Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Salîha Zorlû: Bi rêya mûçeyê kêmtirîn koletî tê ferzkirin
Rojane

Salîha Zorlû: Bi rêya mûçeyê kêmtirîn koletî tê ferzkirin

Endama Meclîsa Navenda Giştî ya KESK'ê Salîha Zorlû bi bîr xist ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye diyarkirin di bin sînorê birçîbûnê de ye û got, bi vî mûçeyê kêm re sîstema koletiyê tê ferzkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji KESK’ê Salîha Zorlû anî ziman ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye ragihandin bi şêweyê diyarkirinê û rêjeya xwe rewa û hiqûqî nîne.

Endama Meclîsa Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Salîha Zorlû ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku di Peymana Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) de mûçeyê kêmtirîn weke wî mûçeyê tê pênasekirin ku karibe bersivê bide şert û mercên jiyanê yên têrker. Salîha Zorlû got, “Li Tirkiyeyê mûçeyê kêmtirîn ku 22 hezar û 104 TL hatiye destnîşankirin, mixabin têra şert û mercên têrker ên jiyanê nake. Karker, kedkar û bêkar di navbera şert û mercên jiyanê yên di asta koletiyê de û bêkariyê de hatine asêkirin. Karkerên ku li Tirkiyeyê bi mûçeyekî gelekî kêmî mûçeyê kêmtirîn têne xebitandin, ji ber tirsa bêkarmayinê neçar têne hiştin ku vî karî dewam bikin.”

MÛÇEYÊ HATIYE DIYARKIRIN REWA Û HIQÛQÎ NÎNE

Salîha Zorlû destnîşan kir ku mûçeyê kêmtirîn ê îsal hatiye diyarkirin hem bi şêweyê xwe yê diyarkirinê hem jî bi rêjeya xwe hiqûqî û rewa nîne û got, “Dema ku mûçeyê kêmtirîn tê diyarkirin hin krîter hene; nûnerên karsazan, nûnerên karkeran û nûnerên hikumetê jî di nav de divê ji aliyê heyetek herî kêm ji 15 kesan ve bê diyarkirin. Temamiya pêkhateyan li wir amade nebûn. Mijareke din a herî girîng jî rastiya enflasyonê ye ku bi destê TUÎK’ê tê manîpulekirin. Em qala mûçeyê kêmtirîn dikin ku li gorî enflasyoneke ne rast hatiye diyarkirin. Sedemeke din a ku em hiqûqî nabînin ew e ku mafê grevê yê karker û kedkaran ji bo komên sermayeyê û hikumetê tê desteserkirin. Kedkarên ku ji mafê grevê bêpar têne hiştin, bêyî parastina van mafên xwe neçar dimînin ku bikevin dema diyarkirina mûçeyên kêmtirîn. Sedemeke din ku nîqaş dide niqûqî nîne ew e ku mûçeyê kêmtirîn ê tê diyarkirin di binê sînorê birçîbûnê de dimîne. ji ber van hemû sedeman mûçeyê kêmtirîn li gorî me hiqûqî û rewa nîne.”

WÊ BIBE SEDEMA BÊKARÎ Û XIZANIYÊ

Salîha Zorlû destnîşan kir ku ji ber mûçeyê kêmtirîn di binê sînorê birçîbûnê de maye wê xizanî zêde bibe û got, “12 milyon mirov bê kar in. Ev jî daxwaza mûçeyê kêmtirîn dikin ku di asta koletiyê de ye. Hikumet jî vê neçariyê ji bo xwe yan jî ji bo komên sermayeyê vediguherîne avantajê. Li Tirkiyeyê ferasetek heye ku sermayeyê dide pêş, komên sermayeyê diparêze. Em qala hikumeteke dikin ku bêyî bacê li ser hêzên sermayeyê ferz bike weke şîrketekê tevdigere. Hikumetek ku ji bo bilindkirina asta hatineyê ya welatiyan tiştekî nake. Li hemberî vê yekê pêwîstî bi têkoşîna kedkar, kar û çîna yekbûyî heye. Bi taybetî di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de budçeyek hate amadekirin. Em dibêjin, ev budçe dijminê gelan e û zerarê dide gelan. Em budçeyeke welê dixwazin ku mafên kedkar, karker û bêkaran diparêze. Em vê yekê li her qadê tînin ziman.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Bi hevdîtinekê re tecrîd bi dawî nebûye
Nûçeya Pişt re Ji Civîna Bilind a Piştevaniya Sahrawi peyama ji bo Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îranê greva girtiyên siyasî didome, li Sineyê mamosteyek jin hate binçavkirin

Li girtîgeha Qizilhesar a li bajarê Kerec ê Îranê greva birçîbûnê ya 9 girtiyên siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê zarokek qetil kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxa Hezwana ya Minbicê gule berdan zarokekî û qetil…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji girtîgeha Eqtanê peyama şervanên YPJ’ê: Em ê rûmeta mirovahiyê biparêzin

Şervanên YPJ'ê diyar kirin ku wê li Girtîgeha Eqtanê li ber xwe bidin û rûmeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?