Ardil Çeşme ya ku berdana wê 3 caran hatibû paşxistin, piştî 31 salên ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê hat berdan. Ardil Çeşme ji hêla rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, malbata wê û nûnerên saziyên sivîl ve li Parka Newrozê ya li taxa Baxcilar a navçeya Rêzan a Amedê bi tilîlî û gulan hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û ”Jin jiyan azadi” hatin berzkirin.
Piştre Ardil Çeşme axivî û wiha got: “Heta ku pergala Îmraliyê dawî bibe divê em li ber xwe bidin. Ez hertim dibêjim berxwedan jiyan e. Dema ku gelê me pêşentiyê bike ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Divê gelê me vê baş fêhm bike. Bê gel serkeftin nabe.”
Çeşme ê li Amedê hate pêşwazîkirin: Heta ku pergala Îmraliyê dawî bibe divê em li ber xwe bidin
Ardil Çeşme ya ku piştî 31 salan hat berdan li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Ardil Çeşmeyê got: “Heta ku pergala Îmraliyê dawî bibe divê em li ber xwe bidin.”
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

