Komeleya Lekolîn û Çavdêriyê ya Goçê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) di çarçoveya Hefteya Koçberiyê de çû serdana gundê Bîrikê yê li navçeya Bismilê ya Amedê ku di salên 90’î de hatiye valakirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruçem Vefa Elyakut, hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, rêveberiya GOÇ- DER’ê ya Amedê, rêveberiya DEM Partî û DBP’ê ya Bismilê, şêniyên gundê Bîrikê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên ‘Jiyan li ser ax û ava xwe watedar e’ û ‘Em ji bo li ser axa qedîm civaka demokratîk ava bikin vedigerin’ hat vekirin.
Lîvya Artemîs Yavuz da zanîn ku ew îro di çarçoveya çalakiyên Hefteya Koçberiyê de li gundê Bîrikê ku di salên 1990’î de hatiye valakirin û şêniyên wê bi darê zorê hatine koçberkirin, hatine gel hev û wiha got: “Di salên 1990’î de ji ber pêvajoya pêvçûnan a li herêma me bi hezaran gund û gundik hatin valakirin, bi milyonan mirov ji axa ku lê hatine dinyayê û jiyane hatin qutkirin. Gundê Bîrikê jî yek ji wan gundan e ku di bin bandora polîtîkayên bêwarkirinê de mane. Mirovan tenê mal û zeviyên xwe li dû xwe nehiştin, di heman demê de bîranînên xwe, çanda xwe, awayê xwe yê hilberînê û têkiliyên xwe yên civakî jî li dû xwe hiştin. Welatiyên ku bi darê zorê ji warên wan hatine qutkirin, li bajarên koçber bûne bi gelek pirsgirêkên wek xizanî, stirîn û bêkariyê re rû bi rû mane, nikaribûne sûdê ji xizmetên tenduristî û perwerdehiyê werbigirin. Bandora texrîbatên aborî, civakî û derûnî yên ku ji ber koçberbûnê derketine holê, li gel ewqas dem di ser re derbas bûye jî hîn didomin. Nifşek bêyî ku gundê xwe û qadên xwe yên jiyanê bibînin mezin bûye û gelek mirov jî bêyî bikaribin vegerin axa ku lê hatine dinyayê, gihiştine dawiya temenên xwe.”
Lîvya Artemîs Yavuz diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê aştî pêk bê û civakeke demokratîk bê avakirin, ew îro di destpêka serdemeke nû de ne û wiha pê de çû: “Banga dîrokî ya ku rêzdar Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, ji bo pêkanîna çareseriya demokratîk û aştiya mayînde derfeteke girîng afirandiye. Lê ji bo ku Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk bi pêş bikeve, zelal e dê bangên yekalî têr nekin. Ji bo bersiva vê bangê bê dayîn û aştiya civakî xurt bibe, divê desthilatdariya siyasî jî di mijarên demokratîkbûn, berfirehkirina maf û azadiyan, ji holê rakirina mexdûriyetên serdemên berê û ji holê rakirina astengiyên li pêşiya vegera kesên ku bi darê zorê ji warên xwe hatine derxistin de gavên şênber û pêbawer biavêje. Aştiyeke mayînde û birûmet, tenê bi sekinandina pevçûnan pêk nayê. Divê di heman demê de bi êşên ku di serdemên berê de hatine jiyîn re hevrûbûnek pêk bê, edalet bê bicihanîn û mexdûriyet ji holê bên rakirin.”
Di daxuyaniyê de Lîvya Artemîs Yavuzê tiştên ku divê werin kirin wiha rêz kir:
“*Divê astengiyên îdarî, hiqûqî û aborî yên li pêşiya welatiyên ku dixwazin vegerin gundên xwe ji holê bên rakirin.
*Divê xizmetên binesazî, av, rê, elektrîk, perwerdehî û tenduristiyê ji nû ve bên pêşkêşkirin.
*Ji bo ku çandinî û ajalvanî ji nû ve geş bibe, divê ji bo welatiyên ku vegerin, bernameyên alîkariyê bên amadekirin.
*Ji bo windahiyên madî û manewî yên ku ji ber koçberkirinên bi darê zorê pêk hatine, bên telafîkirin, divê mekanîzmayên kartêker bên avakirin.
*Pêvajoya vegerê divê li gor rêgezên mafên mirovan û bidiliyê bê misogerkirin.”
Her wiha Lîvya Artemîs Yavuzê anî ziman ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve, divê desthilatdariya siyasî di mijarên demokratîkbûn û ewlehiyên hiqûqî de gavên şênber biavêje û banga hestiyariyê kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî anî ziman ku ji bo kurdan ax ne tenê qadeke jiyanê ye, hilgira koç û hafizayê ye û ev tişt vegot: “Îro mirovên ku bi darê zorê ji gundê xwe hatine derxistin dîsa li vir in û vedibêjin ka ji ku derê hatine qutkirin. Ji bo pêvajoya em tê de ne veguhere aştiyeke mayînde û pozîtîf, dabînkirina vegera li gundan daxwazeke bingehîn e. Rêya pêkanîna edaleta sererastker jî di vir re derbas dibe. Li her cihê ku kokên me dîsa li axê bikevin, jiyan ji nû ve şîn dibe, ji ber vê yekê; Em ê vegerin gundên xwe.”
Piştî daxuyaniyê girse çû li ser goristana gund û dua kirin.

