ber xwe dide, diqîre, li ber xwe dide, dê mîna kevoka aştiyê ya zarokeke keç bi xwe re dibe lê ji bo aştiyê li ber xwe dide, têdikoşe vebêjî.”

Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun ku hevjînê wê parêzer Uygar Coşgun di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî metna hevpar xwend. Coşgun wiha got: “Heke Komkujiya 10’ê Cotmehê weke sûcekî li dijî mirovahiyê neyê qebûlkirin wê demê dê kîjan doz were qebûlkirin? Dema mirov li daxuyaniyên siyasiyên wê demê dinêre, pir eşkere ye ku Komkujiya 10’ê Cotmehê cînayeteke siyasî ye.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Tekane daxwaza wan aştî bû. Dixwestin şer û pevçûnên li Tirkiyeyê bi dawî bibin. Dixwestin pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Daxwaza wan ked bû, mafê kedkaran bû. Ji ber ku baş dizanin ku heke nan nebe aştî û edalet jî nabin. Dixwestin jin neyên qetilkirin, daxwaza darezeke serbixwe û adilane dikirin. Daxwaza wan mafên mirovan, azadî, hemwelatiya wekhev û bidawîkirina komkujiyên li dijî elewiyan bûn. Bi kurt û kurmancî daxwaza wan aştî, edalet û xwişk-biratî bû.

Vê desthilatdariyê, ji bo parastina hêza xwe Komkujiya 10’ê Cotmehê da kirin. Dê were bîra we; heta 10’ê Cotmehê weke ku fermana komkujiyan hatibe dayin li her derê komkujî dihatin kirin. Li Dîlokê di dawetekê de komkujî kirin, di mitînga HDP’ê teqîn pêk anîn, bombe danîn rêxistinên HDP’ê yên Edene, Mêrsînê… Û li Pirsûsê rêwiyên xeyalan qetil kirin. Ev komkujî tevek li gel DAÎŞ’ê kirin û rê li ber DAÎŞ’ê vekirin. Vê desthilatdariyê xwest hebûna xwe bi hevkariya DAÎŞ’ê biparêze. Haya wan ji hemû komkujiyan hebû. MÎT a ku li navenda Enqereyê nahêle çûk bifire, hêzên ewlekariyê û tevek ji vê komkujiyê haydar bûn. Dema doza Komkujiya Gara Enqereyê dişopandin, ketin nava tirs û xofê. Heke gotin di cih de be li xwe mikur hatin û gav bi gav vegotin ka çawa pêk anîne. Bê ka gubre çawa bi dest xistine, bombe çawa amade kirine, ji Dîlokê heta Enqereyê rê li ber wan çawa hatiye vekirin. Dema mirov li girtekan dinêre, wê demê dibîne bê ka pêşiya vê komkujiyê ji hêla dewlet, hêzên ewlekariyê û MÎT’ê ve çawa hatiye vekirin.”

Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê van canên xwe ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê wan di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin. Armanca wan çi be, heta ku ev tevek pêk tên em ê têbikoş in. Bila soza me ya ji bo we kevokên aştiyê yên hêja; dê ala we tu caran nekeve erdê. Heke me ew ji bîr kirin bila dilê me ziwa bibe.”

Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ber bîrdariyê û merasîma bîranînê bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HRE: Du şervanên me şehîd bûn
Nûçeya Pişt re Rojnameya Yenî Yaşamê hate astengkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrikê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin

Bi sedan xelkê Dêrikê, Girke Legê û Çilaxa cenazeyê şehîd Îvan Dêrik, Şervan û Ebdulkerîm…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî biryara ‘bûtlana teqez’ li ber avahiyên CHP’ê protesto hatin lidarxistin

Piştî biryara “butlana teqez” a derbarê Komcivîna Asayî ya 38’emîn a CHP’ê de, gel li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Holê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Hate diyarkirin ku çeteyekî DAÎŞ’ê ku 2 sal in dihat lêgerîn, di Operasyona Ewlehiya Domdar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?