Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelkê Şengalê: Parêzvanên axa Iraqê îro bûne hedefa dewleta Iraqê
Kurdistan

Xelkê Şengalê: Parêzvanên axa Iraqê îro bûne hedefa dewleta Iraqê

Dexîl Seyîdo û ji TAJÊ Neam Bedel êrişa dijî şervanên YBŞ’ê weke êrişa dijî tevahiya Êzidiyan bi nav kirin gotin: "Zarokên me ev 11 sal in bê navber li ber xwe didin û axa xwe diparêzên, îro jî yên ku li ber xwe dane, dibin hedefa artêşa Iraqê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Siyasetmedarê Şengalî Dexîl Seyîdo û Endama Koordînasyona Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel têkildarî revandina 5 şervanên YBŞ’ê ji aliyê artêşa Iraqê ve ku 3 ji wan birîndar in, ji ANF’ê re axivîn.

YBŞ DI ENCAMA ŞERT MERCÊN HERÎ ZEHMET DE AVA BÛ

Siyasetmedar Dexîl Seyîdo di destpêka axaftina xwe de got: ‘’Em bi hêvî ne ku Iraq bi vî çavî li wan şervanên ku ev 11 sal in li ber xwe didin, ne nêre û wan bi tu navên cuda  bi nav neke.  Ew şervan in ku li gel artêşa Iraqê gelek ji heremên Şengalê û derveyî Şengalê jî parastine. Pêwist e Iraq wan rojan li bîra xwe bîne û bizanibe ku YBŞ’ê û YJŞ’ê mîna wan çawa li ber xwe dane û axa Iraqê ji çeteyan rizgar kirine û parastine.’’

Dexîl Seyîdo anî ziman YBŞ di şert û mercên herî dijwar de hatiye avakirin û ev yek anîn ziêam: ‘’Hêzên me yên leşkerî xwe bi xwe ava nebûn. Di demeke wisa de hatin avakirin ku gelê me ber bi tunebûnê ve diçû, Şengal vala bû, hêzên me jî li hember vê zor û zehmetiyê rabûn û heta roja me ya îro bê dûdilî li ber xwe didin û me û axa me diparêzin. Em bi hêvî ne ku dewleta Iraqê tavilê wan şervanên me serbest berde da ku pirsgirêk kûrtir nebê.’’

HÊZA KU ALA IRAQÊ LI ŞENGALÊ RAKIR YBŞ BÛ

Endama Koordinosyona TAJÊ’yê Neam Bedel jî wiha nerînên xwe anîn ziman û got:’’ Yên ku piştî hilweşîna rejêma BAAS’ê ya Sedam ala Iraqê li Şengalê rakirin, hêzên me YBŞ û YJÊ’yê bûn û yên ku li gel artêşa Iraqê li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin ev hêz bûn. Îro ev hêz di hedefa artêşa Iraqê de ne û wan weke terorîst bi nav dike û dixwazin tola DAÎŞ’ê  ji me hilînin.’’

Neam Bedel piştre anî ziman ku ew weke dayîkên şehîd û şervanan dixwazin ev pirsgirêka heyî bi awayekî aştiyane were çareserkirin û got: ‘’Çend zarokên me di destê wan de ne û hinek ji wan birîndar in jî. Em dixwazin ew zarokên me tavilê werin berdan da ku pirsgirêk  kurtir nebê. Em naxwazin di nava me û dewletê de alozî kurtir bibin ji ber ku em jî gelê vê dewletê ne. Ger gel nebê wê demê dewlet jî nabe. Ji ber vê em dixwazin bi hev re mîna ku me li ser axa Iraqê mil bi milê hev DAÎŞ têk bir, em dixwazin car din dewlet wan roja li bîra xwe bîne û bi lîstokên derve nexape. Em dixwazin dewlet li gel YBŞ’ê,  axa Iraqê biparêzin û wê  ne weke terorê bi nav bike. Yên ku hûn weke terorîst bi nav dikin, zarokên me ne û şeref û rûmeta Iraqê li hemberî dagirkeriyê rizgar kirin û parastin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Guleç: Dûrxistina Baroya Stenbolê ji wezîfeyê rûreşiyek li dîroka hiqûqê ye
Nûçeya Pişt re Dagirkeran êrîş birin ser tunelên berxwedanê, gerîla bersiv da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li hemberî hev ên Îsraîl û Îranê 4 roj in dewam dikin

Êrîşên Îsraîl û Îranê yên li hemberî hev doh bi şev jî dewam kirin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Dogû: Divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyî bê avakirin ku her kesî vedihewîne

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyê bê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Edeneyê erdheja bi 4.5 pileyî

Li navçeya Saimbeyli ya Edeneyê bi 4.5 pileyî erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?