Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Qanûna çarçoveyî piştî nîqaşên qanûna çarçoveyî di encama nîqaşan de di Desteya Giştî ya meclise de hat qebûlkirin.
Qanûna çarçoveyî ji dengdayinê re hat pêşkêşkirin. Bi tevahî 562 parlamenteran 468 parlamenteran bi awayekî erê deng dan û qanûna çarçoveyî bi 468 dengan hat qebûlkirin. 88 parlamenteran bi awayekî neyînî deng dan û 6 kesan jî ne neyînî û ne jî erênî deng dan.
Qanûn dê piştî rapora teyit û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ji aliye Serokkomar ve bikeve meriyetê.

