Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di rapora xwe ya salane de eşkere kir ku hejmara kesên di sala 2025’an de li cîhanê hatine darvekirin, gihîştiye asta herî bilind a piştî sala 1981’ê. Hat diyarkirin ku li 17 welatan, herî kêm 2 hezar û 707 kes hatine darvekirin.
Rêvebera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard, têkildarî hejmara kesên sala borî li cîhanê hatine darvekirin, bi daxuyaniyekê raporek weşand.
Di raporê de hat destnîşankirin ku sala borî li seranserê cîhanê 2 hezar û 707 kes hatine darvekirin û hat gotin: “Ev rêjeya metirsîdar, ji ber komeke biçûk ya welatane ku tevî geşbûna meyla gerdûnî ya ber bi rakirina vê cezayî ve, darvekirinê didomînin.”
Callamard da zanîn ku welatên mîna Çîn, Îran, Koreya Bakur, Erebistana Siûdî, Yemen, Kuweyt, Sîngapûr û DYA, cezayê darvekirinê wek çekekê bikar tînin û wiha pêde çû: “Ev welat ji bo belavkirina tirsê û nîşandana desthilatdariya saziyên dewletê ya li dijî komên lawaz, vî cezayî bi kar tînin.”
Di raporê de hat diyarkirin ku tenê Îranê herî kêm 2 hezar û 159 kes darvekiriye ku ev hejmar du qat ji hejmara sala 2024’an zêdetire. Di raporê de Çîn bi wê yekê hat tawanbarkirin ku “serokê celadên cîhanê ye” û hat îdîakirin ku di sala 2025’an de li wê derê bi hezaran darvekirin pêk hatine.
Li gorî daneyên rêxistinê; li Erebistana Siûdî herî kêm 356 darvekirin (ku piranî ji ber sûcên hişberê ne), li DYA’yê 47 û li Misirê jî 23 dozên darvekirinê hatine qeydkirin. Bi giştî, rêjeya darvekirinê di sala 2025’an de li gorî sala 2024’an ji sedî 78 zêde bûye.
Seroka Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Elmanyayê Julia Duchrow jî cezayê darvekirinê wek “şêwazê herî giran ê tundiya dewletê” pênase kir.
Di raporê de behsa polîtîkayên kontrolkirina hişbirê ku bûne sedema zêdebûna cezayê darvekirinê ye hate kirin û hat ragihandin ku Hezar û 257 bûyer (ango ji sedî 46’ê tevahî darvekirinan) bi sûcên hişbirê ve girêdayî ne.
Agnes Callamard di dawiyê de got: “Bi milyonan mirov wek delîlekî mirovahiya me ya hevpar, têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê didomînin. Ji bo rizgarkirina cîhanê ji vî cezayî, divê em kampanyaya rakirina darvekirinê mezin bikin.”

