Di lêpirsîna têkildarî Gulistan Dokû de ku sala 2020’î li Dersimê hate windakirin, li 15 bajaran biryara binçavkirina 19 gumanbaran hate dayin.
Di lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erzîrûmê ve tê meşandin, li 21 navnîşanan 18 gumanbar hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku binçavkirî li qereqolê têne ragirtin.

