Amadekariyên birêketina karwanê 8’emîn ê koçberên li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê dewam dikin.
Şênî amadekariyan dikin ku berê xwe bidin malên xwe yên li gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê.
Karwanê 8’emîn ê ku ji 370 malbatan pêk tê, 12 Mijdarê wê bi rê bikeve.

