Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervanê YPG’ê Bariş Karasû bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgeya Komara Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk a Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê 10 ciwan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG’ê: Di meha Cotmehê de herî kêm 193 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > DEM Partî: Çareseriya krîza avhewayê ne bi sermayeyê, bi îradeya gelan dibe
Civak & Ekolojî

DEM Partî: Çareseriya krîza avhewayê ne bi sermayeyê, bi îradeya gelan dibe

Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê got, “Çareseriya krîza avhewayê, ne di mekanîzmayên piyasayê yên sermayeyê de ye, çareserî di jiyaneke demokratîk, wekhev û ekolojîk a ku pêdiviyên civakî esas digire de ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê têkildarî destpêkirina COP31 daxuyanî da û destnîşan kir ku çareseriya krîza avhewayê ne bi polîtîkayên sermayeyê, bi îradeya gelan û edaleta civakî dibe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên enerjiyê yên li ser esasê sotemeniyên fosîl, mezinbûna bêsînor, mêtingeriya çavkaniyê û tunebûna daristanan hilweşîna ekolojîk kûr dike. Hate îfadekirin ku peymanên avhewayê yên navneteweyî pêşî li krîzê nagirin û hate rexnekirin ku pêvajoyên COP’ê yên fermî çareseriyê di mekanîzmayên piyasayê û ticareta karbonê de dibînin.

DEM Partiyê destnîşan kir ku di navbera malûvaniya Tirkiyeyê ya ji COP31 re û polîtîkayên wê yên enerjiyê de nakokî heye û îfade kir ku ji bo derketina ji sotemeniyên fosîl nexşerêyeke şênber nîne, girêdana bi komir û gaza xwezayî re tê domandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herî zêde xizan, kedkar, jin, zarok, gelên herêmî û civakên herêmî ji encamên krîza avhewayê bandor dibin û hate diyarkirin ku bi hişkesalî, lehî, şewatên daristanan, krîzên av û xurekê re koçberiyên neçarî zêde bûne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêyî tevlîbûna civakên herêmî, gundî, karker, jin, ciwan û tevgerên ekolojîk edaleta avhewayê pêk nayê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Çareseriya krîza avhewayê, ne di mekanîzmayên piyasayê yên ji bo sermayeyê qadên nû yên feydeyê vedikin de ye, çareserî di jiyaneke demokratîk, wekhev û ekolojîk a ku pêdiviyên civakî esas digire de ye.”

Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê diyar kir ku ew ê pêvajoya COP31 bişopînin û bi aktîf tevlî xebatên Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan bibin û got, ew ê ji bo siberojeke bi edaleta ekolojîk û civakî, têkoşîna xwe mezin bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî di tura duyemîn de piraniya dengan wergirt û bû Serokomarê Iraqê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji milîsên YPS JIN li Geverê çalakiyên 14’ê Tîrmehê

Milîsên Şoreş Zêwkî yên YPS JIn ragihandin ku bi wesîleya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi 7 dronan êrîşî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê hat kirin

Di saetên şevê de Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bû hedefa dronên xwekuj yên Îranê.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Belgeya Komara Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk a Rêber Apo hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Colemêrgê 10 ciwan hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?