Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Piştî Efrînê li Şehbayê jî karê şitilan dike
Rojava

Piştî Efrînê li Şehbayê jî karê şitilan dike

Hûriye Mihemed karê xwe yê şitilkariyê ku 25 salan li Efrînê kir, piştî dagirkeriya li Efrînê derbasî Şehbayê kir. Hem Şehba şîn kir, hem jî îsal 120 hezar şitil firot û debara xwe pê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hûriye Mihemed ku 25 salan li Efrînê şitilkarî kir, bi zeviyek ji sê donimî dest bi kar kir, bi pêş ve bir û 25 salan dewam kir. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin li navçeya Ehdas a Şehbayê jî heman kar kir.

Hûriye Mihemed ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku piştî ji Efrînê koç kirin, li Şehbayê ji aliyê madî ve zehmetî kişand û got, “Malbata me mezin bû, diviyabû me pêwîstiyên xwe tedarik bikira. Em hatin Ehdasê û ketin xaniyekî xerabûyî. Me pêşiya vî xanî şîn kir û bi vî rengî jiyaneke nû dan destpêkirin. Bi şitilan me mala xerabûyî veguherand qadeke jiyanê. Em hem li vir dimînin hem jî şitlê xwe diçînin.”

Dayika Hûriye anî ziman ku şitilkariya li Şehbayê fikrê wê bû û got, “Ji nava malbatê em 9 kes li hev kom bûn û me dest bi kar kir. Tiştek li ber dest tine bû. Me ji sifirê destpê kir. Diviyabû ji bo şitilkariyê rewşeke guncaw bihata afirandin. Bêguman fikarên me hebûn ku proje wê pêk were yan na. Bi tecrûbeya ji Efrînê wergirtî hewldana me ya destpêkê encam bi xwe re anî. Lewma me hîn zêdetir dest bi hilberînê kir.”

HEM EKOLOJÎK HEM JÎ ABORÎ YE

Dayika Hûriye ji bo karê şitilkariyê bal kişand ser girîngiya sotemeniyê û got, “Ji ber ambargoyê ku rê nayê dayin mazot derbasî herêmê bê kirin, me jî bi sîstema enerjiya rojê dest bi avdanê kir. Enerjiay rojê zerarê nade xwezayê. Sîstemeke kêrhatî ye. Derdekî me yê peydakirina sotemeniyê nema.”

LI NUQTEYÊN HIKUMETA ŞAMÊ ASTENGÎ

Dayika Hûriye diyar kir ku ew zehmetiyan dikişînin ku ji Helebê tovan bînin, li nuqteyên kontrolê yên hikumeta Şamê bi saetan têne rawetandin, di re jî neçar dimînin ku pere bidin û got, pere jî têra wan nake, dest datînin ser nîvê tov û kulîlkan.

QADA JIYANÊ AFIRANDIN

Dayika Hûriye anî ziman ku wan çar cûre darên zeytûnê, darên fêkî û kulîlk çandine û got, “Bi karê avdanî, paqijkirin û poşetkirinê me hewl da barê xwe sivik bikin. Îsal me nêzî 120 hezar şitil firotin. Xelkê Efrînê hez ji şênkahiyê dike. Hewl didin her bihosteke vê xakê veguherînin qada jiyanê ya ji darên zeytûnê û fêkî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şehbayê hilbijartinên ji bo diyarkirina namzetan hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê bang li jinan kir: Em berxwedanê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bafil Talebanî: Divê gavên pratîk bi lez bên avêtin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ji bo banga Rêber Apo peyama, “Divê vê bangê bi hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Tebqayê êrîşên li ser Dêr Hafirê şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê êrîşên çekdarên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtin û binçavkirina piştî Newrozê hate şermezarkirin: Zerarê dide pêvajoyê

Girtin û binçavkirina ji ber tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê li Amed, Edene û Rihayê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Em ê têkoşîna şehîd Hogir û şehîd Serkêş bi serketinê tacîdar bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê cenazeyek hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Îzedîn Şabî li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?