Li Tirkiye û cîhanê di nava sê salên dawî de bikaranîna hişê çêkirî gelekî zêde bû. Gelek bernameyên bi piştevaniya hişê çêkirî ketin nava jiyana rojane ya mirovan.
Karên li ser belavkirina Kurdî û hînbûna wê ya bi piştevaniya hişê çêkirî jî destpê kirin. Yek ji van jî platforma bi piştevaniya hişê çêkirî Kurdolingo ye, ku çend roj berê hate nasandin. Kurdolingo li gel hînbûna Kurdî her wiha xwedî gelek bernameyan e ku dikare ji Kurdî wergerê bi gelek zimanên cîhanê bike û pirtûkên bi deng ên Kurdî ji bo zarokan hêsan dike.
Damezrînerê Kurdolingo Cîhad Îlbaş li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku hişê çêkirî piştî Şoreşa Pîşesaziyê yek ji qonaxên herî girîng ên mirovahiyê ye û ev pêşveçûn wê nesekine.
Cîhad Îlbaş got, “Destpêkê ji hêza mirovan derbasî qonaxa hêza amûran bû. Piştre bi rêya kompûteran hêza agahiyê destpê kir. Niha jî ev hêza agahiyê bi robotan re dibe yek ku xeyala sedan, hezaran salan a mirovahiyê bû. Ev yek di jiyana me te tiştekî nû nîne; ji ChatGPT-3 û vir ve 2 sal in heye. Lê belê sîstemên ji kompûtera destpêkê û vir ve heye: mînak makîneya hesabkirinê jî cûreyek ji hişê çêkirî bû.”
Îlbaş got, hişê çêkirî ji ber ku sîstemeke di destê serweran de ye, bi giranî bi zimanên wan tê bikaranîn û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Modelên hişê çêkirî di destê şîrketên xwedî sermayeya mezin de bi Îngilîzî tê pêşvebirin. Piştre jî bi zimanê ku aboriya wan heye, bazara wan heye bi pêş ve diçe.
Beriya bi 400-500 salî Ehmedê Xanî ji bo Kurdî gotibû, ‘bazara xwe nîne’. Mirovan ev yek weke sedema nenivîsandina bi Kurdî nîşan dida. Zimanê ku çavkaniya xwe kêm e tê wateya wî zimanî ku bazara xwe nîne, qîmetê xwe yê aboriyê nîne. Em dibêjin li Tirkiyeyê 20-30 milyon Kurd hene, lê belê kîjan şîrket reklam an jî broşurê berhemeke xwe bi Kurdî dike?
Ji ber vê rastiyê, dema li sûkê, li kolanan neyê axaftin ziman li malê asê dimîne, aboriya xwe nabe. Şîrketên mezin wê vê nekin, ji ber ku kapîtalîzm tekperestiyê dixwaze. Ji bo şîrketên mezin danasîna bi zimanekî duyemîn tê wateya lêçûneke hîn zêdetir. Ji ber vê jî netewe dewlet û kapîtalîzm di nava sedsala 20’î de timî di nava hev de meşiyan. Xwediyên sermayeyê naxwazin ku welat di nava xwe de xwedî du yan jî sê zimanan bin.”
Îlbaş diyar kir ku Kurdolingo ji bo dagirtina kêmasiyekê derkete holê û ji bo ya ku platformên weke Duolingo dike bi Kurdî bike hatiye avakirin. Îlbaş got, “Ez ji sala 2013’an û vir ve dersên bi Kurdî didim û tercûmaniyê dikim. Min li Enstîtuya Kurd a Stenbolê Kurdiya xwe bi pêş ve bir. Piştî grevên birçîbûnê yên sala 2012’an mafê parastina bi zimanê dayikê hate bidestxistin, min dest bi tercûmaniyê kir.
Bi bernameyên weke Duolingo yan jî Camblyê şensê hînbûna bi Îngilîzî gelekî zêde bû. Ez jî weke van platforman dersên bi Kurdî didim. Dema ku tu dersên online dide, pêwîstiya te bi materyalên dîjîtal çêdibe, ji ber ku ji 33 welatên cuda şagirtên min hene; ji Çînê, ji Zelanda Nû, ji Emerîkayê… Şensê min nîne ku bi rengekî fîzîkî pirtûkan ji wan re bişînim.
Di nava 3-4 salên dawî de li gorî vê pêwîstiyê arşîveke dîjîtal ava bû. Pirtûkên çîrokê, pirtûkên bi deng, pirtûkên hînkirinê… Di encamê de jî min biryar da ku vê veguherînim platformekê. Ji bo rojnamevan, siyasetmedar û kedkarên tenduristiyê min kursên pîşeyî ava kir. Dawiya dawî jî bernameyên weke flashcard û ferhenga Kurdî ya bi piştevaniya hişê çêkirî lê zêde kir û di encamê de Kurdolingo derkete holê.”
Cîhad Îlbaş destnîşan kir ku wê ji niha û pê ve hewl bide qada Kurdî ya bi piştevaniya hişê çêkirî ya li Kurdolingo hîn bi pêş ve bibe û got, “Em lêkolînan dikin, bê bi hişê çêkirî dikarin hîn bêhtir çi bikin; lîstikên mobîl, pêşbirkên zanebûnê. Ji ber ku Kurdî zimanekî ji çavkaniyeke kêm e, em dikarin weke algorîtmayên pêşketî yên şîrketên mezin algorîtmayan biafirînin.
Mînak, navê Kurdolingo ji bo balê bikişîne weke Duolingo ye û em taktîka lîstikkirinê ‘gamification’ a wan dişopînin. Dema ku tiştekî hîn dibe bi rengekî dilxweşiyê vê dike û ev jî ji bo ciwanan girîng e. Ev taktîk carna ji armanca hînbûna ziman dûr dikeve û vediguhere daxwaza zêde ya qezencê. Tercîha me ev nîne; em dixwazin Kurdî bibe zimanekî balkêş û tê bikaranîn, ne tenê tê hînbûn.
Ji bo paratina ziman hînbûn têrê nake, bikaranîn jî divê. Di zimanên Bask, Galîçya û Katalan de rêjeya hînbûnê zêde bû be jî rêjeya wê ya bikaranîna di nava rojê de kêm dibe. Ji ber ku di navbera wan û zimanê serweran re pêşbirkeke newekhev heye. Ji bo Kurdî li Tirkiyeyê hem statu nîne hem jî aborî nîne. Divê ziman di jiyana aborî de xwedî cihekî be.
Mirov ji bo berpirsyariyê yhan jî ketina kar li dibistanê hînî zimanekî dibe. Divê Kurdî jî bi vî rengî be. Li pêşiya me têkoşîneke hem polîtîk hem jî aborî heye. Divê em hişê çêkirî ji bo berjewendiyên xw ebi kar bînin û karibin bazereke Kurdî ava bikin. Hewldana Kurdolingo wê ji bo vê be.”

