Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, ji saet 07:00 û vir ve derdora gundên Henarşîxan û Gagal ên Merîwanê bi çekên giran û topan tê bombekirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku ji ber êrişan zerar li xwezaya li herêmê bû. Bombardûmanê ziyaneke mezin li dar û bexçeyên gundiyan kir.
Hate ragihandin ku êrişên hêzên Îranê yên bi bombardûmanê li herêmê dewam dikin.

