Nasnameya gerîla Zehra Kisaoglû (Raperîn) û Suheyla Kaya (Zîlan) ên ji Goristana Garzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û piştre li Goristana Kilyonê ya li Stenbolê li kêleka rê hatin veşartin, bi testa DNA’yê ya ji malbatên wan diyar bû.
Kekê Zehra Kisaoglû Abdullah Kisaoglû anî ziman ku xwişka wî piştî qedandina perwerdeya lîseyê ji malê çû, bi salan li goristanên komî yên cuda mînakên DNA’yê dan. Abdullah Kisaoglû diyar kir ku beriya çar rojan ew hîn bûn ku cenazeyê xwişka wî li Kilyosê ye.
Tê payin ku cenaze îro ji Goristana Kilyosê bêne wergirtin û bibin navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê.
LI GORISTANA GARZAN ÇI QEWIMÎ BÛ?
Di dema pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013 û 2015’an de cenazeyên 282 gerîlayên PKK’ê yên li herêmên cuda yên Beldîsê bûn li Goristana Garzanê ya li taxa Olek a Jorîn hatibûn veşartin.
Bi biryara Walîtiya Bedlîsê cenaze di 19’ê Kanûna 2017’an de hatin derxistin û bi armanca tespîtkirina nasnameyan cenaze şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Hatibû ragihandin ku 21 cenaze piştî tespîtkirina DNA’yê radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên din jî li Goristana Kilyosê hatin veşartin. Piştre jî eşkere bûbû ku 261 cenaze li li şûna goristana li Kilyosê li beşeke li kêleka rê hatibûn binaxkirin.

