Endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Nûrettîn Demîrtaş diyar kir ku diyalog û muzakere ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derkete pêş ne tenê rêbazeke ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî tê bikaranîn, di heman demê de çandeke ku divê li her qada jiyanê ya civakî belav bibe.
Endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Nûrettîn Demîrtaş ev nirxandin kir:
“Rêbaza ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derdikeve pêş diyalog û muzakere ye. Diyalog weke têkiliya navbera mirovan tê pênasekirin. Civakîbûn jî li dora wê ava dibe. Diyalog nebe civakîbûn jî nabe. Nepêkan e ku hevdu fêhm bike.
Lê belê dema mijar dibe siyaset, hingî wateya wê hîn kûr dibe. Çima? Ji ber ku armancên siyasî vegotina têkiliya komên cuda ya bi hev re ye û ev têkilî jî ji diyalogên rojane wêdetir e. Li ser armancê nîqaş tê kirin. Hewl tê dayin ku nuqteyên hevpar bêne dîtin.
‘EM DIXWAZIN MUZAKEREYÊ VEGUHERÎNIN ÇANDEKÊ’
Ji ber vê jî dikare bê gotin ku rewşeke hîn kûrtir e. Muzakere jî tê wê wateyê ku mirov di nava diyalogê de giraniyê bide ser mijarekê, li ser wê mijarê nîqaş bike û nuqteyeke hevpar bibîne. Em dixwazin muzakereyê bikin çandek.
Diyalog û muzakere hewldana fêhmkirina hev a mirovên ji hev cuda difikirin û li hemberî hev in. Nêzbûna li hev jî li ser fêhmkirinê dibe. Dijberî bêyî diyalog û muzakereyê nikare ji holê bê rakirin, her tim dikare ber bi zemîneke şer ve biçe. Dibe ku armancên hinekî din bikeve dewrê yan jî nakokî her dwam bike.
Halbûkî eger armanc çareserkirina pirsgirêkan be, bi taybetî eger çareseriya pirsgirêkên civakî yên mezin tê xwestin, hingî pêwîstî bi çanda muzakere û diyalogê ya daîmî heye. Xusûsa ku herî zêde pêwîstiya Rojhilata Navîn pê heye, ev e.
‘RÊYA DERKETINA JI ÇANDA ŞER DIYALOG Û MUZAKERE YE’
Sîstema kapîtalîst dixwaze tevahiya cîhanê bike qada şer û di navenda wê de jî Rojhilata Navîn heye. Yekane reya terikandina vê çanda şer û rizgariya ji wê, diyalog û muzakere ye. Berevajî vê yekê aqil û sîstema ku li ser têkçûn-têkbirin, mirin-kuştinê ava bûye ti carî nikare çareseriyê peyda bike.
Lê belê yên ku meyla xwe li ser diyalog û muzakereyê hebe, qet nebe siyaseta xwe dikare li ser rêyeke hevpar bigihîne hev. Ji bo bê zanîn bê xalên hevpar çi ne, pêwîstî bi nîqaşeke baş heye. Bêyî diyalogê, bêyî muzakereyê ne tu dikare xwe vebêje ne jî dikare yê li hemberî xwe fêhm bike.
‘JIYAN Û JIYÎN WÊ BIKEVE ŞÛNA MIRIN Û KUŞTINÊ’
Nikare rêya hevpar jî bibîne. Peydakirina rêya hevpar şêweyê lihevkirinê ye. Eger em karibin vê bikin çandeke jiyanê ya daîmî wê jiyan û jiyîn teqez bikeve şûna mirin û kuştinê.
Em xwedî dewlemendiyên çandî û civakî yên bêhempa ne. Li şûna parvekirina vê yekê şerkirin bi kêrî kesî nayê. Ne bi kêrî civakê tê ne jî bi kêrî dewletê tê.
‘DIYALOG Û MUZAKERE GARANTIYA JIYANÊ YA MIROV E’
Piştî ku mirov xwe gihand vê asta têgihiştî, diyalog û muzakere bêhtir bi wate dibe û bawerî pê dibe. Ev rêbaz bi rastî jî garantiya jiyanê ya mirov e. Di ya din de nediyar e bê kî wê bigihêje ku. Kengî wê şer rû bide, kengî wê li hemberî hev hîle û komployê bike, kengî wê pêşî li komkujiya hev veke, nediyar e.
Divê mirov vê yekê têkildarî civakê, têkoşîna çînî, têkoşîna civakî, kom, ol, bawerî û etnîsîteyan binirxîne. Di serî de ol û mezheb, hemû nasname li Rojhilata Navîn veguherîn sedema şer. Baş e rêbaza herî bi bandor a dawîanîna li vê yekê çi ye? Bêguman diyalog û muzakere ye.
‘BI PEYMANEKÊ HER TIŞT NAQEDE’
Her ku di vê mijarê de tecrûbe û danhevî zêde bû hingî encam jî tê wergirtin. Bêguman bi carekê, bi peymanekê her tişt naqede. Dikare bibe wesîleya fêhmkirina hev, nêzîkbûna li hev, xwegihandina li rêyeke hevpar.
Eger bê gotin ku pêwîstiya me bi bidestxistina asteke navîn û hevsengiyekê nîne, em bi temamî tişta dixwaze dikin, em guh nadin kesî, weke ku het aniha dibe, ji bilî şer encamek dernakeve holê. Lê belê xwegihandina li hev a li ser hevsengiyekê pîvana destpêkê ya muzakere û diyalogê ye.
Mirov tenê bi vê dikare bi pêş ve biçe. Her carê dikare ber bi pêş ve gavê biavêje û kûr bike. Encam, jiholêrakirina nakokiyan a bi temamî lihevkirineke teqez nîne.
‘MUZAKERE DI HEMAN DEMÊ DE TÊKOŞÎN E’
Di heman demê de têkoşînek e. Lê belê bêyî şer û tinekirina hev, tê wateya hurmeta li hev. Eger tu fêhm bike tu yê bi hurmet nêzîk bibe. Cewhera muzakereyê ev e.
Di serdema niha de mixabin nêzîkatiyeke li dijî vî ruhî tê nîşandan. Gelek derdor hene ku di zimanê berê yê şerkirinê de israr dikin. Nêzîkatiyên li derveyî mirovahiyê û li derveyî aqil tê nîşandan ku mirovan rencîde dike, bêhurmetiyê dike û sixêfan dike.
Lê belê çanda diyalog û muzakereyê pîvaneke welê ye ku li ber van hemûyan radibe, sebir dike, xwe radigire û bi têkoşînê guhertina wê ji xwe re dike esas. Em di asta pîvanî de nêzî vê dibin û em ê dest ji vê bernedin. Em bawer dikin ku bi vê dikarin encamê bi dest bixin.
‘RÊBER APO WEKE MUZAKEREVANÊ SEREKE VÊ PÊVAJOYÊ DIMEŞÎNE’
Rêber Apo weke muzakerevanê sereke vê pêvajoyê dimeşîne. Ji bo me civakê yekane rê ye ku vê ji xwe re bikin esas, bi hemû beşên civakê re zimanê diyalog û muzakereyê biafirîne, vî ruhî zindî bihêle, vê veguherîne çandekê, bide jiyîn û azad bike.”

