În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Bînbîr: Biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin
Rojane

Parêzer Bînbîr: Biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin

Parêzer Mehmet Zekî Bînbîr nerazîbûn nîşanî biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê da û got, "Eger dewlet di pêvajoyê de ji dil be, divê biryarên vê desteyê betal bike û hevalên 30 sal in girtî ne berde."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

İzzethan Aykut, Hicran Binici, Mehmet Sait Yıldırım, Gülşen Adet, Nuriye Adet, Aydın Altığ, Mahsum Bilem, Levent Cin, Zübeyir İdem, Ömer Okul, Nidayi Tezer, Nurettin Ataman, Ahmed Abdi İbrahim û Tuncay Doğan jî di nav de berdana gelek girtiyên siyasî îsal ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ve gelek caran hate astengkirin.

Deste di biryarên xwe de hincetên bi rengê “Nêta xwe ya baş nîne”, “Poşman nebûye”, “Bi sûc nehesiya ye”, “Xwe ji fikrê rêxistinî rizgar nekiriye” û “Dibe ku têkiliya bi rêxistinê re dewam bike” bi kar tîne.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Mehmet Zekî Bînbîr ragihand ku biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê li dijî hiqûqê ne ku deste di sala 2020’î de qanûnî bû û sala 2021’ê kete meriyetê.

Bînbîr ji ajansa me re axivî û diyar kir ku deste biryarên li derveyî erk û wezîfeya xwe dibirin û bi hincetên neşênber dema ragirtina girtiyên siyasî dirêj dike. Bînbîr got, “li gel ku ne wezîfeya xwe ye darizandinê dike, bi hincetên neşênber înfazê dirêj dike û bi darizandineke duyemîn ceza dike. Li gorî me, armanca vê qanûnê bi temamî siyasî ye. Ji ber ku qanûn tenê li hemberî girtiyên siyasî tê bikaranîn. Têkildarî girtiyên edlî me ti serlêdan negirt. Ya rast qanûneke welê ye ku ji bo zêedekirina zextê ava bûye.”

Bînbîr işaret bi avaniya desteyê kir û anî ziman ku di nava desteyê de weke hiqûqnasan tenê Serdozgerê Komarê û dozgerekî ji aliyê wî ve hatiye wezîfedarkirin hene û got, “Ji bilî wê endamên din ji midûrê desteyê, personel, psîkiyatrî an jî mamosteyan pêk tê.”

‘DADGEH BERSIVA ERÊNÎ NADE’

Bînbîr destnîşan kir ku di serlêdanên li hemberî biryarên desteyê de wan nekarî encamekê werbigirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Têkildarî vê yekê gelek serlêdanên me û dosyayên me hene ku em dişopînin. Lê belê di halê hazir de dadgehan heta niha bersiveke erênî nedane.”

Encama biryara desteyan taloqkirina berdanê ye. İzzethan Aykut ku diviyabû 16’ê Îlonê bihate berdan, bi hinceta “nêta xwe ya baş nîne” ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Aykut ku nexweşiyên dil, astim û vertigo heye, wê di 18’ê Kanûnê de careke din rewşa wî ji aliyê desteyê ve bê nirxandin.

BI HEZARAN GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Bi taloqkirina berdanê re rewşa girtiyên nexweş hîn lezgîn dibe. Tê gotin, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê herî kêm hezar û 500 girtiyên nexweş hene, rewşa 335 ji wan giran e.

Parêzer Bînbîr bal kişand ser binpêkirinên di dema veguhestina girtiyên nexweş ji bo nexweşxaneyê û got, “Bi kelepçekirî dibin nexweşxaneyê û heta nava devê wan jî sax dikin. Di pêvajoya heyî de me difikirîn ku ev dikarin kêm bibin, lê belê pirsgirêk dewam dikin.”

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Sait Yıldırım ku 33 sal in girtî ye, rojên dawî li van binpPêkirinan rast hat. Berdana Yıldırım ê 75 salî 24’ê Tebaxê ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Yıldırım ku piştî hevdîtina desteyê krîza dil derbas kir, rakirin nexweşxaneyê û du stent xistin dilê wî

Yıldırım ku nexweşê hipertansiyon û dil-reh e, yek ji girtiyên bi nexweşiya giran e.

‘EGER JI DIL BIN BILA BERDIN’

Bînbîr destnîşan kir ku bernedana girtiyan ji sererastkirina nû ya qanûnî cuda nikare bê nirxandin û got, ew li bendê ne ku nêzî 4 hezar girtî ji qanûna çarçoveyê sûdê werbigirin û divê ev yek dereng neyê xistin.

Bînbîr got, “Eger dewlet di vê pêvajoyê de ji dil be hingî divê biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê betal bike û hevalên 30 sal in girtî ne berde.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kalkan: Demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan yekane dermanê rizgariya Tirkiyeyê ye
Nûçeya Pişt re Nerazîbûna li biryara MEB’ê ya têkildarî Zazakî: Armanc afirandina dudilî û polemîk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Peya’ hatin jêbirin

Li navçeya Cizîr a Şirnexê hişyariyên ‘Pêşî Peya’ yên ku şaredariyê li ser rêyan nivîsandî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Erdogan Hevşaredarê Tetwanê da girtin

Bi îdîaya 'heqareta li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan', Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji sala 2021’ê û vir ve bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş têne kirin

Ji sala 2021'ê û vir ve dewleta Tirk di çarçoveya konsepta 'Plana têkbirinê' de di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Copernicus: Dibe ku 2026 bibe duyemîn germtirîn sala cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Ypresê cenazeyên 141 leşkerên ji Şerê Cîhanî yê Yekem hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê hevdîtin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?