Di daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê de hate gotin, “Desteya Hîndekariya Bilind (YOK) ku 6’ê Mijdara 1981’ê piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hate avakirin, 45 sal in yek ji saziyên bingehîn e ku feraseta rêveberiya wesayetê û navendîperestiyê li ser zanîgeha ferz dike.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev rêxistinî di dema desthilatdariya AKP’ê de veguherî yek ji amûrên destwerdana desthilatdariya siyasî ya li zanîngehan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Nayê qebûlkirin ku ciwan li derveyî siyasetê êne hiştin, azadiya fikrî û rêxistinbûnê bê bisînorkirin û zanîngeh veguhere saziyên ku mirovên îteatkar lê têne perwerdekirin. Ciwan kirdeya siyasî û civakî ya îro û siberojê ye.”
Komîsyonê xwest YOK bê rakirin, dawî li wesayita navendîperestiyê bê anîn, pêkhateyên zanîngehan bi îradeyake demokratîk bêne diyarkirin, azadiya akademîk û zanistî bê ewlekirin, xwendekar, akademîsyen û kedkarên zanîngehê xwedî mafê gotinê bin, perwerdeya bi zimanê dayikê, pirreng, wekhev, azadîparêz û laîk esas bê wergirtin.

