Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    112 xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > HTŞ mîrateya Baasê bi kiryarên li derveyî mirovahiyê dewam dike
Rojava

HTŞ mîrateya Baasê bi kiryarên li derveyî mirovahiyê dewam dike

Rêveberiya HTŞ'ê ku piştî rejîma Baasê bû desthilatdar, ya ku Baasê 12'ê Adara 2004'an li Kurdan kir îro li hemberî hemû gelan û baweriyan dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di ser serhildana gelê Qamişloyê re 21 sal derbas bûn ku 12’ê Adara 2004’an li Qamişloyê piştî maça futbolê ya navbera tîmên Fetva û Cîhat bi bûyerên rû da re li dijî rejîma Baasê destpê kir. Êşa komkujiyên ku ji aliyê rejîma Baasê ve hate kirin hîn di hişê mirovan de ye. Rêveberiya HTŞ’ê ya cîhadîst ku piştî 21 salan desthilatdarî bi dest xist, bi mejiyê komkujiyê yên Baasê re polîtîkaya zext û qirkirinê ya li hemberî gelên Sûriyeyê rewa dibîne. Her roj li Sûriyeyê bi dehan mirov ji ber çand û baweriya xwe dibin hedefa zextê, êşkence li wan tê kirin û têne qetilkirin. Bi weesîleya salvegera Serhildana Qamişloyê ya 12’ê Adara 2004’an me bûyerên di sala 2004’an de qewimîn û kiryarên HTŞ’ê nirxand ku ne kêmî yên rejîma Baasê ne.

2 JÊ ZAROK 9 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Li Qamişloyê di maça futbolê de ya di navbera tîma Fetva ya Dêrazorê û tîma Cîhad a ji Qamişloyê hate lîstin, hin kesên ku ji aliyê rejîma Baasê ve bi taybetî hatibûn wezîfedarkirin, ji bo dîktatorê Iraqî Saddam Huseyîn û li dijî gelê Kurd dirûşm qîriyan. Şêniyên Qamişloyê jî nerazîbûn nîşanî dirûşman dan. Li ser vê yekê koma êrîşkar ku berê amadekariya xwe kiribû bi kêr, kevir û çekan êrîşî xelkê Qamişloyê kir. Leşker û polîsên rejîma Baasê jî li şûna êrîşkaran êrîşî şêniyên Qamişloyê kirin. Di encama gulereşandinê de 2 jê zarok 9 sivîl hatin qetilkirin.

36 JÊ KURD 50 KES HATIN QETILKIRIN

Piştî ku bûyer hate bihîstin xelkê Qamişloyê ber bi stadê ve meşiya. Vê carê jî bi fermana berpirsyarê wîlayeta Hesekê Selîm Kebûl polîsan gule li girseya gel reşandin. Li ser vê yekê di serî de bajarên Rojavayê Kurdistanê Kurdên li Şam û bajarên din ên Sûriyeyê rabûn serhildanê. Di serhildanê de ku bi rojan dewam kir 36 jê Kurd 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û hatin girtin.

SERHILDANA MEZIN

Di 13’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê serhildaneke mezin pêk hat. Bi hezaran mirov li ber Mizgefta Qasimlo li hev kom bûn û ji bo veşartina cenazeyên şehîdan meşiyan. Şêniyên Amûdê û Tirbespiyê jî ji bo tevlî vê serhildanê bibe berê xwe dan Qamişloyê. Hikumeta Şamê rê li trafîkê girt, lewma jî beşek ji gel neçar ma bi meşê xwe bigihîne Qamişloyê. Li pêşberî hêrsa gel rejîma Baasê neçar ma saziyên xwe vala bike û bireve.

Piştî ku rejîma Baasê gule reşand, nûnerên partiyên nêzî PDK’ê ku niha di bin sîwana ENKS’ê de civiyan e, dest ji cenazeyên şehîdan berdan û reviyan. Girseya gel ku nêzî 600 hezar kes bû, li gel êrîşan jî cenaze bir goristanê û veşart.

GELÊ ROJAVA RABÛ SER PIYAN

Gelê Kurd ku li hemberî rejîma Baasê ciwanên xwe ji dest da, di serî de li Qamişloyê li bajarên Dêrik, Amûdê, Hesekê, Kobanê û Efrînê, her wiha li taxên Kurdan ên li Reqa û Helebê rabû ser piyan.

Ji dema ku rejîma Baas bû serwerê dewleta Sûriyeyê û pê ve yekemcar di 13’ê Adarê de serhildana Kurdan heta paytext Şamê belav bû. Hêzên ewlekariyê yên dewletê bi çek û komkujiyan bersiv dan daxwazên gel ên ji bo dawîanîna li kuştina mirovan û berdana mirovên hatin girtin.

Êrîşa herî dawî ya hêzên ewlekariyê sebra mirovan fûrand. Gelê Kurd li Dirbêsiyê û Amûdê peykerên Hafiz Esad hilweşand û li Kobanê jî dor li avahiyên hikumetê pêçand û bersiv da.

KIRYARÊN HTŞ’Ê KU NE KÊMÎ YÊN REJÎMA BAASÊ NE

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di 8’ê Kanûna 2024’an de bû desthilatdar. Bi vî rengî rêveberiya Esad û rejîma Baasê ku 8’ê Adara 1963’an bû desthilatdar, piştî 61 sal û 9 mehan ji serweriyê ket. Lê belê rêveberiya HTŞ’ê li gel ku kete şûna rejîma Baasê mohra xwe danî binê kiryarên li derveyî mirovahiyê ku ne kêmî yên rejîma Esad bûn.

POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA LI JINÊ

Ji van kiryarên li derveyî mirovahiyê ya herî girîng êrîşa siyasî û îdeolojîk a HTŞ’ê ya li hemberî azadiya jinê bû, ku mejiyê xwe bi serweriya mêr ava kiriye. Hîn di roja destpêkê de kujerên jinan kir parçeyek ji rêveberiya xwe û nîşan da ku wê mejiyê bi serweriya mêr li her qadê serwer bike. Di heman demê de Seroka Ofîsa Karên Jinan a rêveberiya HTŞ’ê Ayşe El Dibs giştînameyek weşand ku mafên jinan binpê dike. Ayşe El Dibs got, “Eger rêxistinên jinan li gorî modela ku em ê ava bikin tevbigerin, em ê wan hembêz bikin. Lê belê em ê rê nedin wan tevgeran ku tevlî nêrîna me nabin.”

LI KONGREYA SERKETINÊ KUJERÊN JINAN

Desthilatdariya HTŞ’ê piştî ku desthilatdarî bi dest xist, ji bo karibe vê desthilatdariya xwe mayinde bike Kongreya Serketinê (29’ê Çileyê) lidar xist û ev mejiyê xwe di kongreyê de jî dewam kir. Ebû Hatem Şakra yê tevlî kongreyê bû ew serçete bû ku Hevrîn Xelef qetil kir. Di vê kongreyê de Colanî tiştekî welê kir ku di dîroka mirovahiyê de demeke dirêj nehatibû dîtin û bêyî ku nîqaş li ser paşeroja Sûriyeyê bê kirin yekser xwe weke serokkomar îlan kir.

DÛRÎ SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E

Di 25’ê Sibatê de jî Konferansa Diyalogê ya Neteweyî li hev kom bû, lê belê cih ji bawerî û gelên cuda re nehate dayin. Temamiya beşdarên konferansê çete bûn. Konferansê nîşan da ku dûrî asta avakirina Sûriyeke demokratîk e.

Rêveberiya HTŞ’ê ji ber ku nekarî pirsgirêkên civakî çareser bike û mutabaqateke civakî ava bike, kete nava rewşeke hîn kaosê. Di encama vê de jî Elewî û Durziyên ku pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin, neçar man xweseriyê ragihînin. Lê belê rêveberiya HTŞ’ê ya yekperest ev yek qebûl nekir û yekser dest bi êrîşa li hemberî van xweseriyan kir. Hewldana êrîşê ya li hemberû Durziyan bi destwerdana hêzên navneteweyî hate astengkirin, lê belê komkujiyên li hemberî Elewiyan li ber bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hîn jî dewam dikin. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di komkujiyên li hemberî Elewiyan de heta niha 973 sivîl hatin qetilkirin.

Lê belê weke ku di daxuyaniyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate destnîşankirin, çareserî bi dînamîkên navxweyî yên Sûriyeyê dibe. Naxwe tê texmînkirin ku dijminatiya li jinê, komkujî û dagirkerî hîn zêde bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berkîn Elvan li ser gora xwe hate bibîranîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PKK: Em bang dikin ku li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin!

Komîteya Navendî ya PKK'ê: Em bang dikin ku biryarên Kongreya 12'emîn rast bêne fêhmkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Hatîmogûllari: Budçeyê ne ji şer re ji karker û cotkaran re veqetînin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê butçeya karker û…

Ji aliyê Stêrk TV

DBP û DEM Partî: Em ê têkoşîna Apê Mûsa bidomînin

DBP û DEM Partî: “Em ê ruhê têkoşînê yê Apê Mûsa bidomînin û em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Mêrdînê sivîl, li Reqayê ‘dîlgirtiyê QSD’î!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rûken Ehmed: Li gel tevlîbûna jinan wê Sûriye bi pêş bikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê bi girseyî hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?