Piştî hevdîtinên ku ev du sal in tên lidarxistin di çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de ‘’Qanûna Çarçoveyê’’ di 10’ê Tebaxê de li gel dengê 467 parlamenteran hate qebûlkirin.
Akademîsyen Profesor Doktor Levent Koker têkildarî rexneyên li ser Qanûna Çarçoveyê û divê ji niha û pê ve pêvajo çawa were birêvebirin ji ANF’ê re axivî.
‘TÊKILDARÎ QANÛNA ÇARÇOVEYÊ EM HÊ DI QONAXA DESTPÊKÊ DE NE’
Akademîsyen Prof. Dr. Levent Koker di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qanûna çarçoveyê û xalên qanûnê û ev yek anîn ziman: ‘’Qnûna Çarçoveyê di esas xwe de têkildarî sererastkirina rewşa hiqûqî ya endamên PKK’ê ye. Ji ber vê yekê qanûn, sererastkirineke têkildarî qonaxa yekemîn e ku di rapora Komîsyona Meclîsê de cih girtibû. Dema ku em ji vî aliyî ve lê dinêrin em dikarin bibêjin ku dinavbera ‘’qanûna çarçoveyê’’ û rapora berbehs de hevsengiyek heye. Di gel ku ev pêvajo berdewam dike, divê lijneyeke erkdar xwe rayedar a ku li gorî qanûnê sepanê bişopîne were avakirin. Ger bêyî ku em bikevin nava detayan û rewşê bi giştî diyar bikin nêzîkatiya ‘’Tirkiyeya Bêteror’’a desthilatdarî yan jî dewletê li gel vê qanûnê gihîştiye îfadeyeke hiqûqî. Li rex vê yekê tevahiya kontrola pêvajoyê di destê dewletê de ye. Ev yek jî dibe sedema endîşe û fikarên têkildarî kiryaran.’’
‘EŞKERE YE KU KESÊN QANÛNÊ WEKE ÎXANETÊ DIBÎNINLI DIJÎ AŞITIYÊ NE’
Levent Koker piştre destnîşan kir ku derdorên li dijî qanûnê derdikevin ji destpêkirina pêvajoyê ve li dijî pêkhatina aşitiyê ne û ev yek anîn ziman: ‘’ Pir eşkere ye ku ev derdor li dijî çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi awayekî demokratîk û aşitiyane ne. Divê were zanîn ku nêzîkî ji sedî 80’ê nûnerên li parlamentoyê ya ji 600 parlamenteran 467’an ev yasa qebûl kirine. Ji ber piraniyê ne li dijî Qanûna Bingehîn e jî. Li gorî min qanûn, kontrola pêvajoyê ji desthilatdariya heyî re hiştiye. Demokratîkbûyîn û girêdayî vê yekêpêngavên ku divê werin avêtin ku di rapora Komîsyona Meclîsê de weke armancên duyemîn cih digirin, ne di nava vê qanûnê de ne. Ji ber vê yekê ez rexneya ku ev qanûn di çarçoveya daxwazên desthilatdariya siyasî de hatiye amadekirin, watedar dibînim. Rast e ku ev pêngava yekem a qanûnê ye.’’
Akademîsyen Levent Koker di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pêvajoya heyî ji bo demokratîkbûyînê weke pêngaveke yekemîn e û got: ‘’Lê belê dema ku em li bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê dinêrin, em dikarin bibêjin ku perspektîfa demokratîkbûyînê gelekî dûrî rewşa heyî ye. Her wiha dewleteke ku bi awayekî qanûnî xwe weke ‘’dewleteke ku rêzê li mafên mirovan digire, demokratîk, laîk û hiqûqa civakî’’ îlan dike, bixwaze û nexwaze jî wê nikaribe xwe ji perspektîfa demokratîkbûyînê dûr bigire. Em dikarin vê yekê bi kurtasî weke ‘’neçariya demokrasiyê ya Komarê’’ jî binav bikin. Komara Demokratîk li vê naveroka xwe û bi qasî ku piştgiriyê bistîne armanceke watedar e. Tevgera Kurd di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji bo mezinkirina vê piştevaniyê gihîştibû xaleke gelekî girîng lê belê hêzên ‘’muxalefeta sereke’’ yên wê demê girîngiya vê xalê ya têkildarî demokratîkbûyînê fêm nekirin. Ji bo Komara Demokratîk hewceyî bi muxalefeteke berfireh heye. Nepêkan nîne lê belê dijwar xuya dike.’’
‘KOMÎSYONA LÊKOLÎNKIRINA HEQÎQETÊ BI AWAYEKÎ QANÛNÎ PÊKAN E’
Akademîsyen Prof. Dr. Levent Koker di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser avakirina Komîsyonên Lêkolînkirina Heqîqetan û got: ‘’Ev yek helbet bi awayekî qanûnê pêkan e. Ji bo pêkhatina vê yekê jî divê bernameya siyasî ya ku avakirina Komara Demokratîk cidî digire ji aliyê girseyan ve were pejirandin. Tevgera Kurd bi salan e pêşengtiya vê mijarê dike û bi min zêdetir têkoşîn hewce ye. Tirkiye bi israr gotina ‘’Tirkiyeya bêteror’’ bi kar tîne, Tevgera Kurd jî weke ‘Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk’’ binav dike û qala demokratîkbûyînê dike. Eşkere ye ku armanc û perpektîfeke demokratîkbûyînê ya desthilatdariya siyasî ya ku pirsgirêkê weke ‘’Tirkiyeya bêteror’’ binav dike, tune ye. Ji bo ku berê pêvajoyê bidin aşitiyeke mayînde û avakirina Komara Demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalefetê ya xurt heye û zimanê vê yekê yê hevpar jî wê ji aliyê derdorên muxalîf ve were avakirin.’’

