Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin
Kurdistan

KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

KCK'ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi hurmet bi bîr anî û got, "Yek ji armancên têkoşîna me ew e ku li ser bingeha afirandina Tirkiyeya demokratîk ku hesreta van şoreşgerên mezin bû, çareserkirina pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber got, “Di ser darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan re 54 sal derbas bûn. Em van sê şoreşgerên mezin bi minet û hurmet bi bîr tînin ku nirxên mezin tevlî têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê kirin.”

KCK’ê diyar kir ku van 3 şoreşgerên mezin “Li sêdareyê gotin ‘bijî xwişk û biratiya gelan’ û di têkoşîna demokrasiyê ya şoreşger a Tirkiyeyê de serdemeke nû dan destpêkirin. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir, “Di pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de para van şoreşgeran girîng e. Van şoreşgeran ku hebûna pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd qebûl kirin, kirin ku pirsgirêka Kurd bikeve rojeva hêzên demokrasiyê û çep ên li Tirkiyeyê.

Rêber Apo hem ji ber sekna têkoşeriya şoreşgerî ya van şoreşgeran hem jî ji ber nêzîkatiya wan a li pirsgirêka Kurd, ji van şoreşgeran bi bandor bû. Dema ku Denîz, Huseyîn û Yûsûf birin sêdarê, Rêber Apo li Girtîgeha Mamakê girtî bû ku li beşeke nêzî wan bû. Dema ku her sê şoreşger hatin darvekirin, Rêber Apo soz da û got, ‘Divê em têkoşîneke welê bimeşînin ku daîmî be û qet qut nebe’.

Darvekirina van sê şoreşgeran bandoreke giran li ciwanên Kurd jî kir, hestên şoreşgerî da ciwanên Kurd. Ev yek bû sedem ku ciwanên Kurd berê xwe bidin nava refên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Koma Apoyî û PKK’ê ev ciwan ber bi têkoşîna azadiyê ya Kurd ve kişandin. Di nava atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê de ku bi darvekirina sê şoreşgeran guherî, Tevgera me ya Azadiyê jî xurt bû û têkoşîn bi pêş ve bir.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd yek ji armancên me yên têkoşînê jî ew e ku li ser bingeha afirandina Tirkiyeya demokratîk a ku hesreta van şoreşgerên mezin bû, pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd çareser bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev hesreta wan wê li Tirkiyeyê tekez pêk were û em careke din soz didin ku di nava têkoşîna xwe de em ê xwedî li wan derkevin.

GELÊ KURD WÊ DARVEKIRINA 4 ŞOREŞGERÊN PJAK’Î TI CARÎ JI BÎR NEKE

Di 9’ê Gulana 2010’an de şoreşgerên PJAK’î Şîrîn Elemhûlî, Alî Hayderyan, Ferzad Kemanger û Ferhad Wekîlî ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin. Bi van darvekirinan re hate xwestin ku li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bê tepisandin. Lê belê dewleta Îranê nekarî xwe bigihîne vê armanca xwe, berevajî vê yekê gelê Kurd li ser bingeha dilsoziya bi van şoreşgeran re dilxwazî û têkoşîna xwe ya azadiyê hîn bi pêş ve bir. Eger îro li Rojhilatê Kurdistanê daxwaza têkoşîn û dilxwaziya azadiyê ya gelê Kurd bilind bû be, di vir de bandora van şehîdên mezin heye.

Rejîma Îranê dema ku li hemberî daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelan polîtîkaya tepisandina bi zextê û darvekirinan dimeşîne, polîtîkayeke rast neafirîne û pirsgirêkan girantir dike. Eger Îran îro ketibe nava rewşeke gelekî mezin a xitimînê, ev yek ji ber polîtîkaya xwe ye ku bi darvekirinan hewl dide sîstema heyî ya siyasî li ser piyan bihêle.

Ne darvekirina 4 şoreşgerên Kurd ne jî darvekirinên ji niha û pê ve wê Îranê ji rewşa krîzê ya heyî rizgar neke. Yekane rêya rizgariyê gavên ji bo demokratîkbûnê ye ku bi piştgiriya gel rewatiya xwe xurt bike. Îran tenê bi vî rengî dikare pêşî li destwerdana hêzên derve bigire.

Gelê Kurd wê darvekirina 4 şoreşgeran ti carî ji bîr neke û li Kurdistan a azad û Îran a demokratîk wan bi bîr bîne.

EM OZAN MIZGÎN BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN

Şehîd Ozan Mizgîn 11’ê Gulanê di şerê li hemberî artêşa Tirk de şehîd bû. Eger îro di nava çand û hunera Kurd de pêşketin hebe, keda Ozan Mizgîn gelekî mezin e. Ozan Mizgîn baweriya xwe bi wê yekê anî bû ku tenê bi têkoşînê çand û hunera Kurd dikare rabe ser piyan û ruhê azadiyê yê gelê Kurd dikare bê afirandin. Bi vê baweriyê weke Ozan Sefkan beşdarî nava refên gerîla bû û şehîd bû. Piştre jî weke Ozan Hogir, Ozan Sîpan, Ozan Serhat gelek hevalên me yên ji karê çand û hunerê beşdarî nava refên gerîla bûn û şehîd bûn. Ozan Mizgîn bi vî rengî kevneşopiya çand û hunera şoreşgerî afirand. Em Ozan Mizgîn bi minet û hurmet bi bîr tînin û soz didin ku dilxwaziya azadiyê û welatparêziya kûr a di kesaiyeta wê ya hunerê de hebû di nava têkoşîna xwe de dewam bikin; hebûna gelê Kurd mayinde bikin û jiyana azad tekez pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Nûçeya Pişt re Li dijî projeya JES’ê ya li Gimgimê doz: Şîrketê xwest tevlî bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê depoyek şewitand

Milîsên Ciwanan HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Nîlufer a Bûrsayê depoyeke dersxaneya taybet a 'faşîstan'…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê nasnameya 3 şervanan ragihand

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir ku şehîd "Toprak Denîz, Hêzil Tolhildan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

 2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?