Rojnamevan, derhêner û hunermend Mûsa Alo ku bi navê Şiyar Soro jî dihate naskirin, 5’ê Mıjdara 2026’an li paytexta Rûsya Moskowê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Mûsa Alo ku 27’ê Tebaxa 1967’an li Efrînê ji dayik bû, di temenê ciwantiya xwe de li nava Tevgera Azadiyê li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê karên civakî, huner û şanoyê kir.
Mûsa Alo ku sala 1991’ê fîlmê bi navê “Serhildana Gel” kişand, sala 1999’an derbasî Rûsyayê bû û heta sala 2004’an li Navenda Çand û Hunerê ya Medyayê kar kir. Piştre di warê çapemeniyê de jî karê xwe dewam kir û weke rojnamevan û derhênerekî televîzyonên Kurdî, li Çira TV xebitî.
Ji sala 2009’an heta sala 2026’an li Çira TV pêşkêşvaniya Bernameya ‘Çira Jiyanê’ û bernameyên taybet kir.
Mûsa Alo qenala ROJ TV jî di nav de ji bo gelek qenalên televîzyonên yên çapemeniya azad hevpeyvîn û nûçe amade kir.
Di çalakî, konser û pîrozbahiyên Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê de jî weke pêşkêşvan her li pêş bû.
Mûsa Alo di jiyana xwe ya hunerî û rojnamevaniyê de gelek berhem û bîranîn hiştin. Bi fîlm, bername û hevpeyvînên xwe beşdarî tomarkirina dîrok, çand û jiyana civaka Kurd a li Rûsyayê bû.

