Pêncşem, 9 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Operasyonên beriya civîna bilind a NATO’yê: 29 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Hardt a ji bo Rêber Apo: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Interpolê operasyona ‘sextekariyê’: 5 hezar û 800 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş bi kefalet hat berdan: Êşkenceya fîzîk û derûnî lê hatiye kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nexweşiyên girtiyên diçin doktor teşhîsa ‘psîkolojîk’ tê kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk: Bi feraseta ‘min kir û bû’ mesele çareser nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Îranê êşkenceya hucreyê û astengiya hevdîtinan a li hemberî girtiyên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek piştî 7 salan konê sersaxiyê hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 6 mehan de 9 jin hatin darvekirin, bi dehan jin jî hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirinên mafan didome, divê tecrîd were rakirin
Rojane

OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirinên mafan didome, divê tecrîd were rakirin

Komîsyona Girtîgehan OHD’a Stenbolê rapora binpêkirina mafên girtiyan a 6 mehên sala 2026’an eşkere kir. Di raporê de hat gotin “Divê dewlet hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan, bi taybetî pratîkên tecrîdê, bi dawî bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora binpêkirina mafên girtiyan a 6 mehên 2026’an eşkere kir. Rapor di encama serdanên OHD’ê li girtîgehên Herêma Marmarayê hatiye berhevkirin û bi raya giştî re hate parvekirin.

Girtîgehên ku heyetên OHD’ê serdanê kirin û rapor derbarê wan de hatine amadekirin, ev in: Girtîghên Edirne Tîpa F û L, Girtîgeha Çorlu, Girtîgeha Tekîrdagê Hejmara 1’emîn Tîpa F, Girtîgeha Tekîrdagê Hejmara 2’yemîn Tîpa F, Girtîgeha Marmarayê Hejmara 5’emîn a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê, Girtîgeha Bakirkoyê, Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R, Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L, Girtîgeha Maltepeyê Hejmara 3’yemîn a Tîpa L, Girtîgeha Umraniye ya Tîpa T, Girtîgeha Gebzeyê, Girtîgeha Kocaeliye Hejmar 1emîn, Girtîgeha Kocaeliye Hejmar 2’yemîn Tîpa F, Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T, Girtîgeha Sakarya Hejmar 2’yemîn Tîpa L û Girtîgeha Bolûyê Tîpa F’ê.

OHD’ê ji bo aşkerakirina raporê li avahiya xwe ya li Navçeya Beyoglûya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên OHD’ê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hate daliqandin.

Kurteya raporê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Zozan Vargun ve hate xwendin.

‘DIVÊ JI BO RÊZDAR OCALAN MERCÊN AZAD BÊN AMADEKIRIN’

Zozan Vargun diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyek nû dest pê kiriye û wiha got: “Tecrîda li dijî rêzdar Ocalan ne tenê binpêkirinek şexsî ye, ji bo dahatûya demokratîk a Tirkiyeyê û aştiyê asteng e. Divê Ji bo rêzdar Ocalan mercên azad bên amadekirin da ku karibe tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike. Şerê ku bi salan qewimî di heman demê de birînên kûr di nava civakê de çêkiriye. Di vê pêvajoya dîrokî de, yek ji qadên ku van binpêkirinan bi awayekî herî eşkere û giran lê diqewimin, pergala girtîgehan e. Girtîgeh di hiqûqa cezayê ya modern de ne tenê mekanîzmayeke cezayê ne. Ji ber vê yekê, rejîma girtîgehan ne tenê di çarçoveya hiqûqa înfazê de, di heman demê de di warê hiqûqa destûrî, hiqûqa mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî de jî hewcedariya nirxandineke piralî derdixe holê. Tevî ku di civakê de hêvî û piştgirî ji bo aştî û çareseriya demokratîk çêbûye jî, lê ji aliyê dewletê û desthilatê ve planeke reformê ya tevahî, sîstematîk û normatîf ya derbarê pêvajoyê nehatiye danîn. Ev rewş di navbera hêviyên normatîf û hilberandina polîtîkayên rastîn de nehevkêşiyeke eşkere derdixe holê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê rejîma girtîgehan bi taybetî eleqedar bike. Ji ber ku girtîgeh ne tenê saziyên girtî ne ku tê de kes ji azadiya xwe tên mehrûmkirin, di heman demê de qadên ku berpirsiyariyên erênî yên dewletê, standarda rêzgirtina mafên mirovan û sînorên dewleta hiqûqî ya demokratîk e.”

MAF Û BINPÊKIRIN

Zozan Vargun destnîşan kir ku çavdêrî û nirxandinên ku li gelek girtîgehan, bi taybetî li girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin, dijwarî û domandina pratîkên tecrîdê yên li dijî girtiyan eşkere dike û ev yek anî ziman: “Ev rewşa tecrîdê ne tenê bi tengkirina cihê fîzîkî sînordar dimîne, di heman demê de dibe sedema ku qadên civakî, derûnî û ragihandinê jî bi awayekî sîstematîk werin sînordarkirin. Li gorî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ku dewlet terefê wan e, berpirsiyariya pêşîlêgirtina îşkenceyê berpirsiyariyek mutleq e. Ev berpirsiyarî ne tenê pêşîlêgirtina binpêkirinê digire, di heman demê de meşandina lêpirsîneke bi bandor û sepandina ceza û tedbîrên guncav jî di nav xwe de digire. Spor, çalakiyên çandî, bernameyên perwerdehiyê û qadên têkiliya civakî ji beşên bingehîn ên pergala înfaza cezayê ya modern in. Lê di pratîkê de, bi taybetî li girtîgehên ewlehiya bilind, tê dîtin ku ev çalakî bi awayekî giran hatine sînordarkirin an jî bêbandor hatine hiştin. Girtîgehên nû yên Tîpa S û Tîpa Y, hem ji aliyê avahiyê û hem jî ji aliyê rejîma infazê ve, li ser bingeha ewlehiya bilind û îzolasyonê hatine avakirin. Di van saziyan de, ku girtî bi piranî di hucreyên yekkesî de tên girtin, têkiliya civakî ya girtiyan di asta herî kêm de ye û bikaranîna qadên hevpar jî bi awayekî pir sînordar tê kirin. Ev rewş armanca rehabilîtasyonê ya hiqûqa înfazê dixe nav nîqaşan.”

‘DIVÊ DEWLET ERKÊN XWE BI CÎH BÎNE’

Zozan Vargun di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku cihêkariya sîstematîk a li dijî girtiyên siyasî bi Pakêtên Darazê yên 10’emîn û 11’emîn hatiye domandin û di dawiyê de ev yek anî ziman: “Divê ev cihêkarî bi Pakêta Darazê 12’yemîn neyê berdewamkirin û cihêkirinê di rejîma infazê de bi lez were bidawîkirin. Hewcedarî pê heye ku rêzikname û guhartinên derbarê rejîma înfazê de ji bo hemû girtiyan li gorî prensîba wekheviyê werin pêkanîn. Pergala dadweriya cezayê divê li hemberî hemû beşên civakê û hemû kesî dadperwer be. Girtîgeh nikarin bibin cihên ku dadwerî tê de tê rawestandin. Di encamê de, ji bo vekirina rêya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê, ji bo ku hemû beşên civakê li ser bingeha hemwelatiya wekhev bi hev re bijîn û ji bo avakirina dîsa ya serweriya hiqûqê, divê di hemû saziyên dewletê de, bi taybetî di girtîgehan de, pêvajoyeke reformê ya ku rêzê li mafên mirovan digire dest pê bike. Divê pratîkên cihêkar û kêfî yên ku di girtîgehan de tên sepandin bi lez werin bidawîkirin. Divê dewlet berpirsiyarî û erkên ku destûr û qanûn li ser milê wê danîne bi cîh bîne û hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan, bi taybetî pratîkên tecrîdê, bi dawî bike.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Operasyonên beriya civîna bilind a NATO’yê: 29 kes hatin girtin
Nûçeya Pişt re ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sala 2023’an wê bibe ‘sala herî germ a heta niha hatiye qeydkirin’

Servîsa avhewayê ya Ewropayê Copernîcûs ragihand ku piştî meha Mijdarê ya 'awarte' sala 2023'an wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Alîkariya Şengaliyan a ji bo koçberan gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Karwanê Alîkariyê yê xelkê Şengalê ku ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê hatibû komkirin, tevî…

Ji aliyê Stêrk TV

Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan

Mehmet Durak piştî girtîbûna xwe ya 30 salan hate berdan. Durak ji aliyê TUAY-DER û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Operasyonên beriya civîna bilind a NATO’yê: 29 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nameya Hardt a ji bo Rêber Apo: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Interpolê operasyona ‘sextekariyê’: 5 hezar û 800 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiya nexweş bi kefalet hat berdan: Êşkenceya fîzîk û derûnî lê hatiye kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?