Hunermendê Kurd Comerd ku piştî 28 salan serdana Rojava kir, çavdêriyên xwe yên li herêmê parve kir. Hozan Comerd anî ziman ku herî dawî sala 1998’an li Rojava bû û got, vegera li vê xakê ya piştî bi salan û dîtina gelê herêmê hestên giranbuha pê re afirandiye.
‘ŞOPANDINA JI DÛR VE Û DÎTINA LI CIH JI HEV GELEKÎ CUDA YE’
Hozan Comerd ragihand ku Şoreşa Rojava û pêşketinên li herêmê salên dawî bi rêya medyayê şopand û destnîşan kir ku dîtina rewşê li cih tecrûbeyeke gelekî cuda ye. Hozan Comerd diyar kir ku têkoşîna zêdeyî çil salî ji aliyê ziman, çand û civakî ve destketiyeke dîrokî bi xwe re aniye û got, “Me ji rojname û televîzyonan rewş dişopand, lê belê gava ku mirov bi çavên xwe nebîne û nekeve nava pratîkê hingî rewşê baş fêhm nake. Parastina ziman, hebûn, xak û çanda gelê li vê derê mecbûriyetek bû. Lê belê ev parastin ne tenê bi fîzîkî bû; di heman demê de çand û huner bû navenda vê têkoşînê.”
‘TÊKOŞÎNA LI VÊ DERÊ BÛ BIHARA MIROVAHIYÊ’
Hozan Comerd anî ziman ku têkoşîna li Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê hêviyeke nû afirand û işaret bi rêxistiniya civakî û modela jiyana hevpar kir ku li herêmê şahidî jê re kir.
Hozan Comerd got, “Dîmenê ku min li vê derê dît bihara mirovahiyê ye. Îradeya rêxistinbûna jiyana bi hev re ya mirovan û keda ku di vê oxirê de dide gelekî hêja ye.”
‘ZEMÎNA PARADÎGMAYEKE NÛ AVA BÛ’
Hozan Comerd destnîşan kir ku têkoşîna li Rojava tê meşandin ji aliyê teorîk û pratîkî ve paradîgmayeke nû afirandiye û got, ew gelekî kêfxweş bû ku dema dît li Akademiya Çand û Hunerê ciwan hem perwerdeya akademîk dibÎnin hem jî hilberîna hunerî dikin.
Hozan Comerd got, “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bi sed hezaran ciwanî ji bo parastina xwe rahiştin çekê. Heta nefesa xwe ya dawî van ciwanan têkoşîn meşandin û dibêjin azadiya Kurdan rizgariya Rojhilata Navîn e. Ev ciwan senteza Rêber Apo ne. Nirxên ku şehîdan afirandin encameke vê felsefeyê ye. Paradîgmaya nû wê vê yekê bi ser bixîne.”

