Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye
Rojane

Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

Meclîsa Dayikên Aştiyê li Amed, Stenbol, Şirnex û Mêrdînê li ber girtîgehan daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku statuya Rêber Apo bê naskirin, ji bo berdana girtiyên siyasî û aştiyê gavên qanûnî bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê, bi munasebeta Roja Dayikan li gelek navendan li pêşiya girtîgehan, bi dirûşma “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan, aştî ye” daxuyanî da.

AMED

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî “Mafê Hêviyê” li ber deriyê Girtîhega Amedê ya D tîpiyê daxuyanî da çapememiyê. Parlamenterên DEM Partî yên Amedê Adalet Kaya û Serhat Eren, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, hevserok, endam û nunerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Dayikan pankarta li ser “Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye ” vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî berxwedana dayikan’ berz kirin. Daxuyaniyê bi tirkî dayika aştiyê Hanife Akpolat xwend. daxuyanî piştî çepik û diruşmeyan bi dawî bû.

Di destpêkê de Dayika Aştiyê Hanife Akpolat metna hevpar xwend. Akpolat, gavên ku Tevgera Azadiya Kurd piştî banga Rêber Apo avêtine bi bîr xist, da zanîn ku dewletê li hemberî pêvajoya heyî tu gavên berbiçav neavêtin û wiha got: “Gavên herî bingehîn ên ku divê bên avêtin; pêkanîna mafê hêviyê, bidawîkirina hewildanên şewitandina înfazan û berdana girtiyên nexweş in. Bila ev gav bên avêtin da ku civak bawer bike ku dewlet aliyekî vê pêvajoyê ye. Dibêjin ‘bila dayik negirîn’. Ev tiştên ku hûn pêk bînin dê dayikan kêfxweş bin. Di sala 2026an de dayîna mizgîniya ji vê komîsyonê re di destê we de ye. Em bang li Wezîrê Dadê dikin: Bila ji komîsyonê encamên baş derbikevin.”

Piştre Dayika Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku Dayikên Aştiyê 26 sal in ji bo aştiyê derî nemane ku ji bo aştiyê biçinê û ev tişt gotin: “Dayikan tu carî şer nexwestin. Îro Roja Dayikan e. Me dixwest ku pêvajoya aştiyê ya ku Serok daye destpêkirin, bi dîtina zarokên xwe ve Dayikên Aştiyê şa biban. Em li pey rêya zarokên xwe ne. Êdî bila hêsirên dayikan nerijin. Dayik dayik e, rengê hêsirên dayikan nîn e. Serok û dewlet bi hev re muzakere dikin, mase danîn. Lê gav nehat avêtin. Hîna jî dewlet û serokkomar dibêjin ‘Turkiyeya bêteror’. Gelo dewlet kî ye, teror kî ye? Em navê terorê qet naxwazin. Zarokên me ji bo aştiyê canê xwe dan. Cudahî nîn e, em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Heta ku têgeha ‘Turkiyeya bêteror’ neguhere, aştî nayê dabînkirin. Em ne teror in. Em Kurd in û xwedî maf in. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. Em statûya Serokê xwe dixwazin.”

Havva Kiran bal kişand ser gotinên “Bila PKK çekan xwe deyne û teslîm bibe” û wiha pê de çû: “Heke Kurd û Tirk bi hev re bijiyana, ew zarok ne dildarên çekan bûn. Em mafê xwe dixwazin, em teslîmiyetê qet naxwazin. Divê dewlet êdî dengê dayikan bibihîze. Dengê dayikan li cîhanê belav dibe. Çima nabîzin? Ji bo ku baweriya me çêbibe, divê gavên aştiyê bên avêtin. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, ji bo tu gelên cîhanê aramî nîn e. Em welatekî aram dixwazin ku Kurd û Tirk tê de bi hev re bijîn. Em dixwazin Serokê me azad bibe û di nav me de be.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ŞIRNEX-MÊRDÎN

Endamên Meclîsên Dayikên aştiyê yên Şirnex û Mêrdînê bi diruşma ‘dayik aştiyê dixwazin’ li ber deriyê Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta; ‘Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştiya mayînde ye’ hat vekirin.

Di daxuyaniyê de berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnex Behiye Nayir diyar kir ku dayikên Kurdan tu dem rojeke xweş jiyan nekiriye û wiha axivî: “Em roja dayikên dilşewat hemûyan pîroz dikin. Dayîkên Kurdan tu dem rojeke xweş nedîtiye. Em di roja xwe de aştiyê, azadiyê û edaletê dixwazin. Vaye saleke pêvajoyek hatiye destpêkirin û heya niha dewlet gavên şênber navêje. Êdî dema azadiya gelê Kurd e, êdî dema azadiya hemû girtiyên azadiyê. Heya qanûn neyên amadekirin zarokên me yên serê çiyayan ê çawa vegerin nava civakê. Divê dewlet li gor vê yekê gavan biavêje.”

Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn jî bal kişand ser mafê hêviyê yê Rêber Apo û ev tişt anîn ziman: “Îro roja dayikan e û em vê rojê li hemû dayikan pîroz. Dayîkên me îro bi dilekî dil şewitî vê roja pîroz pêşkêş dikin. Bila roja dayika bibe roja aştî, azadî û edaletê. Serokê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo aştiyê gavek mezin avêtiyê lê dewlet peywira xwe pêk naîne. Tişta ketiye ser milê Rêber û rêxistina Kurdan kiriye. Êdî dema gav avêtina dewletê ye û divê mijar di gotinê de nemîne. Mafê Serokatiyê yê hêviyê divê demildest pêk were. Ji ber ku gelê Kurd li ser bîrdoziya Rêber Apo dimeşe û azadiya wî azadiya gelê Kurd e. Wek dayikên aştiyê em bang li dewletê dikin ku êdî ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin. Herî dawî em dibêjin heya Serokê me azad nebe em roja dayika pîroz dikin. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan azad bû wê demê em ê pîrozbahiya herî mezin bikin.”

Parlementera DEM Partiya ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû girtiyan, azadiya gelê Kurd e û wiha got: “Îro roja dayikan e û em di kesayeta dayikên Kurd de roja hemû dayikên cîhanê pîroz dikin. Dayîkên me bi salan e li ser goran rondikan dibarînin, bi salan e li ber deriyê girtîgehan rondikan dibarînin û bi bendewariya zarokên xwe bi êş û kul in. Li ser ev qas êş dayikên me aştiyê dixwazin û bi salan e têkoşîna aştiyê didin. Dayîkên me kirdeyeke tekoşîna azadiyê ne, ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de yên ku herî zêde aştiyê dixwazin dayik in. Li gel ku pêvajoyek tê meşandin jî heya niha ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tiştek nehatiye kirin. Lê em baş dizanin azadiya Ocalan azadiya hemû girtiyan e û azadiya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan azad bibe. Êdî em dibêjin bila aştî pêk were û em bi vî awayî roja dayikan pîroz bikin.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

STENBOL

Bi minasebeta Roja Dayikan re Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yê Stenbolê, bi daxwaza azadiya Rêber Apo li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê, rêveberên DEM Partiyê ya Stenbolê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji dayikan re diyariya herî xweşik aştî ye, bi Rêbertiya azad re hevhatin e” hate vekirin.

Ewilî Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt axivî diyar kir ku ew bi munasebeta Roja Dayikan daxuyaniyê didin û got: “Ev salakî derbasbûya di pêvajoyê de gav nehat avêtin, tenê aliyê Kurd gav avêtin. Li ser jinan polîtîkayên taybet tê meşandin. Jin her sal di Roja Dayikan de pêşiya girtîhêdan de ye. Divê girtî werin berdan. Baweriya me ji wan tune ye. Ez bang Serokkomar dikim bila gav bê avêtin. Dema ku birêz Abdullah Ocalan hate girtin, komek gerîla ji çiyê hat lê ew hatin girtin. Dibêjin bila gerîla werin di vê rewşê de çawa werin. Divê zagon werin derxistin. Em dayik bê dixwazin. Em dixwazin Roja Dayikan pîroz bikin lê ne pêşiya girtîgehan.”

Dayika Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir ku ew dixwazin deriya girtîgehan vebe û wiha axivî: “Roja Dayikan divê ne li pêşiya girtîgehan werê pîrozkirin. Em dixwazin wekî tevahî gelan, azad bijîn. Lê Serokê me azad nebê em jî azad nabin. Em bi Serokê xwe re azad in. Deriya girtîgehan vebe dê Roja Dayikan jî bê pîrozkirin.”

Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan
Nûçeya Pişt re Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karayilan: Em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin

Mûrat Karayilan li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Pratîka dewleta Tirk diyar e,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Desthilatdar naxwaze Kurd li rojava bibe xwedî gotin’

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê naxwaze Kurd li…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk li Heskîfê û Agiriyê êrîşa dagikeriyê da destpêkirin

Hêzên dewleta Tirk li herêma Mawa ya girêdayî navçeya dîrokî Heskîfê ya Bakurê Kurdistanê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî Tûgaya Qamişloyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara kesên di erdheja Kolombiyayê de mirin gihîşt 224 kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?