Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş (Mehmet Cûdî) yê ku di 25’ê Cotmeha 2024’an de di şerek a li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de şehîd bibû, di salvegera şehadeta xwe de li Goristana Heramiyê ya li Dêrikê hat bîranîn.
Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bîranîn hat lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Mêrdînê Salîh Kuday, di bîranînê de axivî û şehîdên meha Cotmehê bi hurmetî bibîranî. Kuday, diyar kir ku Mehmet Cûdî û hevrêyên wî di têkoşîna vejîna nû ya gelê Kurd de roleke girîng lîstine û got: “Em bi saya wan hatin vê rojê. Heya ku em xewnên şehîdan pêk bînin em ê ranewestin.”
Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” û danîna gulan li ser gorê bi dawî bû.

