Platforma Saziyên Demokratîk li Êlih, Dîlok û Agiriyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hate gotin ku mafê dermankirinê yê girtiyan divê bê misogerkirin û girtiyên nexweş divê bêne berdan.
Li Êlihê, li pêşiya avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê TUAY-DER’ê Hasan Arigtekîn got ku tevî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, binpêkirinên mafan di girtîgehan de hîn jî didomin.
Arigtekîn, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û berdana wan tê astengkirin. Arigtekîn, bang li Wezaretên Tenduristî û Edaletê kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş zû gav bavêjin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, jî anî ziman ku aştî tenê bi rawestandina şer pêk nayê û bal kişand ser mirina girtiyan di girtîgehan de.
Zeynep Oduncu, got ku di nav du salên dawî de 15 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha got ku 55 girtiyan, tevî ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve rapor hatiye dayîn ku nikarin di girtîgehê de bimînin, hîn jî di girtîgehê de ne.
Zeynep Oduncu, destnîşan kir ku heta gavên şênber ji bo çareserkirina rewşa girtiyên nexweş, neyên avêtin, ne pêkane ku pêvajoya aştî bi civakî bibe.
Her wiha li pêşiya Girtîgeha Dîlokê jî daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Dîlokê Fesîh Yeşîl got ku nexweşiya Tuncer Saglam bi awayekî rast nehatibû teşxîskirin. Yeşîl, diyar kir ku nexweşiyên Saglam bi enfeksiyonê ve girêdayî hatibûn hesibandin û ev yek hatibû piştguhkirin.
Yeşîl, got ku derengmayîna dermankirinê bû sedema mirina Saglam.
Li Agiriyê jî li Kolana Komarê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DBP’ê yê Agiriyê Sebîh Kaya got ku agahiya mirina girtiyan ên ji girtîgehan tên, li dijî ruhê Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk in.
Kaya, diyar kir ku aştî ne bi gotinên siyasî, bi gavên şênber ên ku jiyana mirovan esas digirin pêk tê.
Çalakî bi soza xwedî derketina li bîranîna Tuncer Saglam û girtiyên siyasî yên ku jiyana xwe ji dest dane, bi dawî bûn.

