Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Zeytên Efrînê yên tên dizîn bi navê ‘malên Tirkan’ tên firotin
Rojava

Zeytên Efrînê yên tên dizîn bi navê ‘malên Tirkan’ tên firotin

Zeytûnên Efrînê ji sala 2018’an û vir ve bi awayekî pergalî tên talankirin û bûne hinardeya mezin a zeytên Tirkiyeyê. Xwediyên wan ên rastîn di konên penaberan de bi birçîbûnê re têdikoşin, lê zeytên tên dizîn jî bi navê “malên Tirkan” tên firotin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Zeytên Efrînê ku li cîhanê wekî “zêrê zer” tê nasîn, bi navê “malên Tirkan” li Ewropa, DYE û Rojhilata Navîn tên firotin. Lê şêniyên Efrînê yên xwediyên rastîn ên vê berhemê ne, ji sala 2018’an vir ve ne dikarin biçin nav zeytûnên xwe û ne jî fêdeya wê digihêje wan. Zeytûnên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi awayekî sîstematîk tên desteserkirin, bûne hinardeya mezin a zeytên Tirkiyeyê.

Efrîn bajarek e ku bi zeytûn û zeyta xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê tê nasîn. Li vê herêmê, herî kêm ji 18 mîlyon darên zeytûnê yên sedsalî ku bi kalîteyek bêhempa ne, 14 mîlyon jê berhemdar in. Madeya xam a “Sabûna Helebê” ya ku xwedî 2 hezar salan e û li cîhanê navdar e, zeyta Efrînê ye. Her wiha zeyta ku bi sedan sal in tê hilberîn, ji bo gelê herêmê “zêrê zer” e.

 

Li Efrînê beriya dagirkirinê 300 tesîsên zeytê û 7 kargehên sabûnê dixebitîn. Salê 200.000-250,000 ton zeytûn dihatin berhevkirin û 35,000-50,000 ton zeyt dihat hildiberand. Zeytûn ji bo gelê kantona Efrîn û gundewarên wê dahat ji sedî 70 ye.

Odeya Çandiniyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk e her sal meha Cotmehê berhevkirina zeytûnan koordîne dikir û cotkar bi dilrehetî zeytûnên dibirin tesîsên zeytê. Dizî tune bû û aboriya ku li ser bingeha xebata hevbeş hatibû avakirin hebû.

Lê piştî dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de Efrînê dagir kir, her tişt guherî. Zêdetirî 300,000 sivîl koçber bûn; li şûna wan malbatên çeteyan ên ji herêmên cûda yên Sûriyeyê û welatên sêyemîn anîn û bi cih kirin. Ji 300 tesîsên zeytê, ​​140 jê hatin talankirin û yên mayî ketin bin kontrola çeteyan. Derfetên xebata ewle ya cotkaran ji holê hatin rakirin, di heman demê de komkujî, revandin, fîdye û diziya sîstematîk belav bûn. Beşek girîng ên darên zeytûnê hatin birîn, şewitandin an jî bi zorê ji xwediyên wan hatin standin.

Çavkaniyên herêmî û rêxistinên mafên mirovan belge kirine ku ji dema dagirkirinê ve herî kêm 2.1 milyon darên zeytûnê hatine birîn û gelek ji wan ji bo şewitandinê firotine Tirkiyeyê.

Cotkar êdî nikarin biçin nav zeviyên xwe. Yên ku diçin, neçar in ku ji bo her darekê ji 4 heta 15 dolar xeracê bidin. Gelek gundî neçar in ku palehiya çeteyên ku îdîa dikin, “Êdî ev dar ên me ne” bikin.

Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê cotkar, xwediyên erd û xwediyên makîneyên zeytûnê, bacên giran ên ku li ser çavkaniyên sereke yên dahata wan têne sepandin vedibêjin. Welatî diyar dikin ku xeracên ku di bin navê bacan de tê sepandin, bi piranî ji hêla komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve tê kirin. Di nav wan de Firqeya Sultan Suleyman Şah (ku wekî el-Amşad jî tê zanîn), Firqeya el-Hemze, Firqeya Sultan Murad, Lîwaya Muntasir Billah, Firqeya el-Mu-tasim, Feyleq el-Şam û gelek komên çete hene.

Cotkar neçar in ku di serdema hilberînê de ji bo jiyana xwe têbikoşin. Wekî her sal, bi hatina demsala hilberînê re mekanîzmaya sîstematîk a desteserkirinê xistin dewrê. Gelek cotkar bi tacîzên ku armanca wan standina xeracê ye re rû bi rû dimînin. Kesên ku li ber xwe didin pir caran bi gefên tundiyê, revandin, qetilkirin, desteserkirina milkê wan û wêrankirina darên zeytûn re rû bi rû dimînin.

Hin welatî li beramberî vê ji ber tirsa desteserkirinê neçar in ku beriya serdema hilberînê zeytûnên xwe yên negihîştî biçînin. Ji ber vê yekê li şûna şeş teneke zeytê, tenê du teneke hildiberînin.

Cotkar gelek caran neçar dimînin ku zeytûnên xwe di bin çavdêriya çeteyan de radestî kargehên diyarkirî bikin. Cotkar berhemên xwe tenê dikarin bifroşin bazirganên herêmî yên ku ji hêla çeteyan ve hatine pejirandin û ew jî bihayek pir kêm dikirin. Mînak li Efrînê tenekeyek zeytê ya 16-17 kîlo di bin 100 dolarî tê firotin, lê li Îdlibê zêdetirî 120 dolarî tê firotin.

Piştre ev berhem dibine Tirkiyeyê û ji wir jî digihînin bazarên navneteweyî.

Zeyta Efrînê ya îro li ser sifreyên cîhanê bi navê “malên Tirkan” cihê xwe digire û xwediyên rastîn ên daran heft sal in ne karin biçin nav baxçeyên xwe û ne jî ji dilopek zeytê fêde digihêje wan.

Hat destnîşankirin ku berî sala 2018’an salane bi qasî 250 ton bû, niha ji ber şer, koçberî û talankirinê daketiye 50 ton. Her wiha, ji ber desteserkirin û nebûna ewlehiyê bi qasî tê xwestin nikarin li darên xwe binêrin û ev jî berhema zeytûnan kêm dike.

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku di salê de hilberîna zeytûnan ku berê herî kêm 250 ton bû, îsal ji ber dagirkerî, destserkirin û diziyê daketiye nêzîkî 50 tonan. Şêxo anî ziman ku zêdetirî milyonek darên zeytûnan hatine birîn û Komîteya Aboriyê ya Efrînê dema ku ji niştecihan belge xwestiye, ragihandin ku baxçeyên zeytûnan hatine desteserkirin.

Şêxo bi bîr xist ku wan gelek dîmenên diziya komên ku ne ji Efrînê ne û li herêmê dijîn weşandine. Şêxo anî ziman ku giliyên mexsûran bê encam dimîne, sazî xizmetê nakin û tenê li Efrînê dimînin. Şêxo anî ziman ku li Ezaz, Cerablus û Babê avaniyek wisa tineye.

Li gorî Îbrahîm Şexo dewleta Tirk berhemên darên zeytûnê yên ku ji hêla çeteyan ve tên birîn, bi destê bazirganên herêmî difiroşe herêmên cuda yên Sûriye û welatên Ewropayê.

ZEYTÊN TÊN DIZÎN LI EWROPAYÊ BI NAVÊ ‘MALÊN TIRKAN’ TÊN FIROTIN

Zeytên li Efrînê tên dizîn pêşî dibin Tirkiyeyê. Ji wir jî bi pejirandina Enstîtuya Standardên Tirkiyeyê (TSE) bi navê “malên Tirkan” tên pakêtkirin û hinardekirin.

Hin marqeyên ku bi eşkereyî li Ewropa û Emerîkaya Bakur bi navê “Afrîn” têne firotin ev in:

Zêr Afrin – Ji hêla Magdeburg ê Elmanyayê ve tê belavkirin

Cibal Afrin / Jibal Afrin – Bi navê “Zeytên ji çiyayên Efrînê” li Elmanya, Kanada û Ewropayê tên firotin. Ev berhema ku ji hêla TSE’yê ve hatiye pejirandin, navê “Mir Pakêtkirin ÎTH. ÎHR. û TÎC. LTD” li ser heye.

Yaman – Li Fransayê bi navê “Sûriye – Afrîn Heleb” tê firotin

Jobri Food – Bi dirûşmeya “Berhemên Efrînê yên navdar” bi tora Viborg a Danîmarka û Elmanya tê firotin.

Mîr Pakêtkirin – Bi sertîfîkaya TSE’yê li bazara Kanadayê tê firotin.

‘EZ NIZANIM BÊ DARÊN MIN MA NE YAN NA’

Şahidiya welatiyên ku bi zorê hatine koçberkirin karesata tê jiyîn radixe ber çavan.

Îbrahîm Menan ê ku ji gundê Beravê ye, hîn jî bi heman êşa koçeberiya Adara 2018’an behsa koçberiya xwe dike û got, “Wê salê hewa pir sar û baran bû. Nîvê mirovan sê rojan meşiyan. Balafir bombebaran dikirin, nehiştin em derbas bibin. Kal û pîr û zarok ji birçîbûn û sermayê mirin; me nikarîbû gorên wan bikolin. Em sê rojan birçî û tî meşiyan. Em bi cilên li ser xwe derketin rê, me nikarîbû tiştekî din bînin.

Ez dewlemend bûm. 400-500 darên zeytûnê yên min hebûn. Ji du salan carekê berhem didan, lê me sed çewal zeytûn berhev dikirin; debara me ya du salan dikir. Em xizmeta xwe û gelê xwe dikir.

7-8 sal in ku em koçber in.  Mal û milkên me talan dikin û dibin Tirkiyeyê. Piştî ku em ji malên xwe hatin derxistin dilopek zeyt jî negihîştiye me. Ez nizanim bê darên min mane yan na.”

‘ÇETE DI BIN NAVÊ BACÊ DE XERACÊ DISTÎNIN’

Bîlal Bîlal ê ku ji gundê Ereb ê Mabetayê ye, serpêhatiyên xwe wiha vegot:

“Bi qasî 400-500 darên zeytûnê û nêzîkî 40 darên gûzan ên malbata min hebûn. Me salê 70 teneke zeyt hildiberand. Em li zeviyên kesî nedixebitî; me her sal zeytûn berhev dikir û dibir tesîsên zeytê.

Di dema Rêveberiya Xweser de, li Efrîn baca mecbûrî tine bû. Her malbat li gorî derfetên xwe didan; berhemên me têrî me dikir.

Piştî dagirkirinê, me gramek zeytûnên xwe nedît. Çeteyan ew dizîn. Hin ji xizmên me vegeriyan Efrîn; çeteyan di bin navê “Komîteya Aboriyê” ji xizmên me ji sedî 50 bac yanî “xerac” standin. Dahata wan a mayî têrî dabînkirina lêçûnên wan nedikir.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Elîf Kaya: Ti hêz nikare jina ku hişmend bûye têk bibe
Nûçeya Pişt re Parêzer Salernî: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan tevkariyê li hiqûqa navneteweyî dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Meseleya Kurd bi Kurdan çareser dibe!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan kesên ku pirsgirêka Kurd çareser nakin weke 'dijminê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Desthilatdarî herî zêde ji yekbûna Kurdan û kedkarên Tirkiyeyê ditirse’

Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan destnîşan kir ku têkoşîna hevpar êdî hîn pêkan û…

Ji aliyê Stêrk TV

YJA Starê Nesrîn Bêrî bi hurmet û minet bi bîr anî

YJA Starê ragihand ku Nesrîn Bêrî-Yayla Kizilkaya di Mijdara 2024'an de şehîd bû û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo 7 şehîdan li Hesekê merasîm hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?